Bihrî
Hey welat hey welat
Berxwedan û kêferat
Pê xebat û lebat
Can ji bo te bû xelat
Hey welatê þêrîn
Ezman þîn û ro zêrîn
Gulçîçek û nisrîn
Li mergên te kate kat
Hey welatê hêja
Bo te bêjim çi bêja
Bo te çûm nimêja
Bihna bihiþtê te hat
Hey welatê Kurdan
Pêþekê hemû derdan
Ne av û ne erdan
Dane wek te çax û kat
Ey welatê çiya
Zozan û þengebiya
Tev kulîlk û giya
Bêrîvan Fatê û Xat
Hey welatê cado
Ser te yekam nabê do
Evîna te îro
Xwe berdaye hîm û lat
Hey welatê aþtî
Dil bû derya ti keþtî
Ji tariyê riþtî
Roka geþ li te hilat
Hey welatê nemir
Bi êgir û bin kûmir
Ne bi tevr û bivir
Ne bin cengê bû mîrat
Hey welatê þoreþ
Sorgul pey hev bûne geþ
Keç û xortên keleþ
Ser te bûne dîl û mat
Hey welatê çakan
Dil paqij û dil pakan
Comerd û çalakan
Mal hiþtîne berebat
Hey welatê jaran
Bi feryad û hewaran
Nav diranê maran
Jehrê gelê te kir pat...
Hey welatê bin dest
(Bihrî) gêj û dil bi west
Perîþan û sermest
Bo evîna te welat.