Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Selamo: Dibê em Şano bidin hezkirin

 


Hevpeyvîn: Siyamed Sîpan Uğurlu
siyamed@hotmail.com

Siyamed Sîpan: Di serîde em dixwazin we hinekî ji nêzve nas bikin. Gelo hûn dikarin hinekî bahsa xwe bikin? Selamo kiye?

Selamo: Ez vê pirsê hercar bi kurtî di bersivînim dibêjim Selamo layê Eyşê ye. Lê ev pirs bûye klasik û herdem tê pirsîn nizanin çima lê wusa.
Ez ji malbatek xizan têm, ji Nisêbînê me di salên 1990 de li Metropolê (Îzmir) min dest bi xebatên şanogeriyê (mirov bêje sketç baştire) kir û ez heta niha didomînim. Ji sala 1993 de li Elmanya dijîm û hîna jî xizanim tiştekî min nîne ji bilî xebatên min. Ez û ew, em bi hevre dijîn, em ji hev hezdikin.


Siyamed Sîpan: Hunera ku tu niha dike, hun dikarin hinekî bahsa vî şaxê hunerê bike û dîroka wê bikin?

Selamo: Ez naxawzim têkevim nav diroka Şano yê, wê dirêj bike lê weke her tiştî di cihanê de şano jî xwe nû dike. Dibe di nav kurda de, sedem çiye nizanim, lê ev beşa hunerê ku gelek girînge mixabin bi pêş neketiye şano li Yewnan (yunanistan) destpêkiriye. Wê demê gel didan hev û şano di xizmeta olê de bi kar tanîn û bandorek gelek mezin li ser gel çêdikir bi demê re ev hat guhertin, ji xizmeta olê derket berovajî wê êdî ji civakê re xizmet kir û bi awayekî tiştên tarî ronî kir û rê nişanî civakê da. Ev beşa ku em bahsa wê dikin mirov dikare bêje moderne. Bêtir vekirî rexne dike û taybetiya wê ku hem rexne dike û hem dikenîne. Ewrûpî jêre dibêjin stand-up komedî. Kurdan hîna jêre navek nedîtine. Navê wê bi kurdî çiye ez jî nizanim bera zimanzan navekî jê re bibinin.

Siyamed Sîpan: Wek ku tu zane di nava civaka kurd ev şaxê hunerê gelekî pêşde neketiye, ev jî sedemê kêm hezkirina kurda ji bo şano yê ye. Hun vêya çawa dinirxînin?

Selamo: Ez bawer nakim ku kurd ji şanoyê heznakin, ev ne raste. Şanoya kurda zêde pêşde neketiye, ev raste. Ger tu baş çêke û derkeve pêşberi gel, tu tiştekî bidê wan, wê hez bike. Em hemû gazina dikin, nivskar jî wisa ne, herkes dibêje kurd pirtûka min naxwinin. Ger tu xweş binivîsîne, wê bixwîne lê ne ji bo te , ji bo ku xweşe wê bixwînin. Şano jî wusa ye, em her gazinca ji gel dikin ne raste ez çûm amedê û min dît. Temaşevan Zana ye, dizane çi dixwaze, her tiştên nayê ecibandin li wir min baştir famkir kû ev tiştê ku em çê dikin ne bese, pewiste bi zanistî li ser şanoyê em bixebitin û tiştên baş çêkin an na gel temaşe nake û mafdare jî.

Siyamed Sîpan: Di Roj TV de hun bi Berzan Şasiwar re di „TV ya Hindik lê Rindik“ de bi salan şano û stand-upan çêdikin. Gelo hun dikarin bahsa dîroka vê xebatê bikin?

Selamo: Bi hevalê barzan re ev demek dirê je ez dixebitim. Bernama „Televîzîyona hindik lê rindik“ bernama Berzan e. Wî çêkir ye weke zaroka wî ye di „Televîzîyona hindik lê rindik“ de gelek kes bi Berzan re xebitîn lê herî dirêj ez pêre xebitîme û hina berdewam dikim. Ez kêfxweşim, jê hez dikim. Dizanim hindike lê çiqas rindike temaşevan dizanin ez nikarim bêjim rindike.

Siyamed Sîpan: Piştî ku we biryar da ku tiştekî wusa çêbikin, we û Berzan ev bernamê amade kir, hun dikarin hinekî bahsa astengî an jî zahmetiyan bikin?

Selamo: Barzan ji xwe berê destpê kiribû dûvre ji min re ji bo xebatê got û min jî qebûl kir û ez jî pê re xebitîm. Niha ez bahsa astengî û zahmetiyan bikim wê bibe gilî û gazinc zahmetî nînin ji ber kû ez ji vî karî hez dikim zahmetî dengê Berzane, dengê xwe naguherîne. Gel carnan ji min re dibêje ji Berzan re bêje bila dengê xwe biguherîne. Ez jê re dibêjim, gava em destpê dikin ew jî ji min re dibêje bêîman dengê te pir bilinde, ez dibinde dimînim. Ez jî dibêjim di binde nemîne, ma ez çi bikim? Yanî dengê me carna ji hev direve wekîdin xebata bi Berzan re xweşe bi rastî.



Siyamed Sîpan: Berî wê jî di Bernama Seyidxan ya bi navê Birca Belek de jî we gelek lîstik pêşkirin li gel Kerîmo. Hun dikarin hinekî bahsa xebata weyî wê demê bikin?

Selamo: Birca Belek xebata min ya destpêkê bû. Di bernamê de wê demê ez û kerimo bi hevre bûn. Bername zindî bû, zahmetir bû ji „Televîzîyona hindik lê rindik“. Bawerim sal û nivê dewam kir. Zû xelas bû lê baş xelas bû, ez wisa difikirim, ji berku j bo min destpêkek baş bû

Siyamed Sîpan: Gelo li gora fikra we çima wusa civaka kurd ji bo şanoyê re girtiye? Sedem çiye ku bi dehan stanbêj derdikeve lê şanoger û standupçî kêmin?

Selamo: Min berî niha jî got pirsgirêk ne civake. Civak zêde vekiriye, em girtîne, em dernakevin nav civakê. Salê çend şano li ser dikêne gelo, çend tûrne çê dibin?? Yek pirsgirêk şanoya me ya niviskî pir lewaze. Nivîskarê şano kêmin, sedema din ji bo şano organîze nayên çêkirin ji ber kû pere di şanode nînin. Ger tu bi fikrekî ticarî nêzîkî şano bibe tu nikare organîzê jî bike, tê konserekê çêke wê deh hezar insan bên lê şano bera 400 kes bê, lê gerek mirov girîngiya wê nîqaş bike, ji ber vê yekê ez timî rexne dikim lê kes guhdar nake. Çima niviskarê kurdan vê yekê niqaş nakin? Kijan quncik nivîs, di quncika xwe de bahsa şano yê dike? Kîjan nivîskar leystokek şanoyê dinivîse? Ma ev karê min e?. Şanoger yanî lîstikvanê şano gelekin, min dîtin li amedê bi dehan hene û hezdikin, lê wê çi bilîzin? Herkes nikare hemû tiştî bike, hinek dinivîsin hinek dilîzin hinek Derhênerin. Li cîhanê wisa ye tenê li cem kurda ne wisa ye gerek, tu hemû tiştê xwe bi xwe bike wisa nabe. Ger nivîskar nîqaş bikin li ser binivîsin ka şanoya kurda heye an tune ye? Hebe di kîjan astê de ye? Dibêjin civak ji şanoyê heznake, çawa heznake? Gerek tu bidî hezkirin.

Siyamed Sîpan: Dema mirov li şano ya kurd dinere û li şanoyên cîhanê dinere, cûdahiyên di navbera wan de çine gelo, an jî asta ku şano ya kurd niha gihîştiye çiye?

Selamo: Mirov nikare bi ya cîhanê re miqayese bike ango bîne ber hev lê belê tevgerek heye li welat, gelek ciwan hene ku hewl didin tiştên baş çêkin, lê mixabin ne bese. Ji bo vê beşa hunerê seferberlîk pewîste. Di serî de gerek bê nîqaş kirin ger hate nîqaş kirin wê derkeve holê di kîjan astê de ye wê gavê mirov dikare nexweşiya bibîne û îjar li ser dermanê wê nîqaş bike.

Siyamed Sîpan: Hun dikarin hinekî bahsa projeyên xwe yî pêşerojê bikin? Ji bo pêşerojê hun çi difikirin ku pêk bîne?

Selamo: Ji bo pêşerojê xebatên min hene lê niha naxwazim bêjim car carna tu dibêjî lê dema bi derengî dikeve dibe derew. Lê dixazim di warê sînemade xwe pêşde bixînim li ser tiştekî wisa dixebitim ger derfet û mecal çêbibin sînema armanca min e.

Siyamed Sîpan: Li gora ku em zanin hun jî li xeribiyê dijîn. Hun dikarin hinekî bahsa jiyana xwe yi xeribîyê bikin û zahmetiyê wê û bandora wê ya li ser jiyana we yî şanogeriyê??

Selamo: Tiştê heri xirab ku ez ji welat dûrim, ji civaka xwe dûrim, û tiştê herî baş ez hîna bi tiştên civakê re dijîm yani ez li xerîbiyê me lê min zaroktiya xwe, civaka xwe ji bîr nekiriye. Û heger ez niha dikarim qerfa heneka bikim ev hina yên ku min di zaroktiya xwe de dîtiye û ji bîr nekiri ye. Qerfên civakî cavkaniya minin û li ser wan dijîm. Spas ji bo wê civakê ku dikarim piştî 15 sala li ser qerfên wê bijîm ev dide xûyakirin ku ciqas çandekî xurte. Lê em nizanin nûjen bikin, modern bikin û carek din lê vegerînin, kêmasî di vira deye.

Siyamed Sîpan: Ez gelek spas dikin, ku we ev derfetê axaftin û nîqaşkirinê da me. Em gelek kêfxweş bûn û di xebatên we yî pêşerojê de serkeftinên mezintir dixwazin.

Selamo: Ez spas dikm, di xebatên we de serkeftinê dixwazim. Silav û rêz ji bo gelê meyî Kurdîstanê.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark