Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: DIVÊ TIRKİYÊ DEV JI ŞER Û ÊRIŞÊN XWE YÊ Lİ HEMBERÎ NETEWEYA KURD BERDE…

 


  Civîna Meclîsa TVEKURDê ya 3-emîn di 27- 28. 10. 2007  de bi rojeveke dewlemend û gelek girîng pêk hat. Meclîsê encama minaqeşeyeke dûr û dirêj biryar da ku mijarên li jêr bi reya giştî re parva bike.
I- Li ser xebat û rewşa siyasî ya TEVKURDê ji aliyê berdevik û sekreter de agahdarî hat dayin. Ji aliyê rêxistinîkirina TEVKURDê de li ser rewşa welêt û li ser rewşa dervayî welêt hat rawestandin.


Li welêt, avabûna unîteya herêmî ya li Îzmîrê û Stenbolê hat nirxandin. Daxuyaniyên ku di derbarê van unîteyan de berçav hat kirin. Ev gavên ji aliyê rêxistinî de li welêt hatibûn avêtin êrinî hatin nirxandin. Ji ceraibandina van avakirina unîteyan derket holê ku li Kurdistanê û metropolê uniteyên din yên herêmî ava bibin. Pêwendiya bi HAK-PARê û Demokratên Şoreşger/CIWAN-KURD re hat nirxandin. Hat tespît kirin ku ew jî daxîl, bi hemû rêxistinên sivîl/siyasî û grubên siyasî yê kurd re pêwendî pêşva bê xistin. Li dervayî welêt jî, gor plana ku hatiye pêşkêş kirin civîn, bi awayekî din, ji bo modela rêxistinî ya TEVKURDê li Ewrupayê tespît bibe, rêxistin li dervayî welêt ava bibe, pêşniyar b3n girtin. Kadroyên siyasî jî beşdarî pêvajoya TEVKURDê bibin.
II- Bi taybetî li ser rewşa siyasî ya awarte li Tirkiyeyê û Kurdistanê û Rojhilata-Navîn hat rawestandin. Di vê xalê de hemû endamên meclîsê yên beşdarî civînê bibûn, him di merheleya şirovekirinê de û him jî di merheleya ku “gelo li hemberî êrişên Tirkiyeyê çi bê kirin?” axiftin kirin, bîr û reyên xwe diyar kirin.
Bi yek dengî hat diyar kirin ku êrişa dewleta tirk li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê û tevgera Bakurê Kurdistanê ye. PKKê sedema esasî û stratejîk nîne.  Dewleta tirk, piştî ku Dewleta Federal ya Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê ava bû, ev siyaseta xwe ya dîrokî û edetî gor şertên nû bi awayekî nû meşand. Meşruiyeta Dewleta Federal ya Iraqê ji mecburîyetê nas kir, lêbelê meşruiyeta Herêma Federe ya Kurdistanê ji aliyê huquqî de nas nekir, bi serokên Kurdistanê û Hukumeta Federa ya Kurdistanê re dijberî kir, gelek aşkere diyar kir ku dema ku li Kerkûkê referandûm pêk bê û Kerkûk bi Herêma Federe ya Kurdistanê re bê girêdan, dê wê demê Başurê Kurdistanê dagir bikin, dê Herêma Federa ya Kurdistanê hilweşînin. Ev siyaseta şerê giştî yên rojên dawî bi tezkereyê hatiye îlan kirin, encama vê siyaset û stratejiya dewleta kolonyalîst e.
Endamên meclîsê piştî ev tespîtên hevbeş û stratejîk li hev  kir, biryar bi yekdengî hat girtin ku li hemberî ev siyaset û starejiya dewleta tirk û şerê giştî bê rawestandin. Ji bona vê jî, di navend û çerçoveya berjewendiya neteweyî de bi hêz û rêxistinên sivîl û siyasî yên Kurdistanê, bi cıvata kurd re hevkarî û yekîtî pêwîst pejirand.
Ji bona ku li hemberî siyaseta dewleta tirk bê têkoşandin, gelek pêşniyar hatin kirin. Ew pêşniyaran wek: 1- Li kolanê civîneke kîtlewî ya çapemenî, 2- Xwepêşandin, 3- Meş, 4- Grêva birçîbûnê, 5- Protestoya rûniştinê, 6- Konferansek an jî civîneke giştî ya salonê, 7- Bi Hukumet û serokên Kurdistanê re danûstandin, an jî name şandin, 8- Qempenyaya îmzaya belavokan, civînên qehweya û parkan, 9- Deqîqekê lambe temirandin, 10- Bi ciwanên kurd yên ku li hemberî siyaseta Tirkiyeyê refleksa neteweyî nîşan didin re danûstandin, 11- Li Kurdistanê û metropolê komîteyên parastinê ava kirin…
Piştî mainaqeşeyên kûr û dirêj, biryar hat girtin ku Meclîsa TEVKURDê li kolanê li ber AZC Plazayê civîneke çapamenî ya kîtlewî bi dar xe. Xewpêşandanekê organîze bike, ji bona vê bi hemû hêz û rêxistinên sivîl û siyasî yên Kurdistanê re danûstandin bike, xwepêşandinê bi hev re organîze bike. Heger hêzên kurdan vê yekê nepejirîne, bi serê xwepêşandekê organîze bike.
Meclîsa TEVKURDê di 31. 10. 2007-an de li kolanê bi kîtleyeke girseyî civîna çapemenî bi dar xist, êrişa dewleta tirk ya li ser neteweya kurd û Herêma Federe ya Kurdistanê protesto û rûreş kir.
 
Ji bona xwepêşandinê konferansê, çalakiyên din bi hemû terefên kurd re danûstandinan dest pê kir. Ew xebata bi firehî tê domandin. 
 
III- Girêdayî agahdariyên bi devkî û niviskî biryar hat girtin ku: 1- Komîteya Rêvebir li Entebê, Merdînê, li bajarên din, bi riya endamên TEVKURDê civînan bi dar xe û unîteyên herêmî ava bike, 2- Beriya kongreya awarte ya destûrê ji bo rêxistinîkirina TEVKURDê li Ewrupayê û modela rêxistinê pêşniyar û nerînên kadroyên siyasî yên alîgirên TEVKURDê bê girtin, Komîteya Rêvebir ya TEVKURDê ji bona vê xebata xwe xurt bike, hewildana xwe pêş bixe, planeke nû ya xebatê bimeşîne.
IV Rewşa Komîteya Rêvebir û komîsyonên hatine ava kirin ji ber çav derbas bûn, li ser kêmasiyan wan hat rawestandin. Pêşniyar hat kirin ku dema ku Komîteya Rêvebir kêmasiyên xwe ji holê raneke, di Civîna Meclîsê ya  bê de li ser guhertina Komîteya Rêvebir bê rawestandin. Komîsyonên hatin ava kirin, dest bi civînê xwe bikin, xwe ji alî teknikî de rêxin, gor wezifeyên xwe karên xwe di çarçevoke planekê de bimeşînin.  

 Ji bona ku organên TEVKURDê û endamên wê çalak, afirandî û înîsyatîfgir bin, rewş hat şirove kirin,  di derbarê vê pirsê de pêşniyar  û fikir hatin pêşkêş kirin.

Ji aliyê Meclîsê de hat pêşniyar kirin ku beriya civîna meclîsê mitlaqa Civîna Komîteya Rêvebir bê bi darxisitin. Di wê civînê de Civîna Meclîsê ji bona ku serkeftî be, plan û proje pêk bîne.
VI- Li ser Kongreya awarte ya destûrê ya TEVKURD hat rawestandin, biryar hat girtin ku kongre di  navbeyna dawiya Çiriya paşîn û 15ê Sibata 2007-an de bê bi darxistin.
VII- Meclîsa TEVKURDê, endametiya MESOPê hat pejirand. Hat dest nîşan kirin ku ew ji bo Meclîsa TEVKURDê endemekî pêşniyar bikin. 
VIII- Meclîsê, rewşa endametiya Lokman Polat û Medenî Ayhan û Alîşan Mercan ji çav derbas kir û girêdayî sedemên cihê dawîanîna endametiyên wan kir biryar.
IX- Biryar hat dayin ku TEVKURD bûltenekê biweşîne û Komîsyona çapemenî ji bo bûltenê wezîfedar be.
X- Pirsa yekîtiya partiyeke yasayî êrinî hat pejirandin. Hat diyar kirin ku wek dezgen û tevgera yekîtiyeke neteweyî TEVKURD, raste rast ne muhatabê vê xebatê ye. Lê endamên TEVKURDê azad in ku di wê xebatê de bi azadî cîh bigrin.
XI- Pêşniyara ku ji aliyê endamê meclîsê Fehîm Işik de di derbarê DTPê de hatibû kirin: Hat şirove kirin, ji bona ku pêşniyereke konkret/diyar nehat pejirandin, di derbarê pêşniyarê vê de biryarek nehat erê kirin.
XII- Li ser Newroza-2008-an û Hilbijartinên Herêmî rawestandin, zû hat pejirandin, ji rojevê hatin derxistin.
XIII- Civîna Meclîsa TEVCKURDê ya 4-emîn dê di 5-6. 01. 2008-an de pêk bê.

         MECLÎSA TEVKURDÊ

 

(*) Daxuyaniya Civîna Meclîsa TEVKURDê ya 3-emîn


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark