Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: hevpeyvînek li gel ebdul hemîd derwîş

 


  Çareserkirna pirsgirêka PKK bi aştî ji tevan re qizince

Di 20 .10 .2007 an de (PUKmedia) hevpeyvînek çêkiribû li gel mamoste Ebdul Hemîd Derwîş (sekretêrê partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya) , di vê hevpeyvînê de roniyê tavêje ser hin pirsgirêkên siyasî yên giring , nexasim biryara perlemanê turkî bo derbasbûna herêma Kurdistan bi behana êrîşa li ser PKK , ji ber giringiya vê hevpeyvînê ku li şam rojnamevan (Ibrahîm Ebdî) pêre çêkiriye , vaye li jêr me ji xwendevanan re ji zimanê Erebî wergerandiye  zimanê kurdî :


* nêrîna we çiye ji van buyerên dawî ku perlemanê turkî , rê daye leşkerê xwe derbasî kurdistana îraqê bibe bi behana dûvketina çekdarên PKK li wir ?

** divabû hikûmeta turkî û berpirsên turkan şêwekî din bibînin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê , û şêweyê din ku ez dibînim ewe ku pêwîste riyên diyalogê werin vekirin bi tevgera kurdî re li turkiye û her wiha PKK jî dinavde , ev çareserkirina bi aşitî ew bi tenê wê aştî û ewlekariya turkiyê bide parastin , lê belê gef û êrîşên leşkerî êdî bûne siyasetek kilasîkî û Kevin û tu dost û hevalên wê nemane li cîhanê , û gift û goya ku dibe derbara êrîşberdana turkan li ser kurdistana îraqê , û erêkirina perlemanê wan li ser vê biryarê ew bi xwe şaşiyeke mezine , û bêgumane ku wê bête pirotisto kirin ji alê hemî hukûmetan û ji alê raya giştî ya cîhanî ve..

* hin kes bawerin ku armanc li pey vê êrîşa turkan ya leşkerî li ser kurdistana îraqê , eger pêk were , ewe ku vê ezmûna kurdî ya bi serkeftî li kurdistana îraqê têkbibin , û xwesteka wan jî ewe ku destkeftiyên miletê kurd li vî herêmî bidin perçiqandin , hûn vê nerînê rast dibînin ?
 
** belê , ez bawer dikim ku ev bi xwe armanca serekî ye ji tevgera turkan , ji ber ku kêşa fîdralizmê li Kurdistan îraqê kêşeyek girînge , û aciziyek mezin çêdike , û dewletên ku kurd li cem wan hene (turkiye , îran û sûriye) vê ezmûnê dibînin wek xeterk li ser xwe , ji ber ku di tirsin ku kurdên li cem wan jî wan maf û destkeftinên ku birayên wan li Kurdistan îraqê bidest xwe xistine , ew jî mîna wan bixwazin , lewma ev dewlet dixwazin vê ezmûna biserkeftî bidin perçiqandin ji bo ku nebe nimûnek ji kurdê parçên din re jî , êdî ew jî wek vê ezmnê ji xwere bi xwazin , û ez bawernakim ku armanca serekî ji vê pîlanê lêxistina bingehên PKK be , lê turkan çalakiyên PKK kirine behane ji bo vê ezmûna kurdî ya dîmoqratî li kurdistana îraqê bide herivandin , û ji bo berê îraqê ji sîstema wê ya fedralî bide guhertin..
egr rewş wabê , divê li vir ez bêjim ku rezgarkirina Kurdistana turkiyê ji çiyayê Qendîl pêknayê , lê belê ji hundurê kurdistana turkiyê pêk tê , yanî ji çiyayê Ararat û agirî .. û ez hêvîdikim ku biraderên di PKK de vê xalê baş têbigihin , û behane nedin dest turkan û yên dinê ku dest bi êrîşên leşkerî bikin  ji ber bê gumane ev êrîş wê zirarek mezin li şûn xwe bihêle , her wiha ez bangewazî hikûmeta îraq û berpirsên kurdan dikim , bi tayebet berêz Celal Talbanî serok komar , û berêz Mesûd Berzanî serokê herêma Kurdistan ku karekî bikin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û qutkirina rê li ber hemî destên derve ku dirêjî hundur dibin .

* nerîna sûrî çawa we xwend , ku serokê sûrî Beşar Esed eşkere gotibû dema çûbû serdana tirkiyê vê dawiyê , ku ewî piştgîriya êrîşa leşkerî kir dema got ku mafê turkiya heye li ber xwe bide li dijî tîrora PKK ku ji alê îraq ve tê , li gor ku turk di bêjin ?

** şaşiyek mezin ez di vê nerîna sûrî de di bînim , û daxwiyaniya ku serokê sûrî Beşar Esed belav kiribû ne di ciyê xwe debû û ne dirust bû , û wê were famkirin ku nerînek nîgetîve li dijî kurdên îraqê û li dijî miletê îraqê bi tevayî jî , herwiha çi nerînek piştgîriya êrîşa turkiye bike ew nerîn çewte , bi baweriya min daxwiyaniya serokê sûrî pêwistî jêre nebû .

* tu bawer dike ku ew nerîn hatiye ji bo lêxistina ezmûna kurdî ya serkeftî li kurdistana îraqê , ku navtêdanê dide kurdên parçê din ji bo ew jî doza çareseriyek weha bikin ?

** bê gumane ku ezmûna kurdistana îraqê wê di demek nêzîk de rolekê bi lîze û wê piştgîrbe ji tevgera kurdî re li kurdistana turkiye û îran û sûriye , û wê hêzên şofînî û nijadperest , ku dijatiya jiyana dîmoqratî û azadiya miletan dikin , wê bi çavê tirsê li vê ezmûnê bi nerin , û ev hêz jî di van dewletan de hene , û wê bi hemî hêza xwe karbikin ji bo xerakirina vê ezmûnê da ku neyê guheztin bo welatên wan ..

* serok mam Celal doz li enqera kir ku bîna xwe fereh bike û xwe ragirê , ji PKK jî xwest ku bingehên xwe yên li çiyayê qendîl berdin û vegerin turkiye , lê berêz Mesûd Barzanî ji miletê kurd li herêm xwest ku li ber vê êrîşa turkan bisekine û li ber xwe desthilîne bi hemî karîbûna xwe , hûn çawa vê nerînê di bînin ?

** dûbare dibêjim ku çareserkirina bi aştî , ew baştirîn çareserkirne , û berjewendiya hemî aliyan têde heye , û eger êrîş dest pêbike bêguman wê miletê kurd mezintirên zirar bi bîne , û daxwiyaniyên ku mam Celal belavkiribûn rast û durist bûn , û ji biraderên PKK tê xwestin ku bawernekin wê karibin kurdistana turkiye rizgar bikin ji çiyayê Qendîl , divê herin çiyayê turkiye , ew çiya gelekî başin ji bo şerê çekdarî ku ev partî pê dibake , û bi nerîna min divê turkiye li çareserkirinek dîmoqratî bigere ji bo pirsgirêka kurdî li cem xwe , berî ku berê xwe bide şêweyên leşkerî .
pirsgirêkên miletan êdî nema bi çek û şer çareser dibin , û ta niha ji miletê kurd pêve kes nemaye bêpar ji mafên xwe yên netewî di vê cîhanê de , lewma divê Enqere bikeve diyalogên kur de bi tevger û kesên kurd re yên li kurdistana îraqê , û bi kurdên  li turkiya jî tevlî PKK ku ew jî êdî wê bibe beşek ji çareserkirinê ne ji piroblemê , û bi gumana min kurd li turkiye daxwaza mafên giran nakin , û li ser roniya zordestiya ku hatiye meşandin li dijî wan di qûnaxên bûrî de , wê razîbibin bi hindiktirîn destkeftin , û ezmûnên turkiye yên tal hene ji ber ku her xwestiye bighe çareseriyekê bi şêweyê leşkerî û her ew jî bi serneketiye .

* tu ji PKK dixwaze ku ji bingehên xwe li çiyayê Qendîl derkevin , lê li gor nerîna eydiyolîcî ya PKK : Kurdistan yek parçeye lê di nav çend dewletan de hatiye parvekirin ?

** ez li dijî vê nerînê me , ji ku bi dîtina min ew nerînek xeyaliye , û ne li gor rewşên herêmî û yên navdewletî ne , û bi tu awa piştgîriyê ji kesekî nabîne , û ji mafê desthilata îraqê ye ku îraqa gênc biparêze ji hemî pîlanên ku dixwazin ewlekariya wê têkbibin , û her weha hikûmeta kurdistana îraqê jî mafê wê heye ku tiştê pêwist bikedi vî warî de , û hevalên PKK dive li ber nazikbûna vê rewşê bisekinin û ji kurdistana îraqê derkevin da ku ew jî nekeve ber xeterî de , û behanê ji dest turkan bikşînin , û ji vê bêtir ez bawerdikim ku îro bêdengî ne gurkirin ji PKK tê xwestin , ji ber ku mana Receb Teyib Erdogan ji bercewendiya kurdaye , ji ber ku leşker jê hesnake , û rabûna PKK bi operesiyonên çekdarî li turkiye nerîna Erdogan qels dike ku dixwaze rola leşker teng bike , hikûmeta Erdogan ji yên din çêtire di derbara dan û sitandinê de bi kêşa kurdîre li turkiye , û ew amadeye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî , ji ber vê yekê pêwîste rê were dan ji van hêviyan re da ku Erdogan xwe ne avêje hembêza leşker ..

 * berî çend rojan bîranîna salane ya hejmartina awarte ku li herêma Cezîrê di 1962 an de pêkhatiye , û li gor vî pirojeyî bi hezaran kurdên sûrî ji nasnama wan bê par man , û serokê sûrî Beşar Esed di gotina sûnd danê de li miha tîrmeha bûrî de , di perleman de soz dabû vê kêşê çareser bike , gelo tu gavên pirktîkî di vî warî de hatine avêtin ?

** ji ber ku ez dinav tevgerê de me ji dema destpêka wê ve di sala 1957 an de , min dehan car ji berpirsên sûrî bihîstiye ku hindik maye ku çareserkirina kêşa nasnamê bi dawî bînin , lê mixabin ew soz pêk nehatin ta îro , lewma ez nema bawerim bi pêkanîna tu sozan di vî warî de , û min ev baweriya xwe guhezt ji Necah Etar re (cîgira serok komar ya karê rewşenbîrî), min ji wêre got : (em nema baweriyê bi van sozan tînin ji ber ku nayin bicîkirin , hêvîdikim ku hûn karekî bikin eger piçûk be jî , ji bû ku bawerî bi we were ..) , ji vê zêdetir jî diyare ku ji dema mirna Haviz Esed ve şûndevegerk heye di nerîna desthilata sûrîde beramberî kêşa kurdî , vaye çend buyerên nigetîv mîna buyerên 12 .3.2007 li qamişlo , û kuştina Şêx Maşûq Xiznewî , û nakûkiyên ku vê dawiyê li dêrikê gihşibûn xwînrijandinê di navbera kurd û fila de .. evan buyeran sere kurdan dixwest , tevî ku seranserê 30 salî ji hukmê rehmetiyê Haviz Esed herêmên kurdî li sûrî buyerên wek van xerab nedîtine , hêvîdarin ku desthilat nerînek pozetîf ji kurdên sûrî bigre , û dev ji siyasatên şovînî berde ku ji alî şofîniyan têne meşandin li dijî kurd , ev siyaset qet xizmeta sûriya nakin , lê belê zirarê digihînin yekîtiya niştimanî sûrî .
 kurd parçek ji vî welatîne û di ve li wan bi nerînek wekhev bi nerin beramber xelkên vî welatî yên din ,û li mafên wan jî bi nerînek mirovayetî û niştimanî adil bi nerin , û dûrî hemî rengê zilim û zorê.. 

* têgotin ku nerînek heye ji bo cîbicîkirina çend êlên ereb di herêma dêrikê ya kurd de li bakurî rojavayê sûrî , çi rastiya vê gotinê ye , û çi nerîna weye ?

** tiştê ku tê gotin raste , û biryar jî di vî warî de hatine sitandin lê ta niha nehatine cî bi cîkirin , em ji hukûmeta sûrî hêvîdikin ku ku vê gave ne avêje , ji ber ku wê bi be mayinek wê bi teqe  di nav millet de li cezîra sûrî ji kurd û ereb asûrî .. û yên dibin .

* wek tevgera kurdî li sûriya , we çi kiriye da ku weke vî pirojeyî neçe serî ?

** di dest mede tenê pirotistokirin heye , me dezgehên dewletê yên asayî û opozisyon tev agahdar kirine bi zerera ku ev piroje wê lid û xwe bihêle û me ev siyaset tazikiriye , ji ber ku ev piroje naye naskirin tenê nijadperestiye û dive were pirotistokirin , û desthilat jî divê jidev berde û nema di cîbicîkirina wî fikire ..

Wergerandin ji Erebî : Elî Şemdîn

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark