Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Elfabeya Celadet û Pîvana Pêwistiya Tîpan

 


Konê Reþ
 
   Elfabeya Mîr Celadet Alî Bedirxan û Pîvana Pêwistiya Tîpan; pirtûkek nûye, ji rex mamoste Derwêþê Xalib ve hatiye berhevkirin.
   Mamoste Derwêþê, ev pirtuk, piþtî xebateke salane ku têde ponijiye berhevkiriye. Ew bi zimanê fransî, ingilîzî, silavî dizane, hem jî xwe bi þêwazê soranî re westandiye di gel ku ew ji wan kesên pêþîne yên ku ji Ewropa vegeriyan û dest bi nivîsîna kurdî kirin û wiha te roja iro..


   Di van çend salên dawî de, wî barekî giran daniye ser milê xwe bi sazkirin û serkêþiya Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî de, ev komîta ku bi sedan keç û xort, ji piraniya herêmên kurdan di Binxetê de fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kirine û dike.
   Mamoste Derwêþ li dor vê armanca mîr Celadet Bedirxan liviya ye û wek bawerî dengê xwe tevî dengê Mîr dike. Di pêþgotina xwe de armancên xwe tevî armancên Mîr dike û dibêje: ((Rexneyên narewa li vê elfabeyê dibin, ya seyir ewe ku her yek tiþtekî li gor xwe dibêje. Jiber vê gerek ji her hêlê ve rastiyên elfabeya Celadet diyar bibin.
   Armanceke meyî din jî heye; diyare ku yekgirtina elfabeya kurdî rola kevirê qorziyê di yekgirtina zimanê kurdî de dilîze. Mîr Celadet me hiþyar dike: Herwekî me çend caran gotiye; yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya ziman de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfebeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin.))



Ev pirtûk  ji sê beþên serekî pêk tê:
1 – Rexneyên li elfabeya mîr Celadet û bersivên wan: Di vî beþî de diyar dike ku elfabeya mîr Celadet Bedirxan duriste û li ser bingehekî zanistî hatiye avakirin û tev rexneyên ku li elfabeya wî hatine kirin û têne kirin ne li ser bingehekî zabistî avabûne û avadibin..
2 – Pîvana boþiya tîpan li gor Þanon(1), wek ku di zimanê ingilîzî de hatiye, wî jî, 20 melyon tîpên Kurdî berhevkirine û di hemû qunaxên pîvana Þanon re derbas kirine… Di encam de dîtiye ku 50% ji tîpên kurdî boþ derdikevin. (Bo zanînê; li gor pîvanên Þanon, di zimanê ingilîzî de jî 50% boþ derketiye..).
3 – Pîvana pêwestiya tîpên Elfabê: Di vî beþî de jî mamoste Derwêþ diyar dike ku li gor rebazên Þanon, bihevguherîna du (LL) bi (L)ê an du (RR) bi (R)ê, duriste û têgihiþtina þêwezarê soranî giran nake.    Hem jî diyar dike ku pêwistiya van herdû dengan ango (LL û RR), kêmî 2 ji 10 000 î ye. Encamê vê yekê ku di pirtûkekê de, ji 1000 rûpelî be incex rûpelek zêde bibe, lê lo gor boþiya deqan, wê dor 500 rûpelî zêde ye..
Mamoste Derwêþ Xalib, nimûneyên þêwezarê soranî ji ferhenga Estêre Geþe, rojnameya Kurdistanî newe û deq ji nivîsên rojhilatî Kurdistanê anîne…
   Di encam de diyar dike ku elfabeya mîr Celadet Bedirxan têra þêwezarê kurmanciya bakur û baþûrî Kurdistanê dike.
Beguman bi derketina vê pirtûkê re ronahiyek mezin li dor bikar anîna elfabeya kurdî latînî û hilgirtina dengê tîpan zelal dibe û ji herdû þêwezarên kurdî re.
   Em jî ji can û dil spasiya mamoste Derwêþ dikin, westandina wî di ber ferheng, rewþenbîrî û zimanê kurdî de piroz dikin û bi hêviya ku rewþenbîrên kurdan li dor vê pirtûkê bisekinin û rexneyên xwe bijbêjin û diyar bikin.

28/11/2007
Qamiþlo  

1 – Þanon: Claude Elwood Shannon, Zanyarekî Emerîkî bû, sala 1948 '''''''' A mathematical Theory of Communication, belav kir, ku iro bi navê (Teoriya Ragehandinê: Information) nase. Shannon di vî warî de pir navdare û teoriya wî di gelek warên zanistî de bi kar tê…

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark