Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: PEYVA TAZî 17

 


  Dildar Ismail

Hebû nebû ji peyva tazî û Kongirê bê milet bihtir tiştek nebû weke ku hemiya bihîst û xwend li ser malperan hate weşandin li ser kongirê aniya xilaskirina niştimanî  ya miletê sûriyê ku li bajarê Berlînê paytexta elmaniya hatibû bi darxistin roja 16/17 ji miha niha 2007 ji sê parçan an ji sê bendan ku kesî bawer nedikir di xewna de werin cem hev  ji miletê sûriyê yek ji wan birayên misilmana û duyem yê sinî ebdelhelîm xedam cigirê malbata alased  yê sih sal berdewam kir yê ku bazdayî weke ku wî diyarkirye bazdaye an mazdaye her tişt di dilde dimîne


û yê  seyem hinek kurdin bi riya telîfona û bi qîr û qiyamet û bikerîna pilêtan heya berlînê û bi heyran û meyran heya grûpek amedekirin lê bitaybetî ne bi navê tevgera kurd wê bi axivin heger tiştek dibin cilikê de hebe ne xwiyaye , lê dawî gihiştin .û kongir dest pêkir weke dibêjin em  ji bona xilaskirna miletê sûriyê  bi hemî rengê xwe.kurd , ereb , fileh , misilman , sinî minî elewî melewî .çirêye û çirvirye û di ku ve zirav dibe bere herê , û ji bona ketina rêjîma melekî li şamê a ku ji malbata alewiya hatiye helbijartin heya heya.?.ev ji alîkî û ji aliyê din ku ev du sal ev aniya wan hatiye amedekirin ya ku bê milet ..lê çend sal divin heya milet bide dûv wan û bighe baweriyê û rêjîmê bêne xwar û bikevin şûna rêjîmê de û milet azad bibe û xir û cir û xweşî bê xwar ji azmanê nîv jor û weke em hemî dizanin mêjiyê ereb ew mêjiye nayê guhertin. ne bawerim pirsa kurd qebûl bike weke ku kurd dixwazin weke ku miletê kurd dixwaze û dibîne ku parçeke ji parçê kurdistanê  ,lê ereb wê bimîne ereb  ne xedam û sedam ne beyanûnî û ne meyanûnî wên bên guhertin hûn bawer dikin ku kurd weke milet ser qada xwe dijî wê qebûl bikin ???? . û kongirê duyem ku derbaskirin li gor nûceyan ji kesên amedekirî  digotin em hatin xapandin bi daxwiyaniya dawî ya kongir û hineke di got ku me zanîbe em amedene dibûn ji ber tiştekî baş ne hat ber çav ji aliyê pirsa kurd. Sê rib û nîv li çîrokên ereba derbasbû weka çîrokê rêjîma sûriyê û weke ku hûn dizanin hinek li devê derî derbas nekirin ji bona çi kes nizanê  her yekê dostê xwe tenê derbas dikir ji bona bêjin bijî û çepkên gerim û gotina erê bêjin ,weke ku hûn dizanin, miletê sûriyê fêrî van tiştan ji kevin de bûye bê gazin… vexwendin û mexwendin ji mer nabê keko.dîmuqratî wehaye yê fêr bûbê başe  ,û yê ku fêrî dîmuqratiyê nebûbê wê li devê derî bimîne.û wê felek li serê wî bigere. û ev dusal ji damizrandina aniyê û hê her yek ji siyan dih mirov li xwe kom nekirine em ne ma zanin dema xwe dibhurênin ji dawiya temenê xwe , an wê miletê sûriyê hemiyan rizgar bikin ji zor û setema rêjîma şamê . û  gazina heyî heyî mezin ji serokê dunyayê ye  Boşê biçûk ku ne hat amede nebû û gotinek nexwend…mixabin û sed carî mixabin û ser keftin ji miletê bindestê  bindestan re … bindestê bindesan re..????????????
dildarismail@hotmail.com
03.10.2007     

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark