Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez u Ew duyemîna heyînê ye !

 


Meşal Temo

Di gotin an gengeşeya mirovan û bi pêşkirina nerîn û nivîsan de, tim mirov dibêje; ev nerîna min e, ango "ez" ! Li himber dijnerîn an jî helwesteke cuda ji yê din re, ango "ew" ! Ez û Ew, duyemîna pêwendiyek jiyanê ye. Ji xwe li ser wê pêwendiyê civat ava dibin an jî diherifin . Li ser mijara wekheviya ez û ew, an nakokiya wan dixwazim hinekî rawestim.


1-  Gava mirov dibêje "ez" dide nasîn ku "ew" heye ! Ango ez bi hebûna ew tête gotin û wateya xwe ji vê yekê distîne.
2-  Ez bê hebûna "ew" nabe "ez" ! û "ew" bê hebûna "ez" nabe "ew" ! Bi wateya ku her yek ji wan rewabûna xwe ji hebûna yê din distîne, ji ber hebûna min bê wateye gava tu tune be .
3-  Ramanên "ez" tenê dibin nerîn û ferezî, li himber ramanên "ew" ! û ne ev hawkêşa di navbera "ez û ew" de ba, wê jiyan tekrengba û tu civatên mirovan pêda nedibûn .
Diyare ku çiqas "ez û ew" li hevhatîbin, hiwqas wê civat pêşbikeve û ramanên avabûna mirovan wê cî di mejî û bîrweriyê de bigre. Ev nayê wateya ku "ez û ew" fotokopiyek bin, lê karîna şêwaz û hirmet ji nerîna cuda re di bingeha mejiyê "ez û ew " hebe, ango hevpariyek bi hebûna fereziyek serbixwe dikin û nîrxmejiyê xwe di helwestên xwe de bi kar tînin. Lewma helwestên wisa hevbeşin û cuda ne di eynî demê de, ji ber her nerînek derneweke ji layekî diyaroka li ber çav di jiyanê de.Helbet her nerînek parçek ji rastiyê tê de heye û gava nerîna "ez û ew" kom dibin rasteqînî tête hole ! Ji xwe pirnerîn wekheviyê û hevpariyê tine ziman û pê re jî vejîneke aştîxwaz û şareza di civatê de binkok dike. Ji ber wisa jî miletên kevnar weke Romanan komîta pendeyaran ava kiribûn û bi şêwira wan biryar dihatin standin û dirbarî vê yekê jî Emamê Elî dibêje :(kesê bi mirovan re bişêwire, hevpariyê bi  mejiyê wan dike) bi wateya ku tim "ez û ew" di axaftin û gengeşiya xwe nerînek hevpar pêktînin. Ji xwe gava "ez" "ew" nebîne û bi hemû awayan li bişaftina wî bigere, helbet wê berevajî tiştê hate gotin di civatê de diyar be.
Mixabin heta nuha di civata kurdî de "ez" "ew" pelçiqandiye ! û ji rêvebiriya jiyana xwe dûr xistiye. Ev jî binyat bûye di civata me de, ji ber van sedeman :
1- Rewşa parçebûnê û desthiladariya idiolojiyên yên ku "ew" nabînin û bi sîdana ramanên idiolojiyî hate bin cilik kirin.
2- Binkokiya fêmkirina me ji pêwendiyên civatê re hîn heta roja îroj li ser pêvajoya Mehmudkî û Etmankî hatine avakirin.
3- Perwerdiya me di dema çûyî de bi teknerîn û tekserok û tekrastî û tek… ? Yên bi xwe berdewamiya pêwendiyê  êl û malbatan e ! Tev ku gelek ji me di kêsima xwe de hatine guhertin, lê di naveroka ramanên paşmejiyê xwe de hîn ew cîmayên kevnar û payenizim hilgirtiye .
Bawerim ku jiyan sererast nabe gava "ez û ew" tê de ne hevparbin, ji xwe heta ku li tenişt hevbin divêt her yek ji me li xwe vegere û lêkedanek nûjin ji raman û helwestên xwe bike û helkewt weke heye bixwîne ne weke ku xewnên wî dixwazin. Ev jî bi hewceyî hin helwestên serekîne ku mirov bi hebûna wan, bikaribe xelasbe ji binyatên xweser û xweber yên di paşmejî de betink girtine û bûne wargehek ji nexweşiyê re , lewma pêwîste di gava yekem de danasîn bi hebûn û dîtina "ew" hebe, ji ber bi nasîna "ew" helkewt berdewamiya heyînê dibe û heta ev nasîn jî pêda bibe dive ev bingeh bêtin danîn :
1- Xelasbûna ji danasînên mafên miqedes ! Ji ber her mafê bi dest dikeve hevrêjî ye.
2- Dûrketina ji çarçovên idiolojîk yên li "ew" weke dijmineke tewanbar dinêrin û sînorên xwedanî li derdora xwe dipêçin.
3- Azadî ji ramanên pîlanger yên mejiyê mirovan bi xwe re dibin betlanê û ferwerdiyên hazir vewêniya ramanên cuda dikin.
4- Guhertina binkokên fêmkirina mejî bi xwe û bi yê cuda re jî, helbet yê cuda bi hebûna "ew" tête sînor kirin .
5- Danasîna bi "ew" ku parçek ji rastî û mafdariyê bi xwe re hilgirtiye.

Bawerim ku gava "ez" karibe binyatên ferwerdiya mejiyê xwe sererast bike û weke hevbeşek li "ew" binêre, wê civet bi hevpariya "ez  û ew" pêşkeve û rewşenbîriyeke şareza di azûmanên zelalbûna mejî de bête afirandin û wê binyata bîrweriyeke demoqrat bête damezirandin ..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark