Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Koçika Qamişlo ya çandeyî şevek ji bo çîroka kurt li darxist

 


      Di 5.9.2007 ê de Koçika Qamişlo ya çandeyî û di karê xwe yê mihanede şevek terxan kir ji xwendina kurte çîrokên kurdî re ji bo parastina çîrok û serpêhatîyên kurdî foloklorî û xort û keçan dewlemend bikin bi naskirina kurte çîrokên kurdî û ...


     Şevbiwêrik hata bi kar anîn bi amadebûna girûpek keç û xortên guhvedêrên kulturê kurdî û bi beşdarîya:

1- Mûsa Zaxuranî...çîrokeke wergerandî ji çîrokên Çîxof û çîrokeke foloklorî bi navê ˝MELAYÊ GULÊ˝.

2- Bavê Narîn... du çîrokên foloklorî yek binavê ˝KURÊ PÎRÊ˝ , ya din bi navê ˝KEÇA PÎRÊ˝

3- Leyla... çîrokek ji foloklor bi navê ˝XERDELO˝ û çîrokek afrandî bi navê ˝BIÇÛKÊN VÎ ZEMANν.

4- Hîyam... çîrokeke foloklorî ˝MAR Û ROVν û du çîrokên afrandî= ˝DINYA SOR DIMÎNÊ SOR˝ - ˝BEQÊ Û BEQO˝

5- Bavê Hozan... çîrokeke amadekrî bi navê ˝GIRNEWAZ˝.

6- Rif`et Hacî... du çîrokên afrandî yek bi navê ˝ TIRŞIKA KO XWAZGÎNÎ VEGERANDIN˝ û ya din bi navê ˝ ZIMANÊ KURDÎ DI MOZEXANA CINA DE˝ .

     Şev bi dawî hat bi têbênî û nêrînên amade bûyan yên ko şeva koçikê zengin kirin û ta şeveke din em we vexwendî koçika Qamişlo ya çandeyî û çalakîyên nû dikin, hêvîdarin ko em tev arî hev bikin ji bo pêwîstîya vî erkê hêja.

Koçika Qamişlo Ya Çandeyî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark