Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: KELEHA MAMUSTA

 


XEMGÎNÊ REMO  

       Bavê min, ji bo hindek gerekî yên malê, hatibû bajêr,
Hevdîtina min û wî jî, li hev hatin bû, nîv rojê berê min li malê mû, dengekî ku guhên min, bihîstina wî ti carî şaş nake, bangî min kir, ez lê zîvirîm, bavê min, li firoşgeha dostekî xwe, yê Kevin rûniştî bû, li hêvîya tirimpêlek gund bû, ku wê hatiba wî birba malê, lê min nehişt, bi bergerî, min wî di gel xwe bir malê,
Ku şevekê lib a me be .


Bavê min, ne ji wan bavên dil keloke, ji me hez dike, lê hezkirina xwe nade der, di dilê xwe de dihêle û ti carî bi mêvan
Darî, naçe seredana keç û kurên xwe û ne jî ya xûşk ûbira yên xwe, lê di van salên dawî de, ez dibhîzim ku carna diçe seredana
Hin malên malbatê û çend rojekî lib a wan dimîne – yabo tu zanî
Ev qesir yak ê ye ..? em bê deng dimeşîyan û ji nişkave, min ev pirs jê kir, ez nizanim, ku bavê min bi çi dihizirî, ji xwe ev jî, şêwe yê wî yê sereke ye, ku pir kêm peyve, di cîh de rawestîya û
Dev ji hev, li ser û binê qesrê meyzand :
- qesra kê ye law ..?
-Ya mamusta ye .. serokê partî ya te, ya demakê
Kuro tu şaşe law ..ev kela ye ..avahî yek dewletê ye ..çîye ?-
-Belê, endazî û avakirina wê, ji cûre yên keleha ye, lê mala mamusta ye,
Bavê min, herdû destên xwe ji hev vekirin (ê , çima na kurê min? ev çendî salin, vî miletî dixapînin, ji xwe jî wê di kelehan de rûnên .)

       Ji dema ku min bîr dibir, min dizanî ku bavê min, endamek di partî ya mamusta de, ji ber ku gelekê caran, komcivînên partî yê, li mala me çêdibûn û bi wê bê gunehî û guhdirêjî ya zarokan ku dixazin li her tiştî gudarî bikin, min jî xwe di goşeyekê de dimelisand, bi mebesta ku ez di xizmeta hin xwestekên  wan deme, ku her bîstê carekê, yekî piyalek av ji min dixwest, yan jî min qutya yekî ji wan tije tûtin dikir, lê ez ji belav kirina peyalên çayê zivêr dibûm, ez ditirsîyam, ku bi ser hina de birjînim, wê hinge wê bavê min , li min rabiba, ez ji hêrsbûna wî ditirsîyam û gelekî zermezar dibûm, gelek caran, serên dîkan jî li mala me, dihatin jêkirin û rebena dîya min, diket ber nanê sêlê de, ji ber ku hinek hevala digotin (goştê dîkan, di nav mergê de û bi nanê sêlê re xweşe .!) vêca zivêrî ya min, ji wê yekê bû, ku piştî mêvanan ( hevalan) têr dixwarin û destên xwe dişiştin, divabû ku misîn di destê min deba û min av li destên wan kiriba.

       Gelek caran, bi destpêka êvarî re, bavê min radyo ya xwe, davêt milê xwe û berf ba, baran ba, ji mal derdiket, diçû gundên derdorê û bi destê sibê re, gava vedgerîya malê û li derî dida, em jî di gel dîya min hişyar dibûn, ku diçû drî lê vedikir, êvaran, dîsa gava ku li nûçe yên radyo ya şoreşê guhdarî dikir, bi van gotinan re, serok, tang, top, balefir, gelekî dilşad dibû, dihat ku radyo maçî bike, em jî di gel wî dilşad dibûn, carna ku bavê min ne li mal ba, ez jî fêr bibûm, ku dezge ya şoreşê, li ser kîjan pêlê û li ser çi (K . HZ .) derdikeve, bi coş min lê guhdarî dikir û min gelekî fam ne dikir, ku çi dibêje, lê ji hêrsa bêjer, xuya dikir, ku çêla şer dikir .

       Xwedê yo ..!! wê sibeha buharî, bavê min, çendî dilgeş bû, min xwe amade dikir, ku biçim dibistanê, bavê min rahiştibû radyo û dîlan dikir ..!! em kufletên malê, lê matmayî mabûn, bavê minî kêm peyv û  ne jî zane bikene û heta bi wê hingê jî, me hîn çi carî ne dîtibû, ku di govend û şahî yan de dîlan dike,
Vê sibehê bi nûçe yan re dîlan dike ..!! û dixwest ku me jî di gel
Xwe dilşad bike (kurê min tu dizane desthilatdarî ya otonomî çîye .? ) ez rebenê xwedê, kurê neh salî, min ji ku dizanî bû çîye ? vêca bi wî şêwe yê xwe yê rastgo, bo min ravedikir, lê me wê
Hingê nizanîbû, ku sînor di navbera me de hene, me wiha guman dikir, ku serok, serokê me tevaye û ev mafê bi destxistî,
Bo me hemi yane, ji lewrw di rêya dibistanê de, vêca min ji zarokan re digot : bendek ji vî mafî ewe, ku vêca emê bi zimanê xwe bixwînin .

       Çend salekî piştî wê rêkeftina avdarê , bavê min hîn jî li ser xwe bû û bê rawestan dixebitî, lê dîsa di sibehek buharî de, dihat ku bavê min dev li xwe bike, radyo li bin guhê dîwêr da, mîna  ku hêvî yên wî pêkve hilweşîyan, çixare li dûv çixarê dikşand, gund jî wê hingî bi kemereke qirêjî dorpêç bibû û malên gund ,
Teka teka bardikirin diçûn bajaran, lê bavê min çend hevalê xwe, biryar dabûn ku wê jig und ranebin .

       Piştî ku ez jî li bajêr bi cîh bûm, bavê min hîn jî pirtûk û govar ji min dixwest, ku ez jê re bibim, lê ne pirtûk û govarên
Me (yên komenîstan .!) çi cara ku ez bi seredan diçûm gund jî, tim ji min re digot (kuro, ev tu ji min re nabêje, tu û van hevalên te, yên ku hûn ji birçîna dimrin, hûnê çi ji vî miletî re
Bikin ? û rêberên we jî, hemi peya yên dewletêne .!) û roja bihîst, ku min dest ji komenîstan berda ye, gelekî dişad bû, ew jî hin bûyerên netewî bûn sedem .

       (dêmekî ew xanî yê mamusta bû ?!) kurê min yê bi çûk
Di himbêza wî debû, û yên din jî lê kom bibûn, lê diyar bû, ku
Bavê min, hîn jî bi rewşa mamusta û xanî yê wî dihizirî …

       Sibehê, gava ez di gel wî derketim, berî ku em nêzîkî mala mamusta bibin (min divê kolanê re nebe, bila ez qesra vî deyûzî nebînim ! û wê dîrok bide zanîn, bê kî ji me welatparêze, bila ew di kelehan de rûnên, em jî dest ji gunên xwe, yên dorpêçkirî
Bernadin û ne jî ji xanî yên xwe, yên kerpîçî drdikevin, di gel ku tenê em ava gund vedixun …) ez dîsa beramberî helwesta wî,   
Çendî bi çûk bûm, ku bavê min çendî hezjêkerê axê ye …

Xemgin-61@hotmail.com        

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark