Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Fistīvala bīranīna 23 saliya koēkirina Seyda Cegerxwīn

 




(Qamižlo – welateme.net) duh 22/10/2007 katjmêr 7î êvarî fistîvala bîranîna 23saliya koçkirina helbestavanê kurd Seyda Cegerxwîn, li Qamižlo li ser gora wî -ya kû hatibû xemlandin bi gurzên gulan û wêneykê wîyê mezin- hat li darxistin. Ev fistîval hatibû amadekirin ji aliyê komîta amadekar ya kû  ji komîta wežanên bi kurdî li Sûriyê tên wežandin, hatiye damezrandin.


Nêzîkî 250 kesî li vê fistîvalê beždarbûbûn, pirên wan ji helbestvan, nivîskar, rewženbîr, siyasetmedar, û kesayetiyên olî pêkhatibûn, her weha koma Newroz ya bi ser partiya pêžveroya demoqrat jî bi cil û bergên xweyî floklorî li hawîrdorê gora Seyda civiya bûn.
Di vê fistîvala bîranînê de, gelek gotar, lêkolîn û helbest hatin xwendin, ji wan e:
- Heybet meemo: Gotina komîta wežanên kurdî
- Kisra Cegerxwîn: Nameya malbata seyda Cegerxwîn
- Arjen Arî (ji Amedê): gotinek
- Xelîl Sasûnî: Helbest
- Derwêž Xalib: Gotar
- Rezo Osê: lêkolîn
- Deham Ebdulfetah: gotinek
- Xalis Msewer: lêkolîn
- Salhê Heydo: Helbest
- Bêwar Brahîm: gotar û Helbest
- Narîn Umer: Helbest
- Hozanê Girkundê: Helbest
- Hêmin Mendanî: Helbest
- Salhê Silo (bavê Muslih): helbest.
Herweha gelek birûsk jî hatin xwendin kû ji navend û dezgehên çandî, malperên kurdî , nivîskar û hunermendên kurd ji derveyî welêt û ji hundir, hatibûn rêkirin.

li dawiya fistîvalê peyamnêrê malpera (welatê me)  xwest nerîna çend kesên peždarbûyî, li ser vê fistîvalê bistîne: 
- Enîse mele Xelîl (ji malbata Cegerxwîn): Cegerxwîn gulek bû bexçeyek çêkir, pêktê ji van nivîskar û helbestvan û zanayên kû li vir amadene.
- Nesrîn Melekî (hevjîna nemir M. Žêxo): berî her tižtî ez sipasiya we dikim. Sipasiya çi karê kû xortên me qîzên me dikin , ez bihêvîme miletê me roj bi roj gav bi gav kar û xebata xwe mijûlbin, Ez gelkî kêfxwežim kû peždarî vê ževê bûm, û ez gelkî kêfxwežim kû ev bîranînên wilo tên li darxistin, û ev cihê serbilindiyê ye. 
- Dildarê Mîdî: ez sipasiya we dikim. Ev žev ževek pir xwežbû, ez bi hêvî me pir ževê wilo xwež û xwežtir jî li bajarê Qamižlo bên e amadekirin, ev bajarê kû li ber dilê me teva žêrîn û ezîz e, bajarê Seyda Cegerxwîn e, xwezî ez di wê hêviyê debame kû komîteyên meyî amadekar jî di bilindbûna bajarê qamižlo de ban, û li gor bejna seydayê Cegerxwîn ban di vê ževê de, ji ber kû gelek kêmasî çêbûn, ji bilî ên (teknîkî) gereke ev gotarên binirx yên van nivîskarên meyî giranbuha , ževek taybet li ser wan hatiba çêkirin, ya dîtir, gelek helbesvanên mezin hebûn gereke helbestên xwe bi xwendan û yê xwendinê bûn lê mixabin hatin jibîrkirin , û xwezî jibîrkirin bê, wek wan da nîžandan, kinbûna ževê bê, em bi hêvîne kû ne tižtek dîbê, lê em ditirsin kû pîlana destin režbû li pižt perdê.
Û li dawî ez mamostayê hêja Xalis msewer rexne dikim, kû (Suhêl Zekar) wek nûmûne di lêkolîna xwede bi karanî , û wek kesayetiyek pir zana da naskirin ??!!















 
Heybet Meemo: ji komîta wežanên kurdî


Helbestvan û nivîskar Arjen Arî ji Amedê


Derwêž Xalib: komîta fêrbûna zimanê kurdî


Helbestvan Xelîl Sasûnî


nivîskar û lêkolîner: Rezo Osê


pisporê Zimanê Kurdî: Deham Ebdulfetah


nivîskar û lêkolîner: Xalis Msewer










Helbestvan Salhê Heydo




nivîskar û helbestvan: Bêwar Brahîm, nûnera PEN a kurd li bažurî rojavayî kurdistan 




nivîskar û helbestvan: Narîn Umer


Helbestvan: Hozanê Girkundê


nivîskar û helbestvan: Hêmin mendanî


helbestvan: Salhê Silo




Arjen Arî

 
Kenala Asmanî (VÎN tv) jî li wir amadebû


Sekerterê partiya pêžverû birêz Hemîdê Hacî Derwêž jî li wir bû, li tenižta wî ya çepê: Diya Felek (Nesrîn melekî)






li ber derî li xatir xwestinê de žekir di hat belavkirin

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark