Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotinên Pêşiyan -Metelok-

 


     Zinar Mistefa  
Heta destpêka şêstan jî ji sedsalê bîstan, mirov  dikarîbû li herêma Dêrika Hemko, -( derwêş, ­Çîrokbêj, û pirsporên ku dîroka eşîran nasdikin)-  bibîne. Bi gotineke dîtir;  ta wê çaxê jî, li wê herêmê, Folklora kurdî: -(çîrok û metelok, stran û reqis û leyîstikên gelêrî), li ser devan bû, û xweşik.. xweşik dihate pêkanîn. Hingê, ez zarok bûm. Lê, min gelekî hejdikir: ku di civata rihsipiyan de rûnim, û guhdariya şitexaliyên wan bikim.


Di wan civatan de, ji bilî  jiyana rojane, û rewşa çandiniyê; ku nanê xelkê, û êmê pez û sewalên wan jê dihat, behsa heyamê berê û çîrok û serpêhatiyên mêrxasên kurdan dihate kirin . Heke ewilkarkê, ew çîrokên xweş û şêrîn, ez dikişandim civatê, lê Paşê-bi wext re – min naskir; ku tiştekî dîtir di civatê de tê gotin. Ew jî: gotinên Pêşiyan – metelok- bûn. Ji boyî tekezkirina gotinê, zilaman bi Şitexaliyên xwe re, metelok tanîne zimên. Meteloka pêşî, ku min di jiyana xwe de bihîstî:-" Zêr Zan û Zor Zane" bû. Ev metelok, di civatan de, xweş dihate gotin. Heke hinge, nisbet min, wateya wê giran bû jî, lê wê li ber guhê min, zênzêneke xweş dida, hingî sipehî hatibû levanîn.

"Zêr zane û zor zane" ku felsefeya wê pir kure, kurdan ji tecrîbe û berxwedana xwe ya dûvdirêj di jiyanê de gotibûn. Belkî, li cem hemû milletan, yan jî, bi gelek zimanan, meseleta " Zêr û Zorê" hebe? Lê ez bawernakim ku kesî ew ji kurdan xurtir û sipehîtir gotibe.

Dîse jî, ji metelokên pêşî, ku min bihîstibûn:

 1-Şam şekire, lê welat şêrîntire

2-Şam dûre, lê mişar nedûre

Meteloka yekê – Şam şekire, lê welat şêrîntire-: taze dide xuyanîn, çiqasî welatê Kurdan-Kurdistan-Li ber dilê wan ezîz û şêrîne. Di vir de, Pêşiyan li kezebê bi xwe daye, gava gotine: Çiqasî Şam xweş be jî, lê –Kurdistan- jê xweştire.

Meteloka didwê:-Şam dûre, lê mişar nedûre. Tê gotin: gava du kes, yan bêhtir, li ser pirsekê dikevin zîqa hevdûde. Di vê metelokê de, pêşiyên me dibêjin: Şam dûre, ji lewra, zehmete; ku mirov bersiva essehî jê bistîne. Lê vaye, mişar di ber malê deye, û hesaniye ku mirov bersiva rast li wir nasbike.

Ev hemû di dema berê de bû. Paşê, di sala 1995 an de, min xwest ku, metelokan bideme hev.

Destpêk, yekcar ne hesanî bû. Bi danehevê re, rexne ji mirov û nasan li min hatin kirin. Hineka ji wan digotin: ji endezyariyê, "Zinar" çûye pey metelokan dikeve?! Lê min guhneda şitexaliyên wan, û ji xelkê min pirsî û hey min pirsî. Gelekan qencî bi min kirin, û metelokên binirx dane min.
Li vir, ez nikarim navên wan hemû kesan bînim zimên. Lê navên:- (Hac Ico yê Evdê Baco, Silo Koro, Keçelê Evdê Baco, Eliyê Rem`wê Feqe ji Xana serê, û Caziya Sofî Evdile ji Robariya, û Fikriya Zaza ji Qamişlo), nayên jibîrkirin. Çiku, her yek ji wan, hostayê şitexaliyê bû. Wan ne tenê metelok dizanîbûn, lê belê, ew pirsporbûn di warê çîrokbêjiyê û stranê de, û herwesa di naskirina dîroka eşîran de. Di wan (5-6) heyvên, ku min ji xelkê pirsî, kedeke ji (600) metelokî bi min re  derket. Ez behrekê ji wan metelokan, bi vê gotarê re, ji xwendekaran re pêşkêşdikim.

Ka em ji metelokê û gotina kevin, werin ser gotina dema nûjen û şehrezayiya xwediyên wê. Ji boyî zengînkirina vî bebebî, ez dixwazim gotinên sê kesên ku min ew ji nêzîk de naskirin ji hewere bibêjim:
Ezê  ji gotina bavê xwe(Mistefa Mihemed- Reşad Zaza) destpêbikim:

Bavê min digot:" Mirovê têr: gure. Yê fegîr: mihe. Yê têr (yanî: gur) bivê, wê ji xwe re bi mihê bileyîze. Ku bive jî, ew dikare wê bixue".

Ez bawernakim ku; gotina Babo hewceyî şîrovekirinê bibe.

-Ezîz Zaza digot:

"Heke em feqîrin jî, lê merşikên me paqijin".

Li vir, hoste Ezîz behsa paqijiya can û sincîyên bilind dike.

Bi hawakî din jî, gotinên rehmetiyê Ezîz tekûzin. Heke Ezîz, Bi hebûna malê dinyayê feqîre, lê ew bi paqijî û temîzbûna mala xwe: zengîne.

-Nayifê Paşê digot:         

"Êko bi hezariyo, û hezaro ne bi Êkiyo"

Nayif, ev peyiva xwe, li gor meteloka Kurdî:-"Yek bi sediye, û sed ne bi yekiye" gotiye.

Mebesta Nayif Beg, ji vê gotinê,eve:ku bi kesatiya xwe, ew berhamberî hezar zilamiye , û hezar zilam jî nabin hamberî wî.

Bê goman, wan hersê zilaman, ev peyvên giranbiha, piştî kêferateke dijwar, û tecrîba xwe ya dûvdirêj di jiyanê de gotibûn.

Belê ezbenî ! eve gotina pêşiyan, û eve metelok. Wê (ango metelokê),bi wateya xwe ya kûr, bi û gotinên xwe yên xurt, cihekî bilind di folklora Kurdî de girtiye. Ji ber ku: di navroka wê de-  (Xisletên netewî, şehrezayî û Ezmûna nefşên berê), ya sedên salan, gihane hev.

Behrek ji metelokên ku min dayî hev

-Adarê, dew li darê, ne li vê derê. Li binya çiyayê Şingalê

-Agir di destê te de bê, ne rêje. Gotin di dilê te de bê, ji dijmin re nebêje. Û xebera hişk bi dijmin re neqerêse.

-Ava xurta ber û arvas diçe

-Berxê mîjok nabê beran

-Bext reşî, bext tune

Çû mêrga, mêrg tune

Çû ser kaniyê, kanî tune

-Bila dil bi dil bê

Binê turik qul bê

Bila xwarina min û te, nanê gilgil bê

Bila mala me li çiyayê Qereçox, "qula gur bê"

Bila doşeka me erd bê

Bila balgigê bin serê min û te kevir bê

Bila lihêfa me, ezmanê bilind bê

-Pêşiya gotiye:

Bila rê bê, bila dûr bê

Bila bor bê, bila kûr bê

Bila keç bê, bila pîr bê

-Bila heft sala xela bê, û heft sala cela bê, û ne saleke neyartî bê.

Pêşiya gotiye:

25ê adarê. Heke barî

Kerê şixra nalî

Heke nebarî, dar kete diya cotarî

-Bûk li hespê ya, û hevsar li mistê ye, û kes nizanê nesîbê kê ye

-Çavê li deriya xwelî li seriya

-Çiya li çiya nakevê

Lê çav li çava dikevê

-Pêşiya gotiye:

Çiyayê di ser me re

Ev çiyakî lal û kere

Teyr qence, bi refê xwe re

-Destê temakara li ser dûvê sê ye

-Dihikê paşî, bavêje aşî, û navêje kaşî

-Diyarê bilind  ji cîranê xirab çêtire.

-Em ne li Hotin, û em ne li Botin

Em li ser serê xwe derbelotin

(Hot û Bot gundin li Kurdistana- bakur)

-Ez çûme şerên giran

Ez zûrîm weke guran

Kesî nedî, birazî bûne weke biran

-Feqihê Teyra gotiye:

Wexta ez can bûm

Ez mehbûbê sorgula bûm

Wexta ez pîrim

Ez bi kovan û tîrim

Ez nehtorê lendikê û hêvîrim

-Genimê pir şirîka çûka xwar

-Gîskê got:

Tirt û tirt, sibatokê

Va ez gihame adarokê

Sibatê got:

Xuha minî adar!

Bide min, sê rojên xedar

Da ez gîsko ji ting de, bînme xwar

-Go:

 Sofî! Çima te virnî çand?

Sofî go: wele min helî çand, lê virnî ket

-Heçî got û kir, ew mêre

Heçî negot û kir, ew şêre

Heçî got û nekir, ew kerê nêre

-Heçî xwedî pere, bizirê weke kera

Xelk ê bêjê xweş xebere

-Her kezî zerek, simbêl sorek di bereye

-Heta ez gulbûm, te ez mihtim. Wekî ez hişk bûm, te ez avêtim

-Hinek dikin, û hinek dixun

-Hinek hene can canîne, û hinek hene nan nanîne

-Go:

Hoste-necar!, raze weke her car

Mîr dimrê, dimênê Evdal

-Insan hene xweş mêhvanin

Lê ne ti me`zûmvanin

-Helbestvanekî gotiye:

Jariko li min jaro

Dinya almê, girtibûn dostik û yaro. Di siûd û qubala mide, banger û banî bû hewaro

-Jinika fileh got:

Ne`miko, rabe biko

Lê nemaye qewet û heraket

Ku te bivê, va ji te re enbûr û helat

Jinikê go: sebav! Me ezê çi bikim bi helatê bêsineet!

-Jinikê gotiye:

Çûme balavê, ma ji çi re

Wextê kiras û sayiyê lawikê min, ne bi mi re

Ne seet bê, ji canê mi re

-Jinikê gotiye:

Xudê siûd ne da min ji enzel

Min mêrek kir, kor bû

Min yarek girt, keçel bû

-Ji weliya dikevin xweliya, û ji xweliya dikevin weliya

-Kaliyê û koriyê, û mirin xweştire ji xîzaniyê

-Keçika bêdiyo, weke çiyakê bê rêyo

-Kevrê giran, di cihê xwe de başe

-Pêşiya gotiye:

Gevirê hevîna, bavêje binê kadîna

-Kurmê şîrê heta pîrê

-Lawikê derewîn, carekê dixuê firavîn

-Li ser serê diyara, hêr hêr neke

Ya bi te nexweş, bi hevalê xwe neke

-Mastê sipartî kitikê ye

-Mêhvan ji mêhvana nexweş bû

Xwediyê malê ji hemûka ne xweş bû

-Min bûka xwe anî bi lez û bez, û min li ser danî pez û rez, û sivika malê, mame ez

-Ne jina kenokî, û ne mêrê fihêtokî

-Ne gundê bê rez, û ne konê bê pez, û mirovê dibê: Ez û ez

-Pîrekî bêne li ser xencera, û neyne li ser xebera

-Qirûşê qul, hilîne ji roja teng re

-Rovîkî tewar, çêtire ji şerekî xerwar

-Roj dehfên û sal qedên

-Sala mijî, kodik tijî

-Sax dibê şûna xencera, xweş nabê dewsa xebera

-Sal bi sal, xweska bi par

-serhatî ji şêx û mala çêtirin

-Sê tişt hene bi dilêş:

Qereçî û mirîşk û mêş

Çiqa ti diberdê wa

Ew xwe didine pêş

-Soz û qirar nemane, bext wexte

-Şam şekire, lê welat şêrîntire

-Şam dûre, lê mişar nedûre

-Şêr Şêre, çi jine… çi mêre

-Şixul bike ji esas

Qene dil nekê was was

-Şûva rake, çala dake

-Talana tevde dawete

-tavek ji tavê nîsanê, hêjayê malê Xuristanê

-Temayî  gûyê sê ye

-Ûrê pîrekê buxçike

Hin şêr derdikevin, û hin rovî derdikevin

-Wexta ez malim

Ez bi xalîk û xalim

Wexta ez ne malim

Ez Dodokê qulingvanim

-Wextê te girt, bernede

Wextê te berda, peynekeve

-Xeberê êvara, dikevin qulê dîwara

-Xwiha xwihanî!

Kamax şewtî ji wî nanî

Qatî wê li min û te

Bibê arzanî

 -Pêşiya gotiye:

Yara kevin hespa zînkirîye

-Yê diçê masiya, qûna wî şildibê

-Yê karibê, bi canê xwe, û yê nikaribê, bi malê xwe, û yê nikaribê, bi zimanê xwe.

-Yê ne li govendê, xweş reqosiye

-Yê ne li malekê, nizanê bi halekê

-Yixtiyarî sed eyib û e`arî

-Zêr zanê û Zor zanê

Zêr zêre, û zîv zîve, û emanet Mihwa kudik pêve

-Zikê têr haj yê birçî nîne

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.6
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark