Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Heşt Sikrat

 


mesûd xelef
doxanxezna@yahoo.com


Dema ku xem ji welatê xeman dihatin
Min li ber awazên te, êşên axaftinên te dijimartin
Xewin û xewin
Şev û şev
Dev û dev
Min hebûna bêrîkirina te ya salan dihedinand

Erê ma tu dizanî
Lorîka me di zikê çiya de mezin bûye
Û bi kefa stirîzerkê derbeder bûye


Min îşev darbesta xwe dikire landikek
Min îşev stirana xwe dikire memikek
Min îşev defa mirinê dikire hezkirinek
Ji bo wan hêsirên xewina borî

Bêje hevala şevê min
Û hêdî hêdî maça xwe li gerdena min bialîne
Erê ma tu dizanê, ev jiyan kengî xweş dibe
Wexta ku em hest dikin..
Bi wê kêliya hebûna xwe
Wexta em bi xwe re, bi tere difirin û dîn dibin
Erê ma tu dizanî em kengî kêfxweş dibin
Wexta êş, jan, kul, derd û azarên me dizên
Û em dibine dîlê xewnên xwe yên nexweş
Nexweş anku birîndar anku leşekî zindî
Û axeka har û helbesteka jar
Û meşeka bê şev… bê sînor
Û bê welat û bajar

Erê xatûna min
Ev in zarokên min
Sînor, helbest û şevistan
Vêce were û li ber xweke
Fîstanekî ji lewendiyên Hemedanê
Şarekî,. Desmalekî ji welatê Xurasanê
Û ji bîr neke kilê Musilê
Hindek jî gulava Wanê
Û bihayê maçekê ji evîna Qamişloo
Belkî wî wextî…
Axa me…..
Bi kêrî heriya tenûrekî were, ku diya min têde nanê xwe bipijîne.

Deşt û deşt
Şewat û şewat
Agir û agir
Û gavên evîneke tirsonek
Da ku destê min serê min nexwe
Û hezkirina te her ji beyarên mirina min biherike

Ey sultana heşt bajarên zincîrkirî
Heşt keçên ji keçkanî xistî
Heşt navên li defterê xwedayan reş kirî
Heşt dilên bê yar û destgirtî
Heşt birînên ser negirtî
Heşt sinblên ne seridî
Heşt zeytûnên ber ne girtî
Were
Û tu bibe bihina heşt skiratên min
Û tu êdî binivîse her heşt xewnên min

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark