Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Stiriyê di Çavên Xelkê de Dibîne Û Dirêşa di Çavên Xwe de Nabîne

 


Mihemedê Seyid Husên

Ku rexnenivserê terxemî bi dilbarî rewş û pergala rewşenbîriya kurdî raçav bike, û ji hemî hêlekaran ve bi pêwîsderî lê vekole, hinga dê naçar bibe ku berî her tiştî dîroka çanda kurdî qûnax li dûv qûnaxê vexwêne û bi nirxîne


di baweriya min de şaşiya mezin ewe ku mirov xwe bi navdarên jixwe mezintir bide nasîn û ji reşayê ve sûndên bêhempa bixwe ku ew navdaran ji kêmaniyan destşûştîne û gawiriyeke bê tore ye her wekî di tu olan de nayê borarandin nemaze ku niveser wan rexne bike, herwe ne tiştekî pêşiware ku yek bi sedema qelsî û banenizmiya asteya xwe ya zanevanî, çandî û zimanzanî hergav xwe di bin kurkê navdaran de veşêre, her wekî wan ciwamêran erkên xwe yên egerseza û kargoriyên mafrewa ta ku ji wan hat di biwara gelê xwe de kirin, diva û berevaniyên ku qûnaxê hinga ji wan dixweztin li gora jêweriya xwe bê derengistin xweragirî bergeya berxwedana kurdayetê kirin, û bi hemî şêwekarên bizavdanê bi çekên desthilanînê û bi pênûsê jî bergiriya kêşeya gelê xwe kirin, lê hema qet nayê wê wateyê ku têbîn li wan nayên girtin û rexne jî nabin, di awira min de ku yek ne ji yê din pifdayî be êdî rexneya zanava ne gunehekî girane lêbelê mafrewa ye.
Vêca piştî herkêm çerxekî hê jî hindek ji rewşenbîrên me mîna peyrewiyên dûmahîk bi dawûdêlên wan qehremanan girtine û demdar pend û şîretên wan sedbare dikin, carekê nakevin koçka rapirsînê û jixwe nabêjin gelo çi li cem wan heye, çima piştî ewqas sal û çendî jî guhertinên tiknolocî û pêş ve gavdana alavên zanistî, hema carekê ya xwe nabêje, îro çi egere ku ji hindurê vê şoreşa ragihandina lezgîn û birûskî biguhêze civakê, ji ezmûneya xwendin û nîvisandinê, ji ezmûneya rencekêşana jiyanê, ji akama zor û sitemiya yasayên ewarte û pirojeyên tarîbkirina gelê kurd, ji felaket û pîlanên weke ya 12 ê avdaê û çewsenkariya karbidestên rêjîma şofonêzmê çandeke nûjen na afirînin, ji bin bandora şopgerîna xwedbîn û ezîtiya xwe rizgar nabin, ji giyanê çavnebarî, dexsokî û helperestî xwe danawişînin, bê gûman hinga teqez dê ji tûrikê xwe yê tijî çand û ramanên ku  li ser rewişt û rêpîvanên zanistî bi nîvisînin, qaşûl û ramanên  ser rû û avrêjim ji gêl û gewceyan re bihêlin.
Bi gûmana şiyane ku dê şaşî kambaxtir be nemaze ku em çanda xwe ya kurtedîrok li bejna çandeyên sînordaşên xwe yên dagîrkerên dîrokdirêj bigirin, bi ser ve jî li gor heman gûmanê di çesipînim ku zêdebare heman rewşenbîrên nûder û kurtedîrok li ser zemîna çanda navxweyî jî destdirêjayê ne li ser binaxeke ramanî, zanistî û lêkolînvanî, ango ne ji ezmûneyeke dîrokdirêj li ronakbîrên ekadîmîsyon bikin, herçî ku rabûdûyî dîroka çand û zimanê kurdî ji dûr û nêz ve bûbe, bê gûman dizane ku weke hemî gelên navnetewî, civaka kurdî jî xwedî şêwezarên hemerenge, û di heman katê de hestbû ye ku Dr. Ferhad Şaklî awirên xwe bi şêweyekî zaravperestî weşandi ne, lê bi kurtî kaniya pêşvedana zimanê kurdî bi rastnivîsî û rêzimaniya xwe ve bi rastî bêtir ji wê hindamê zaye, û hinga di heman rojê de kesî berya M. Birahîm Mehmûd bi herdû zimanan û bi şêweyekî ekadîmî lê venegarand, hinga weke hercar paçik xistin guhên xwe û çavên xwe jî jê girtin, ca gelekî çêtire ku her yek ji me asteya banê çanda xwe nasbike û hofka ku kare xweşik têde bi zîvire jê çeng nebe derve ta ku di goncalan de wernebe.
Mebesta min ya serete ji vê pêşgotinê ewe nemaze sebaretî gotina M. Bêwar Xanim di helkefta xweşwaniya 40 rojiya seydayê Keleş de, bi şêwazekî hêmen li gor zanîn û pêkarîna xwe, têbîn û rexneyên zanava û şûngirtî nemaze di şaşiyên rastnivîsî, rêzimanî, hevoksazî, bêjeyên hevwate, paşçek û peyvên dubarebûyî û wateguhêz rave bikim, lê bi yek carî pîşê min bi xalbendî, pevok û jevokan nîne, ji ber ku gelekî têde qelsim, û çunkê min tu carî xwe weke zimanzan û rexnevan jî neda ye nasîn, lêbelê xwendevan û hezkerê rexneyê me û hîç ne gengaze ji bo min nemaze ku jêdera wê ji kûbe, û gelekî jî pêmijûl û peyrewiyê zimanim, ji ber ku resena nasnameya kurdewariya min gewde dike, lewra bê ewarte bawernakim ku yek ji nivîserên zimanê kurdî ceger bike û bibêje ez ji hemî hêlêkarên ziman ve sazkarim, vêca naxwe ku Bêwar Xanim niwînera PNA kurdên rojava ye lêbelê hindek dibêjin seroka wane, êdî gereke gotina xwe baş parzûn bike, li werbêja hûr xîne, zexelî û kesmûkê jê hilbijê re û li ser terezûya dad perwerdeyî çak bi teqilîne û bi pejirîne, ne hama wilo bi çavgirtînkê çewt û bi torfelaqî bavê je.
Di 11 de ristên pêşî de weke nimûne peyva / zelal / şeşbare bûye, û ya /dilop/ sêbare bûye û ya /hêsir/ çarbare bûye, rista pêşng ya ku tenha ji rexê çepê ve kevankiri ye, di bêje: ( li nav dilopên mirinên nemir xweziyên avahiyê zelaltir dibin ) gereke bigota li ber, an li gel dilopê, /mrinên/ gelo bi çi wateyê bi kar aniye gotineke ziyan û bêgane ye bi yek carî hevokê na ramûse û wateyê ne bi Erebî û ne jî bi kurdî radest nake / mewtate/, ango / emwat / yên şehîdketî qet çênabe jiber mirin yeke / mewt / bi dûv re peyva xwezîyên di rastnivîsiyê de şaşe ya dirust / xweziyên / îcar ku mebest jê bi erebî / umniyat bin / jixwe wê rastiya wê / xwezaneyên / bin, lê ku xweziya şîloveya dev be ew tiştekî dine, û peyva / avahîyê / dirustiya wê /avahiyê / ye her wiha ew jî wateguhêze gelo xanûmane, avani ye ango li gora ku dilop û hêsir li pêşiya wê hatine mebest jê ave hinga jî şaşî riswatire, ya pêwîst ew ku bibêje di ristesazî û watedariya wergerandin û afirandinê de ne diyarin.
Bi himberî ya dirust di zanîna min de / li hemberî / mirin jî hev wendakirine, û /eynî/  hemane  û hevcivîndin ne pêdivî / hev e / ji ber ku civandin bixwe têgehê destnîşan dike, Bêwar Xanim di bêje ( em berdevkên şêrgelên tevgera azadîxwaza rojê ne ) bi yekcar gotin di ristesaziyê de ne pevgirti ye, lêbelê kelevaj wate û ne jî cîgirtî ne, weke nimûne, berdevk, şêrgele, çi jihev re dibêjin hema wilo bê perwa û paxav mirov xwendevanê xwe xwerû û avrêjim bibîne hîç ne mafnasi ye, / şêrgelên / dirustiya rastnivîsiya wê / şêrgeleyên / û weke naznav ne hergav pesnekî çakbexte û herwiha /berdevk/ jî  di pirê cîwaran û helwestan de xulamok di civaka paşverû de dide nasîn, û peyva / azadîxaza / dirustiya wê / azdîxazên / her wekî tîpa giştî / N / gereke, / lê em pêmayên sirûdên / dirustiya wê / em pêmayên sirûda ji ber ku ne helbeste / qesaid / çêdibû lê / neşaid / çênabe, ku bigota em pêmayên helbestên, çêdibû lê hema her giran hati ye, paşê bi çi mafê afirandinê /emê vednga pevên stûxwar bin/, jixwe /deng/ bixwe di vedengêde ye ango peyva deng bi dûv vedengê de zêde ye, û hevwate jî hati ye, çima ewqasî reşbînî, derûnşikestî û xemgînî, çima emê ne awazên bêjeyên şabext û fîrazbin, û ez hîç li ber vê felsefeya siwarkirina hevokê neketime gelo têgeha wê di kîjan razê de veşiti be, / wate di dilê nivîserde ye / lê ez bawerim ew jî nikare vê li hev bibanîne, / em delavin ji dilopên hêsrên zuha re /  ku te got delav jixwe yekser diyare ku cihê avê  ye û hîsrên ziwa çawa dilopan dikin jixwe  tenha xanima me wê afirandina kêmbîr zane, M. Bêwar Xanim nivîsi ye ( di hevcivînên li ber siha mirinê,) ku mirov vê ristê dirust bi nîvisîne gereke wa bête nivîsandin ( di civînên li ber siya mirinê de ) ango di kombûneyên ber siya mirinê de, vêca li kû dixîne û deng ji kû tê, ( civatên hevokan têne pînekirin ) pir beloqe û bi yek carî ne cihgirti ye çima tu nabîje, tîşên hevokan, zîvarên hevokan neamze ji ber ku pînekirin têde heye, ca ku tişt ne çiriyayî be jixwe ne hewcyî dirûtin û pînekirinê ye jî, ne hemî gavan çêdibe ku çi hate ber devê yekî kare bibêje, ( mirov hest dibe ku zelalî, bi şorahiya ava hêsir û rondikan zelaltir dibe, ) dirustiya wê di nerîna min de eve, mirov hest dibe  girravî, mûranî, mijdarî, aravî ev peyvên hevwate bi şorahiya dilopên hêsran jixwe hêsir û rondik jî hevwatene / dimû,i- eberat / ango yek ji herdiwa mebestê bi cih dike,  û /afaneran/ jî şaşe ya dirust afrênere, ( zelalî hêj zelaltirîn dibe ) dirust wê tev ku hevok bi giştî ne şûngirtiye jî lê gereke / wê zelalî hêj zelaltir bûna / an hîn zelaltir bibe.
Lê herdû peyvên hevwaate / kevanr û dêrîn / nemaze ku seydayê Keleş yek ji wî niifşî bû necîgirti ye ji ber ku dêrîn û kevnar çend çerxan mêjewî dixwînin lê seydayê Keleş berya 40 rojî çû dilovaniya xwe û hevalên wî yên çerxên çûnîbûn, û paş û pêşxistina / ku bê gûman / ew jî şaşe û dirustiya wê / bê gûman ku /  ema   /pêşerojên ku hê birê ve hatî ronî bikin/ peyv di hevokê de weke hevîrê ku tu bitifê bistirê hevdû gerden nakin, bi yek carî nepevgirti ne, pêşeroj wateya siberojê dide lê Xanima dibêje / hatî / gereke / pêşerojên ku hêj birê ve tên ronî dikin / û di encamê de wate di dilê nivîserde ye, helbetî çaxê ku şîrove têde amancê bi hingivîne, û hevoka / ji kevtirîn de / netewawe û gereke ji kevntirîn dem ve bête nîvisandin, herkêm ji berya 80 salî ve zimanê kurdî li bajarên kurdistana. Îraqê di dibistan û zankoyan de tête xwenidin û nîvisandin û ji hemî hêlekarên zimanzanî ve bi dehên salan li pêşiya herêma mene, çapemanî, weşanxane, T.V yên asîmanî li gel ku Baba Tahirê Hemedanî, Hacî Qadirê Koyî, Pîremerd, û berya wan jî Cezerî, Xanî, batî û Bedirxanî bixwe jî ji mîrekên cezîra Botan sirgûn hatibûn û nayê mandelêkirin rola rewşenbîrên pêşeng di pişka rojava de jî, lê bi giştî kurdistanî ne,Ca  hewêdarî reha ne pêdivi ye, û / kurtirîn nimone / rastinivîsiya wê kurtirîn nimûne ye lê çima ne berztirîn nimûne ye çiku kurtirîn di hevokê de zexeli ye, gereke ji dêvla / di pêşvebirina ziman.. t.d bo pêşvebirina ziman û,, t.d û gereke jî / ku mîr / bibe, nemaze ku mîr,  û peyva / siha lat jî / wateyê diguhere ya dirust siya late, ji ber ku sih dinava wîde tune ye, ango suhîn bi wateya saw û terorê ye, lê şaşiya ku pir şeliqî hati ye nemaze ku nivîsera me ya ber pirsyara pena kurdî xwedê jê xweş Mîr Celadet Bedirxan kiri ye afrênerê tîpên latînî di çaxê ku tîpên latînê ji berya zayîna Mîr ve û bi sedên salan ve hebûn, gereke ji elfebêtê re bigota û heyîna xwe jî bi heyîna ziman, di serî de û dûv re jî bi A.B ya wî didne nasîn, lê hema herçî tîp xwediyên wan hene yên weke Rojê Lîsko. Şikisbîr û Vîktor Hogo ne…t.d, û bi hezaran weke wan, her wekî em pir şanazin ku em kurd jî bi saya Mîr bûne şaxek ji lema latînî, xwe zivêr meke ji serî de ne gunehê Celadete û ne jî gunehê çand û zimane, û ne yadîxweş Celadet xeleka sor weke xêzka êzîdiyan li dora ziman çêkiri ye, nemaze ku hew zimanê kurdî eve, qey hûn li ber îzge û tilvizyonên kurdî rûnanên bê çendî ziman pêşve çûye û gulveda ye, vêca ku hûn nikarin zimanê xwe xurtir bikin hûn ji bilî xwe re naxwînin. Ziman: gelî bira tev ku bê saziyên rewefermî ne jî lê gavên dirêj bi saya bizava zimanhezên tekakesane bervepêşde avêtine, loma di çesipînim ku kêmanî di mede ye û emaseya birînê jî di mede axivi ye, vêca hûn karin encaman di vê bûgînê de raber bikin û sûc jî lê bibirrin, îcar çawa xweşxane û avanî nifşên nûhatî li şûnwarên Mîr Celadet liser xîm, stûn û hêmanên lenger hesinî ava bûne, dirustiya peyva / newêrîbû / newêrabû ye û gereke jî ku di pêşiya / wan bi zimanê kurdî di nîvisand / bêjeya hinga hebûna, êca durûtiya Xanima me di van herdû nerînên nakokî û dijla de riswa dibe, 1- dema ku dibêje gelo me çi avanî li ser bingehê ku Mîr Celadet ji mere avakirine, 2- vajî wê nemaze ku îro me hemî navên kurdî li nûzayên xwe kirine, dîsanê dûbare dikim ku ev xemsarî ji avrêjimiya çanda nivîser û kêmbîriya wî hati ye, nemaze di xala diduyan de dide nasîn ku alav û sedemên hêrs û çoşdariya desthilanînê demdar bûn, vêca çawa û di çi tilam û behaneyên pêbawer de nivîsera me pêngava di ziman de dîl dihêle û gelo pêngav di vir de cîgirti ye, ji nivîser di pirsim, û /hewldanên pêşdeçûnê ber ve paş de di meşin/, hîç evya ne bextê hozana ye, reha ne raste anuha meşiqandina ristê di rênivîsî û rêzimanî de jî keşxetir û dirustire, bi gûman min omîd û hêviyên hewarê di ramanên wa qaşûlî û saye de bêhode çûn, û şevçiraxa omîdewaran di pênûsa nifşên nûhatî de çeyisand, di pêşî de mejî bê damare lê pistîk kiri ye û mûrahk, takrah, têde hene û ew û baran jî reha lihev nakin, û bi çar gotinê bêgane ango çar têrmên biyanî mirov nabe tevdezan, /Fanatîk / bêjeyên hevwate berdêliya wê di zimanê kurdî de hene, xeyal ku ne bi kurdî be jî ji sedên salan ve weke / xêr û xatirxwestinê pira selatê / bikar hati ne, dûv re, sîber, sawêr jî û …t.d.
Başe ma ku tu dijûnan jî bike Dr Ferhad. Şaklî em dê çi bikin, ev bersiv di çarçuveya ramaneke zanyarî û rexneterxemî de li nig te di mîne, nemaze bê çendî mafrewa ye, paşê û hevhizir û bîr û baweriyê wî ûûûû û çîdin û di çi helkeftê de tu vê mixabiniya xwe ji kûr û dûr dide nasîn, vebirr bi du gotinên ji hev xeyidî mirov nikare çanda rexneyî û li ser mergê nemiran şîrove bike û hevdû li berxîne, raste ku asteya ramanî, çandî û ziman li gel nivîser evbe jixwe ji pileya ku rewşenbîriya me îro ling dike gelekî dûre, û ji dîrokê jî li paş maye, û kê bihîzti ye ku dîroka ramanê rihine, rastiya wê ( gavên bê pîvan ber ve dîrokeke ramanrihn û temen kin de davêjin) şaşiya rênivîsî jî ku piştî peva / kin / greke û temen kin de, / de / kême û pozbilindî jî ne hinkûfe, serbilinî dirustire, îcar de werin vê kerî di vî buhirî re debas bikin, çawa çêdibe ku / em gava tavêjin bê ku em li pêşiya xwe mêze bikin / bi rastî evya lêmikurhatineke, bi kêmanî ji bo min pir di cê xwe de hati ye ji ber ku asteya heyber bi giştî li ser terezûya ferezanî rast di pîve û ji elbika xwe xeber dide, û gereke ku nivîser nemaze çaxê ku di bêje bi eniya pêvajoya xwe /vekin/, ca pêdivi ye ku di dawiya hevoka din de bi bigota pêk /bînin/, ango ku dawî weke xwe bi mîne gereke bibe /vekirin/ êca emê bên ser têrmên biyanî nemaze ku tu pêdivî bi wan nîne, / îgoîzimên xwe kirin gorîdan ji kar û xebata xwe re / berî hertiştî peyva / gorîdan / pûçe û ne cîgirti ye lê ku mirov vê ristê wergerîne kurdiyeke dirust dibe ku wateyan rave bike, / ezîtî, ango kesperestiya xwe tenahezî û kargoriyên xwe, zimanheziya xwe bi comerdî dan, ango kirn guranxaneya kar û xebatê, ez di bêjim dema berdêliya têrma biyanî di ferhenga nivîser de hebe jixwe ne hewceyî peyvên şêwefirincîne, lê di movika din de çi mebesta Xanima meye ku di bêje / lê îro piraniya îgoîzmên / kê/ li ser /riya/ şaşe /rêya vê pêvajoya pîroz, gul û kulîlkên kar û xebatê jixwe re dikin gorîdan / bi wateya guldankê tê bi Erebî / mezherî / rê û pavajo jî herkêm hevwatene, biyek carî raweya ravekirinê û têgeha wê jî ne pesende ye, û ya hew jê kambaxtir ewe ku xwezka min zanîba bê peyva ewarte li vênavê li çî xwe digere, û ewaret yên kêne eger ku tu ji zagon û pirojeyên ku bi yasayên ewarete di mafê kurd de hatine dibêje, jixwe te pîş pê nîne, an ku tu ji binemayên sist û pexoxî re di bêje êca çima wî bilind û berz rabin, bi rastî we nirxê nîvisandin, çand, ziman û wêjenivisiyê erzan firoti ye, qey vî zimanê pepûk çi kiribû ku ji valî walî ziyankar di zeviyên wî de diçêrin.
Gelo ? hûn ji xwe na pirsin dê çawa nemaze bi vê asteya ku hûn pê dinivisînin û diramin wê nûjenî derbasbe navkutka wêjeya kurdî, nivîser di pirse: / gelo me çi nûbûn darijandi ye ser nûbûna destpêka pêvajoya ziman û çanda kurdî/ dirustiya gereke wa be, gelo me çi nûjenî derbaskiri ye ziman û çanda kurdî, û ew gotinên mayî zêdebarî ne, nîvrista dinê wa di bêje / eger em piraniya nivîsînan rêdakt bikin / dirustiya wê, eger ku em piraniya nivîsên, heyberên, berhemên daneran, abûneyan..t.d rêdakt bikin/, helbetî ev têrma şêwefirincî mebestê li gora raweya ku nivîser dani ye radest nake, /rêdakt / ku tu wergerîne Erebî wateya / muherir- sernivîser / dide, lê li gora daxwaza nivîsera me bi wateya lêvekole,ango lê venere, ezmûne û raber bibe, vêca çima şewefirincî, û hevoka dinê, / emê raserî sedên şaşiyên biçûk û mezin bibin / dirustiya wê. Em dê bi sedan li şaşiyên biçûk û mezin  rastbîn, ca raserî bi watey serdestî tê nizanim te ji kû ani ye, lê hema hûrpîşên dîtirê ji xalbendî, hevoksazî, pevok û jevok min li pêşî emaje pê daye ku nekarê mine lê xweş dizanim ku te kiri ye kafir kerafî, her wekî paşê ezê ji tere vê sedemê rave bikim, lê peyva / ranawestin / gereke wa bana / ne rawestiyane / û di baweriya min de bi qasî ku tu bixwe noqî şaşiyên rênivîsî, rêzimanî û şaşîtêgehan bûye kesî din nebû ye, hîç malwêranî nîne bi taybetî ku mirov lixwe bi zîvire, ango li ser xwe raweste û bi ponije, bi sîngeke fireh rexneya zanava pesende bike, zimanekî şayîk, pêşiwar û çêjdar jêre peyda bike, hinga teqez dê gemiya çarenûsan dirûz û tekûz li ser pêlên rêkeftin û fîraziyan bi sûrike, lê livir jî / pirsa dijwar ku cihê daxê be ewe / dirustiya wê di baweriya min de eve, pirsa dijwar nemaze ku cihê daxê ye ewe, ku ezbûma min dê peyava /dijwar/ bi giring ango pêwîst biguhertina dîsa tu zane.
Bi kurtî rexne dulayene 1- rexneya zanava ye û nivîserên wê jî ferzaneyên terxemî û ekadîmî ne. 2- rexneya kêmbîrî, ziyankarî, dexsokî, rikberî û tevlîheviya bê rêbaz û bername ye. Vêca ez di bêjim ji bo min û çi kesê xemxur û berketiyê çand, ziman û wêjeya kurdî be, dê wêrankirina rexneya çepla mûjde û pîrozbahî ba, nivîsera me Bêwar Xanim bi ser ve jî dibêje: / emê kengî rêbaza dû rû û dû zimaniyê ji ser bedena Entelektul û Intelginsa xwe rakin / rastkirina wê di zanîna min de wa ye. Emê kengî rêbaza durûtî û duzimanî ji ser gewdê çand û rewşenbîriya xwe, ango / kurdî / rakin, û çima ev tund û tûjî di mafê wêjenivîsiya kurdî de, mixabe ku bi rastî ne ji rewişt û rêzaniya wêjenivîsê jixwebawer û payebilind tên, û dîsanê heman têbîna jorgotî dubare dikim, nemaze ew herdû goteyên şêwefirincî bo çine dêmekî berdêliyên wan bi kurdî hene, me ji Entilcisiya roasa têr xwari ye nemaze ku xanima me şaş jî nîvisandibû, lê entelkutul, kultûr ji çandinî û çanda me ya kurdî ku wateyê têr dikin, yaxud ji bo ku Xanima bide nasî ku bi firensî û rûsî dixwîne ango ji xwendina zêde ye.. xwedê bike, de hema emê bihev re li ber vê movika jêrîn nemaze ku Xanima me rê bide rawestin û ji hemî helekaran ve gotebêjê têde şîrove bikin, deq di ristesaziyê de eve / û li şûna wê rêbaza wan nifşên muqedes ji nûve bi çesipînin / ez bixw têgihiştime bê çi mebesta wê ye, dibe ku hemî xwendevan tê  negihên ji ber ku li ser zîlaneke çewt û binherifî avabû ye, û ku mirov peyvê li dûv peyvê raçav bike, weke embaz / li şûna wê/ çima kesên armanc tilînîşan nekirine, û / wan nifşên muqedes / bi wateya yên çûnî û çima ne nifşên /evra ne/ an çima ku Celadet wilo nîvisandi ye vêca di her çax û zemanî de li ser me dawer bûye, mebesta wê kîjan nifşî dê li şûna yê dîtirê bi çesipîne û /jinû ve/ çi kêra wê di babetê de he ye û çima jî /bi çesibînin/ her wha vaye em li gora zanîna xwe ji destpêka mijara te û tanî bi dawiya wê em şaşiyan jê heşêf dikin û newekheviyê tê de çareser dikin, loma hêsane ku yek ji dêvla peyva /qatên / çîn, tevger, beş çêtir cih digirin, ji ber ku qat di hindek zaravê herêmî de, /taxime/ an jî qatên xan û mana ne, û peyva /srekên gelên xwe ne/ çêtirbû ku ji dêvla wê re rêberên, pêşkêşên, rênasên, mirêka gelin..t.d ji ber ku sereke piştî bijartinekê tê ango piştî werbêjkirinê ye, û hizr û raman jî hevwatene, lê / ku komcivandinên intelekutel û entilcisiya kurdî / gereke bi gota di kombeyên, an civînên ji dêvla / komcivandinên / her yek ji herdû peyvên pêşî mebestê bi cih dike, û tenha li ber siya hekeftên mirinê ango nemiran şivîlek ji bo destpêka nûbûnê bi ronî dibin, û her mbest di dilê nivîser de nependi ye, /wê hêvî hebe / û çima wê tune be, lê ku di vê raweyê de hatibana bawer dikim ku dê hêvê mezin tir bûna, weke hin embaz: ciyê hêviyê ye ku, hêvîdarim ku, bihêvî me ku, hêviya mine ku, wê hêvî çakbextir bana ku.. t.d. naxwe berya hinga hêvî kêmpeyda bûn û ji ber reşbîniyan şekala xwe avêtibûn ser kolînka xwe û mişext diçûn.
Pirnase nemaze ku ezmûneya nivîser çendî kûr û dirêj be, helbetî bi wî qasî wê ziman û ramanên wî çaktir di felsefeya nîvisaandinê de sîqal bûbe, û dema ku xwendevan li ser rûpelê Enternêtê an li ser kaxetê dixwîne, reha ne weku xwêner destnivîsa xwe mîna kewê ribat dixwîne, hinga guhdêriya beşdaran ya ramanî di navbera deng û rengan de, di xweşxwendina kêşesazî de dabeş dibe, lê ku li ser kaxetê be hinga xwêner peyv bi peyv, hevok li dûv hevokê vedipexêre, hûrpîşan tev şaşî û têbîniyên biçûk û mezin raçav dike, lê şaşiya mezin ewe nemaze ku mirov rexneyê di şaşiyan de pesende neke û guneh jî hîn mezintire nemaze ku rexnegir li heyf û qaqboxiyan bigere.
Bo min jî her perensîpe ku ez jî bo pêşeroja ziman û çanda kurdistanî ya rêwefermî bi dilbarî lagirê Elfebêya latînî me, lê qet nayê wê wateyê ku bizava gewremêrên weke xwedê jê xweş Tewfîq Wehbî nemaze ku çima bi Elfebêya Erebî berevaniya zimanê kurdî kiri ye, yê ku di serê meha tebaxa îsal de salyadiya koça wî ya 56 a ne, her wekî ew bixwe dibêje /herdû Elfebêt di rêzimaniya xwe de li ser du binemalên cîwaz ava bûne, ya pêşî li ser binemala zimanê Erebî ava bûye û ya latînî li ser binemala Hind û Ewropî, îranî avabû ye/.
Raste nivîsera me ya rêzdar hewlda ye ku tiştekî balkêş, giring û bê hempa jî bibêje, lê mixabin metodên derbirînê, daçekên bedewiya siwarkirina hevokê, xewn, xeyal û bîr boçûnên helbestyane destek nedanê loma heyber di naveroka xwe de bêhavile û têgeh dîmarî û nîvmirî hati ye, û wa jî diyare ku berjeng û bîner hino hino li nîvîsera me mikur hatinen nemaze ku gencîneya wê ji peyvên zimanê dewlemend vala bûye, lewra bê telayî bi qepera heman bêjeyê girti ye û berevaj li ser lingekî dani ye, loma xewn û xeyal, bîr û boçûn li gel lawaziya ziman di heyber de nivîsera me xapandi ye.
Bê gûman ji dilekî şad û bextiyar di bêjim hemî xamesozên mêza di bergeya rewşenbîriya kurdî de tiştekî saydar û bêrîn di çesipînim, her wiha di hemî hêlekarên jiyanê de pêşbîniyên mandê xawer û geşbîn radigihîne bergeya berxwedanê, bi taybetî nivîsera me ya çalak Bêwar Xanim û nemaze ku nan û xwê di nav mede heye û pêlake dirêj di şûna biraziyeke xoşewîst de min dan û standin bi malbata wê re dikir, bi rastî neku bi hogirîna newaziyên gerdişî di axivim, lêbelê her ji bo min tiştekî çakbîne bi taybetî dema ku cîwazî û nakokî tenha di gêra  awir, nerîn û helwestên çandî û wêjeyîde bin, neku di teng awirên zavên hozîtî û helperestî de bigerin, dûrî giyanê xwedbînî, laperîn û çavnebarî bin, ez ne şîreta dikim lê ew giyanê xwenasî û xweragirî gereke li cem her kesî hebe nemaze ku li rasteqîna şîreta bê layen guhdarî bike, nemaze ku Bêwar Xanim bi ya rasteqînê kiriba gereke berya xwendina û weşandina vî heyberê ber destê me dehbare lê vegeriyana, û ez bê niyazên bergûman dibêjim dost û nasên wê hebxwe şîreta xawenî û dilsozî bo serastkirin û dirustkirina deq lê nakin, lêbelê rex û rê li ber girtine û tevlî şaşiyan wê jî her jêre li çepika dixînin, tu carî rê nadin ku Bêwar weke nivîserke nûhatî bi ser rawesazî û şêwazên ku têre debas be asoyên afirandinê vebe û li pêşiya wan xîne, tenha ji ber ku timî giyanê ezîtî, dexsokî rêberiya wan dike, loma tu carî rê nadin nemaze ku Bêwara Mel Birahîm li pêşiya wan nav û deng di orta rewşenbîriya kurdî de bistîne, û bi serê xwe birame û destelatdariya biryara xwe bike, xwedî vîn û jiyaneke rizgar û serbixwe be, pêwendariyên aza di herêmê de bi her kesê rewşenbîr re bike, û serbest ji zindana rêzikên civaka paşverû aza bête berdan, her wekî gorbihûştî Cegerxwîn gazî dike welat û di bêje:
Welat xela rabû li Şêra…belê seyde ji bo kundên şikêra.
 
Têbîn: bi rastî ku min navnîşana Eliktironî ya helbstvana kurd Bêwar Birahîm zanîbana, min dê yekser ev heyber jêre êmîl kiribana… sipas

Qamişlo… 4- 8- 2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark