Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Roja duyem ya heleqeya “Parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsa asayişa neteweyî”

 


Hewlêr –Kurdistana Îraqê

Di roja duyem ya heleqeya lêkolînî bi sernavê“ Parastina ezmûna Herêma  Kurdistanê û pirsa asayişa neteweyî” ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêr paytexta Herêma Kurdistana Îraqê saz dike, birêzan Nûrî Butres (endamê parlementoya Îraqê) û Ebdulselam Berwarî û Arêz Ebdulla sêmînarên xwe pêşkêş kirin.


Di destpêkê de, endamê parlementoya Îraqê birêz Nûrî Butres giringiya pirsa asayişa neteweyî a kurdistanê xiste rû nemaze piştî bûyerên vê dawiyê li ser sînorê Kurdistanê di navbera artêşa Tirk û çekdarên PKKê de.Birêz Nûrî got ku li Tirkiyê pirsgirêkek Kurdî heye lê her û her hatiye înkarkirin, lê AKPê mikur hat ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyê heye.Di derbarê şerê sînor de jî wî got ku pirs bi riyên leşkerî çareser nabe , lê belê di riya dîplomasiyet û rêgeçareyên aştiyane de anceqx bête çareserkirin.
Ji aliyê xwe de, Ebdulselam Berwarî behsa pirsa asayişa neteweyî kir û tekez kir ku divê berjewendiya kurdî ya bilind bête parastin.Amaje jî bi bernameyê PDKê-Îraq di salên 70 û 80yan de da. Berwarî balkişand ser pêwîstiya parastin û pêşvexistina Herêma Kurdistanê û ev wek erkekî neteweyî û niştimanî nirxand û got ku pêşveçûna rewşa Herêma Kurdistana Îraqê dê bê guman bi helwestên erênî ji Kurdên parçeyên dinê Kurdistanê ve were pêşwazîkirin, û ev yek jî guneh nîne.Di heman çarçoveyê de, Berwarî banga avakirina kongirekî Kurdistanî giştî kir ji ber ku piştgirtina hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kurdên parçê din re pêwîst e ku peyivgeheka xwe hebe ji bo danûsitendin û gotûbêjan, û di vir de rola partiyên Kurdî yên rojavayê Kurdistanê di piştgirtina şoreşgerên Kurd yên başûrê Kurdistanê de berz nirxand. 
Her weha , birêz Berwarî ser guherînên PKKê di warê bername û dûrgirtina xewna Kurdistana mezin û hizra markisî-lênînî axivî.Di dawiya axaftina xwe de tekez kir dem hatiye da ku kurd bi yek helwestê berjewendiya neteweyî kurdî biparêzin.
Birêz Arêz Ebdulla ronî xiste ser pirsa asayişa neteweyî û got ku Herêma Kurdistanê rastî du core êrîşan niha têt, yek ji derve û ya din ji hundir.Ya pêşîn ji aliyê dewleta Tirkiyê ve û ya din girêdayî kêmasî û çewtiyên hundir in wekî ne zelaliya helwesta PDK û YNK derbarê PKKê de .Arêz bang li PKK ê jî kir ku ew pirsgirêka Kurdî ser hertiştî de bigirin û hemû çalakiyên xwe nexin bin xizmeta kesekî tenê de ku ewjî serokê PKKê ê zindankirî Ocalan e!Li ser rewşa hundrîn jî, wî hikûmet rexne kir û gendeliya heyî destnîşan kir.
Piştî bidawîbûna sêmînaran nîqaş û guftûgo di navbera amadebûyan û axaftivanan de çêbû û wan bersivên pirsên hatin kirin , dan.
Bernameya roja sêyemîn: sêşemmeb30/10/2007
-Mihmmed Mela Qadir
-Azad Cindyanî
-Sero Qadir

  Komîteya Ragihandinê
Kombenda Kawa bo Çnda Kurdî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark