Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Tu ne hatî

 


  Nrîn Umer

Na..Na
Nema Ez Sozên te
Di himbêza
Coþên xwe de
Vediþêrim
Nema ez Pira
Ava dikim li himber
Pêlpêlokên peyvên
Te de
Çavên Dilê min
Nema Hêsrên
Hoþîniyê li ser
Hatina te ya nehatî


Di bezîne
Tilyên Hizir û
Samanên min
Nema Xapên te
Li ser Baskên
Hestê xwe di
civînin
Piþtî min
Dastanek ji Tîpên
Bendewariyê..
Rêste
Þev li pey Rojê
Ez diçûm li wî Warê
Te di Xwenerojên
Nîgaþa Min de
Rengreng kirî
Kiras û Xiftanê min
Di peyîvî ji
Rengên Buhara
Dilê Xortaniyê
Hemayloka min ya
Gulgulî wekî Baxê
Þahiya me li ser
Serê min Govendek
Botanî vedida
Narînka Koçerî
Di Bîroka Hestên
min de dilerizî
tu ne hatî...belê
tu ne hatî..??!!
bibûre ez ne
Xinizim da ez
rengên Kiras û
Xiftanê xwe
bi vemrînim
Baxê
Hemayloka xwe
Bi þewitînim
bi Girêdanek
bê Sûde
tu nehatî
bi bûre ez jî
ne hatim
Ango ez jî
Nema têm.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.12
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark