Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Ronîkirinek di Ziman de.. Min çi got û te çi got

 


Berzo Mehmûd
Berzomehmud@myway.com

I
Guftûgo û gengeşe[i] di şîrovakirina diyardeyên ziman de karekî pir baş e, û pir pêwîst e. Belê danûstandin buwara ziman nabê bi awakî sakar û zanebûneke seresere, bê ku ser rêbazeke zanistî werê. Guftûgo di buwara diyardeyên ziman de pêwer/pîver û mercin xwe hene, ango nabê wek bar û doxê axaftinên siyasiya bin, yên ku fetlînok û canbazî û nîqbazî têde peyda dibin, jiber ku mebesta siyasiyan her linga danin ber hevalê pêşber.


Axaftin di ziman de, nemaze di babetên fonetîk û morfolojî û ristesazî û watesazî û gelek astên dîtir çi tiyorî û çi piratîk her rêbaza xwe heye û yasa û qanûn jêre hene. Zanayên Ewrupî ev buwar têr û tesel kirine, lewre zimanzan eger xwe çekdar nekê ji van tiyoriyan, wê gelek astengî di lêkolînê de bibînê, û wê bikevê gelek şaşiyan de, ji ber ku derbirrîn bi vî awayî cihê xwe nagirê, wilo jî tênegihiştin di herdû aliyan de çê dibê.
Birêz Hozan Robar gotarek bi navê ((Hin dîtin li nivîsa Berzo Mehmûd “Nivîsîna Paşkokan Navbera Likan û Nelikanê de”)) buwara lêkolîna min nivîsiye û di malpera Rojava de belav kiriye.
Tevî ku birêz Hozan di xwendina xwe de di hin xalan de bi ser mebesta min ve nebûye, dema hatiye ser ravekirina hin xalên ku di lêkolîna min de diyar bûne, lê dîsa cihê sipasiyê ye ku xwe têde baş mandû kiriye, û bi viyaneke saxlem dixwazê xwe berdê hundirê hin kuncên tarî, û ligor zanebûna xwe findekê têde pêbixê, nemaze, di mijara morfêmên[1] babeta lêkolîna paşkokan de, ne wek hin nivîserên ku babet dixwênin û bi ser guhê xwe ve tavêjin.
Ew xwendevan û nivîserên ku di ziman û rêziman de kar dikin, ya giring ew e ku di xwendina têkistekê de têbigihin, ji ber ku têgihiştina mebesta nivîser mercekî bingehîn e di danûstandinê de, her ev jî wek destnîşankirina wate û mebesta têkist e, da ku tevlîhevî navbera wan de peyda nebê, nemaze ku xwêner werê têbîniyên xwe binivîsê. Eger xwênerê rexnegir hat û rexina xwe yan dîtina xwe di raya nivîser de got yan nivîsî divê rastî di navbera wan de cih bigirê, yan jî mi çi got û te çi got wê hişê xwênerê sêya gêj bikê, nema êdî riya xwe navbera wan de nas dikê, û ti mifa ji vê danûstandinê nayê wergirtin. Di vê piroseya han de du xwêner û nivîser, yê pêşî Dr. Memo, di gotara xwe de ya bi navê ((Rastiya "rênivîsa peyva kurdî" Nirxên wê û rexnên lê)), û yê duwa birêz Hozan Robar bû. Helbet neku bîr û rayên wan bi tevayî dikevin ber vî barî de, lê belê tevavek jê dikevê vî alî de, ji ber wilo jî ez naçar kirim ku ez bersiva wan bidim, ji bilî vê jî, min dît ku danûstandin û giftûgo baştir e, û ronîkirina bîr û rayan karekî bisûd e.     
Di vê gotarê de, ezê li ser hin dîtin û têbîniyan rawestim, ewên ku kak Hozan Robar derbara lêkolîna minî bi navê “Nivîsîna Paşkokan Navbera Likan û Nelikanê de” tomar kirine, û di malpera Rojava de belav kirine. Ne ku meselê ez weha dibînim ku her yek rayek got inca em bersiva wan bidin, lê dema ku hin tevlîhevî yan hin tozik tavêjine ser mijarê, ev yek dibê sedema danîna ronîkirinê.
II
Min di despêka lêkolînê de babeta xwe destnîşan kiriye, û têde dibêjim: ((Di vê lêkolînê de ez dixwazim girêşkekê di nivîsîna Kurdiya (Latînî)de berçav bikim, her ew jî ew e ku van paşkokên han, di şêweya rêziman û rênivîsê de gelek qerebalix bi xwe re aniye, lê emê tenê di aliyê rênivîsê de, li ser van paşkokan bîr û raya xwe bidin,  herçende astên şîkariya zimanvanî ji hev venaqetin.)) û paşê min birrek ji nimûneyan aniye û dibêjim ((kêşe bi xwe di awayê nivîsîna van paşkokan deye, dema ku di risteya bêkar de diyar dibin, ku ew jî başqe (cuda) têne nivîsandin, wekû di rêzimana Celadet de hatiye:

                               Cuda/nelikaw
            Tak
ko
1~ Ez mezin im
Em mezin in/în
2~ Tu mezin î
Hûn mezin in
3~ Ew mezin e
Ew mezin in
                                  Likaw
            Tak
ko
1~ Ez mezinim
Em mezinin/în
2~ Tu mezinî
Hûn mezinin
3~ Ew mezine
Ew mezinin))
Kak Hozan bîr li vê gotinê nekiriye û bi giştî hêla xwe pirtir berdaye nav astên morfolojî û ristesazî, bê ku van astan bi serûber bixê di bin xizmeta ravkirina xwe de. Ji ber vê yekê jî, şîrovekirin ne ligor rêbazeke zimanvanî sînordar hatiye, pirtir di aliyê agahiyên xwendina rêzimanên kurmancî de tê. Ev şêwe ravekirin û şîkirin pirtir qerebalixê di hin xalan de peyda dikê, ta ku encamên zanistî bi ser bixê. Ez vê yekê dibêjim wek aliyek ji gotarê, lê hin aliyên pozetîv û başiyê jî hene pêwîst e ku em bêne ziman.        

Têbîniya yekê:
Lêkolîna likan û nelikan paşkokan:
Hozan derbara Mijara likan û nelikan paşkokên im, î, e, in dibêjê: (((Nexwe BERZO cudakirina pirtikan wek kêşeyekê dibîne û her wiha ew dibîne ku ti kesî ji zimanzanan ew pirtik bi bêjeyan ve nelikandine, ew dibêje: “Li vê pêkê, nivîserên Kurd ji hemî cih û aliyan bi vê destûrê girtine, bê ku yek ji wan nivîser û zimanzanan bîr li vê kêşeyê bikê, ka gelo pêvekirina van bêjeyan (morfêman) bi peyva pişt xwe ve raste yan ne?”.
Lê ev ji rastiyê dûr e, ji ber ku rêzimanzanên kurd berî niha ev pirsgirêk vekirine û di çarçoveya çareseriyê de bûne du bir:
1.   Celadet Bedirxan, Kemîran Bedirxan, Rojê Lîsko û se’îd Şivan û hinên dî, di rêzimanên xwe de gotine ku ew parek ji lêkera bûn’ê ne û hertim divê serbixwe bihêne nivîsandin.
2.  Qanatê Kurdo, Reşîdê Kurd û hinên dî jî di rêziamnên xwe de gotine ku divê ew bi bêjeya berî xwe ve bihêne nivîsandin))).

Bersiva min:
Bi rastî kak Hozan xwestiye, bi mebest yan bê mebest, gotina min li şaşiyê biqelebênê, û bi awakî xwehr rave bikê da ku piroblimeke bêwate di kêşeyê de derbixê, ku hîç pêwendî bi kakilê babet nîne. Ev reftar (bahviour) pirtir li bejina kesên siyasî tê, dema li hevalê xwe dizîvirin. Ravekirina Kak Hozan ji mebesta têkista min dûr e. ji ber ku gotina min xwe bi xwe rave dikê. Baş e! dema ez dibêjim (bi vê destûrê girtine ). Herweha min hin nimûne ji pirtûka Celadet der anîne, û min amaje li navê wî kiriye bi heman gotina ku te aniye, ev bi xwe ango ew destûr ku berê hatiye, û yê ku daniye Bedirxan e, kî bi dûde hatiye bi wê destûrê girtiye, her ev jî nivîserên roja îro ne. Lê gotina Celadet bi çend peyvan nakevê warê lêkolîn, herçend ev peyvên hindik encamek e û helwêsteke zimanî didê, belê mebesta min lêkolîn di vî babetî de ta dema ku min nivîsiye nehatine nivîsandin (ku cara pêşî berî ku di pirtûkê de belav bibê di govara Zevî de belav bûye); eger hebin jî min nedîtine, û ev bi xwe ne piroblim e, ji ber ku bi vê yekê mebesta min ew e: ez dixwazim mijareke zimanî tevbidim, zimanzanan li ser şiyar bikim, û bala wan lê bikişênim, her ev mebesta min e.
Lê nisbet raya Qenatê Kurdo û ya Reşîdê Kurd  gerek min anîba ziman, ev bi xwe ne ku min nidizanî, lê ev dibê kêmasî di lêkolîna min de, sedema wê jî ew bû ku nehatiye bîra min, her ev jî berî niha min kak Memo amaje lê kir. Înca her yek eger bixwazê, dikarê bo vê yekê ji xwe re li daholê bidê, ne xem e. hin kêmasî hene bêhemdî bi mirov re derbas dibin û li nik mirovên bîrber û zana wek van kêmasiyan nankevin ber tûjikên rexne de, bo nimûne di têkista kak Hozan de şaşiyeke bêhemdî pêre derbas dibê ew jî gote weha hatiye, dibêjê: ((dûpaş digihin paşiya kok û raya lêkeran, ew mêjer û zayenda kirar belî diki). Di vê goteyê de şaşîtiya Hozan di anîna têrma zayende de ye (gender, nêr û mê di rêziman), ya ku Celadet daniye. Mebesta Hozan ku bêjê (kes). Ji ber ku nakevê ber aqil ku ev şaşîtiya zanyarî ye. Lewre nabê rexnegir li ber şaşiyên wilo diranê xwe tûj bikê. 
Ya dîtir jî gava ez dibêjim (gelo pêvekirina van bêjeyan (morfêman) bi peyva pişt xwe ve rast e yan ne?”.) ez dixwazim meselê bixim ber lêkolînê de, ne ku ez ji naveroka wan yasayên ku Celadet Bedirxan, Kemîran Bedirxan û yên dîtir danîne ez kêm dikim, lê ez dixwazim vê kêşeyê di şêweyê pirsê de û di warê lêkolînê de pê bixim, ne ku her yek werê li gor vê yasayê vê kêşeyê bi dawî bênê, likan û nelikan li ber hoyên zimanvanî birryar tête birrîn. Ya dîtir jî her ev jî bû sedema livandina kak Hozan ku têde bifikirê û ew jî serê xwe têde gêj bikê! 

II. Têbîniya duwa
Hozan di gotara xwe de dibêjê: (((Diviyabû BERZO pêşî dîtinên Celadet derbarê vê mijarê de şîrove bikira paşê nêrîna xwe bidaya, çunkî kesê ku gotarê bixwîne tênagihe ka çira (ji bo çi) Celadet ev pirtik cuda kirine, wî nêrîna Celadet tenê wiha nivîsiye: “ez wa dibînim, ku Celadet Bedirxan di destnîşankirina van morfêman de, ketiye şaşiyeke rêzimanî, (-im, -î, -e, -in) wek peyvên serbixwe li wan dinerê, bo vê yekê jî, wan cuda dinivîsê”.
Lê nêrîn û ravekirina Celadet ji vê mijarê re ji van çend gotinan ferehtir e. Celadet gotiye ku ev pirtik, ên cuda tên nivîsîn (im, î, e, in) şêweyekî lêkera “bûn” ê ne di dema nuhokê de, ciyê wê di zimanê kurdî de beramberî “hestenهستن “ a farisî, “be” a ingilîzî, “être” a frensî, “sein”[7] a almanî, “ser”[8]a îspanî û “vara”[9]ya swêdî ye.)))

Bersiva min:
Baş e, hey Xudê ji te razî, ma min jî her ev gotiye û min her ev daye xuyakirin ku Celadet van paşkokan: (im, î, e, in) wek şêweyên lêkera “bûn”ê di dema nuhokê de dibînê û min bo vê yekê nimûneyên pirtûka wî bi xwe danîne ser rûpel, û hemberî wan bi zimanê Ingilîzî (verb to be) û Firansî (être). Ma ka ev ferebûna tu behs dikî di kûderê de ye??? Ma her fikire û têbînî di heman çarçêwe de digerê, te hîç zanyariyeke nû ne-aniye!!! Te em naçar kirin ku em meselê dubare bikin, wek ku di lêkolînê de hatiye:
(((Celadet Bedirxan di danîna vê destûrê de, li pêka nivîsîna zimanên Ewrupî çûye, nemaze, yê Frensî û Ingilîzî û gelekên dîtir, wek:

Ingilîzî
Frensî
Kurdî
I am good
You are good
He is good
She is good
It is good
We are good
You are good
They are good
Te suis
Tu es
il est
Elle est                   
IlElle est
Nous sommes
Vous etes
Ils sont
Ez baş im
Tu baş î
Ew baş e
Em baş in
Hûn baş in
Ew(an) baş in
...... )))

Lê dema ez dibêjim Celadet “ketiye şaşiyeke rêzimanî, (-im, -î, -e, -in) wek peyvên serbixwe li wan dinerê, bo vê yekê jî, wan cuda dinivîsê”. Ev wê yekê didê xuya kirin ku baweriya min di desnîşankirina van morfêman de ji ya Celadet cuda ye, lê ji ber ku lêkolîn her di warê rênivîsê de bû, min pêwîst ne dît ku ez di rêbazeke dîtir de lêkolînê dirêj bikim, ango destnîşankirina van paşkokan di astê rêzimanî de. Min jî weha dît ku ez ji rêbaza pirtûkê buwara rênivîsê der nekevim. Inca ez rabûm min amaje lê vê buwarê kir, û li dawiya lêkolînê di perawêzê de di bin navê (Têbîniyek Rêzimanî) min tomar kir û got: (Bi rastî rayeke minî taybetî di destnîşankirina van paşkokan de, heye, bi taybetî (~e), ku pêwîstî bi lêkolîneke serbixwe heye). Dîsa yek dikarê vegerê lêkolînê û vê jî bi çavê xwe bibînê. Weha diyar dibê ku kak Hozan haj mesala rêbazî nîne, her ev jî dibê sedema ku rêge li bin guhê hev bikevin. 

III. Têbîbiya siya
A.
Kak Hozan dibêjê: (((BERZO ji aliyekî ve rexneyan li Celadet dike ku ketiye bin bandora zimanên ewropî û ji layekî dîtir ve bi xwe dikeve wê şaşiyê, di mînakên xwe de kurdî hempayî frensî û ingilîzî kiriye û bi qalibekî teng, derbarê (am, is, are) de wî nivîsiye: “... riste heye ku bi vê peyvê dest pêbikê, weku di risteya pirsyarî de tê:
Are you good ? 
Ma tu başî ?”
Mebesta wî ku di hevoka kurdî de ew (î)ya li paşiya (baş) nahê despêka hevokê wek (are)ya ingilîzî, ev jî qalibekî teng e û li kurdî nabe, ew rêpîvana hevoksaziya ingilîzî ye: ……..)))

Bersiva min:
Ma kî ji te re gotiye li Kurdî tê?? Ma kî ji te re gotiye ev ne rêpîvana hevoksaziya Ingilîzî ye?!! Ez ne dibêjim çima paşkokên me nayên pêşiya ristê, ne xêr. Ev herî betal e, ez dixwazim ew kesê xwendevan ji xwe re ciyawaziyê bibînê, belê her zimanek li gor strekçerê ristsaziya xwe, taybetiyên xwe dirêsê. Taybetiyên (kar)  çi karên destûrî û çi karên nelê (şaz, nesaz) (regular and irregular verbs) di zimanê Kurdî de form û cih û rewişt û reftarên xwe hene ku ji yên Ingilîzî ciyawaz in, da ku pîvanin li ba me hebin, em çilo peyvan di rêziman de ber ber dikin û wan di riya sirûşt û rola peyvê di ziman de nas bikin, ne ku rola peyva zimanekî dîtir bikin kirasek li peyva xwe bikin.

B.
Bi dû vê de Kak Hozan hin nimûne tênê û li ser strekçerê hevoka pirsyarî navbera Kurdî û Ingilîzî de radiwestê û ciyawaziya navbera wan de didê xuyakirin, û paşê raya min jî didanê, bê ku têbigihê ka ez çi dibêjim, û bê ku mebesta min têbigihê, dema ku dibêjê:
(((Her wiha wî nivîsiye: “Morfêma (am, is, are) di risteya Ewrupî de, dikarê cihê xwe biguhêzê, û dikarê wek peyvên dîtir qalibê xwe, di ziman de biparêzê, û rola xwe bi şêweyeke serbixwe bibînê, wek:
A. He is a tall man, isn’t he?
B. Is he a tall man?
C. No, he is not a tall man.”. )))

Bersiv:
Bi dû van risteyên ku anîne, Kak hozan wan werdigerênê zimanê Kurdî heçku ez li babeta strekçerê van risteyan dikolim, ev têgehiştineke şaş e, Hozan  dikevê pey binyata rista pirsyarî ya kurdî û ya Ingilîzî û wan berawurd dikê, heçku min rista pirsyarî aniye jibo vê mebestê, herçend min mebesta xwe di têkist de hişkere gotiye, û wî bi xwe aniye ziman bê ku têbigihê. Belê babet hîn lêkolîn jêre divê û ez di vê gotarê de ti birryara nadim ta ku ez lêkolîna xweyî taybet bi van morfêman belav nekim. Li me negirin.

Têbîniya Çara: tawanbarî
A)
Hozan dibêjê: (((Şaştiya BERZO ya dî ku zanyarê me Celadet Bedirxan tewanbar dike ku ew di vî warî de ketiye bin hikariya[6] zimanên biyanî nemaze frensî û ingilîzî,  li ser Celadet ev nivîsiye: “Ez bixwe dixwazim vê yekê di vê lêkolînê de şîrove bikim ku raya Bedirxan şaşe, û rayeke dîtir li şûnê bidim.)))

Bersiva min:
Di warê lêkolîn û şîrovekirinê de weha heye bîr û ra ne wek hev werin, heye ku ez rayekê rast bibînim yan şaş. Wilo jî heye nivîserekî dîtir raya min rast yan şaş bibînê. Lê, herçende min şêweyekî hişk pêkaniye, lê mebesta min ji vê yekê ew bû, ku ev hişkî, yan ev şêweya qeşartî bibê handerek li nik zimanzanên kurd, ku di vê buwarê de yan di vê xalê de bilivin û bigerin ka rastî di kûderê de ye!! Ji ber ku armanc ne bilindbûn yan nizimbûna kesekî ye, armanc dîtina diyardeyên zimanê kurdî ye, naskirina wan nihêniyên ku ta niha lêkolîn bi awakî rasteqîne û kûr û fere li ser nebûye, eger hebê jî, di astekî lawaz de ye, yan jî babet nehatiye têr û teselekirin. Eger her rayek cuda ji ya min, yan dijî ya min, ez bi tawanbarî lê binerim, ev bi xwe di warê zanyarî de nîne, jibilî ku tiştekî xirab e, û nabê em hevdû li ser vê yekê xwedî bikin, dêmek nivîser nema dikarê raya xwe bêjê, yan jî wê kevirdevî bibê; û bi vê yekê dergehê danûstandina bîr û rayan tê girtin.
Ji alîkî dîtir ve, ev têbînî, yan ev raya ciyawaz ticarî qîmet û qedrê zimanzanê me, Celadet Bedirxan, kêm nakê. Vî cuwamêrî, çi di dema xwe de û çi jî di roja îro de  gelek daye, û bingeheke xurt ji rêzimanê Kurdî re daniye, û eger em bikêrhatî bin, emê dîwarê ku Celadet ava kiriye, emê bilindtir bikin. Em çiqas bilind bibin jî, em dîsa bejina xwe jêre ditewênin. Pêşiyên me, herçende hindik in, rê û rêbaz li ber me hesanî kirine, û ticarî em wan bê qîmet nakin, bere bîrûrayên me di hin xal de cuda werin, ev tiştekî siruştî ye, û dikevê warê xebat û têkoşîna piroseya lêkolînê de. Ez vê yekê dibêjim da em tovê bîr û baweriyên pûtperestiyê neçênin, da ku hişê bexbexayî cihê xwe di serê nivîser û lêkolerên kurd de negirê. Lê hember vê jî, babet bi druşman:  (ciyawazî tenê bo ciyawaziyê) ti sûdmendî û ti mifa bi dû de nayê girtin. Ya baş ew e ku em serbestiya raman û fikir û ravekirin û lêkolîn û derbirrînê ji hev re bixwazin, belê ev şîkirin û ravekirin, pêwîst e di rêbazeke zanyarî de derbas bibê; yan jî emê dergehê pêşxistinê li ber xwe bigirin.    

B)
Herweha Hozan dibêjê: (((Tewanbarî bi şaştiyê ne gunehek e, gava merov serastkirina şaştiyê bi sergihayî çespandibe, û kesekî wek Celadet ku sembola vejîna zimanê me ye bi hêsanî nahê tewan kirin))).
Ez dema dibêjim Celadet di ravekirina van morfêman de şaş çûye, ez vê yekê ne ji valabûnekê yan ji qurrebûnekê, yan bo kêmkirinekê, wek biraderê me fam kiriye. Ji ber ku nabê (im)a Kurdî bibê heman karê (am)a Ingilîzî, weha jî nabê (î) û (in) bibin heman karê (are)a Ingilîzî, Inca, bere tu piştrast bê di vê buwarê de, lê  ya baş ew bû gerek min raya xwe ne bi vî awayî gotiba, da ku ev mijûmoran xwe ber nedabana ser naveroka vê mijarê, ji ber ku nivîser dikarê bi gelek şêweyan mebesta xwe bêjê, bê ku yê pêşberî xwe aciz bikê yan şaş meselê têbigihê, nemaze gava babet bihingivê  mirovekî hêja wek Celadet Bedirxan, ku core hesteweriyek bi xwe re tênê.  Ez vê yekê dibêjim nekû bîr û baweriyên min di mijara van morfêman de hatine guhartin, lêbelê wek min berî niha jî nivîsiye û dupat kitiye ku di demeke nêzîk yan dûr de ezê lêkolînekê di vê mijarê de belav bikim, û raya xwe têde hişkere bêjim. Ezê van baweriyan bi şîrovekirin û yasayên ziman bidim xuyakirin, ne ku kêşeyê di warekî teng de derbas bikim. 

V. Têbîniya Pênca: Ronîkirin
Xaleke dîtir jî Hozan pêşkêş dikê, ew jî di têkista jorî de hatiye, dema dibêjê: (mirov ciyê wê di zimanê kurdî de beramberî “hestenهستن “ a farisî, “be” a ingilîzî, “être” a frensî, “sein”[7] a almanî, “ser”[8]a îspanî û “vara”[9]ya swêdî ye). Wek têvejoya têkist, yek ji alîkî ve têdigihê ku Celadet gotiye, lê heye jî ku ev gotina raveker bê, lewre bi raya min gerek Hozan ev yek ji hev der xistibane: eger Celadet gotiye, gerek navê jêder bê gotin, lê eger dikevê ber gotina raveker de, ji xwe tiştekî dî ye. Kak Hozan di vê xalê de palpişt bi gotara HUSEIN MUHAMMED (Kurtenerînek li hin beşên rêzimana kurdî) girê daye, wek ku di perawêzê de hatiye. Lê dîsa ev bi xwe ne piroblim e, ji ber ku bîroke û fikira Celadet her di wê hêlê de dimeşê. Mebesta tenê ronîkirina bîr û rayan di nivîsînê de baştir e. Ez vê yekê dibêjim ne ku ez bi xwe jê şiştî me, hin car eger ne gelek car bê jî ez dikevim kêmaniya ronînekirinê, ji ber ku weha diyar e ku zimanzanê me yên roja îro ne ji yek kaniya zanyarî avê vedixwin, lewma xwêner di xwendina xwe de şaş têdighê. Yan li ber nakevê. Bi ser ku em dizanin carna wê yek hebê ku baş jê fam dikê, û dizanê mebesta nivîser ji vê şîrovekirinê çi ye, lê dixwazê xwe şaşomaşo bikê da ku li nivîser bizîvirê û serkeftineke bêwate bikê. Ez bi xwe ji herdû aliyan re amade me çi ronîkirin bê, û çi jî  
Di vê têvejoyê de ku em di babeta rênivîsê de ne, ne xisar e ku em bênin bîra kak Hozan ku navê zimanan wek (farisî, ingilîzî, frensî, almanî, îspanî, swêdî) yên ku di gotara wî de hatine bi tîpa mezin gerek bê nivîsîn, ango şêweyê rast ev e: (Farisî, Ingilîzî, Frensî, Elmanî,Ispanî, Swêdî).
Peyva (peywir) bikar aniye bê ku wate yan mebesta wê şîrove bikê, herçende wek wateya (qiyas) tê famkirin.

Têbîniya Şeşa:
Likan û nelikan van morfêman û paşkokan
Wek berî niha jî hate xuyakirin ku zimanzanên kurd di helwêsta likan û nelikana van morfêman de bûne du birr: Celadet alîgirê nelikanê ye, belê Reşîdê Kurd û Qenatê Kurdo likawxwaz in.
Min Kêşeya likana van paşkokan û hoyên likanxwaziyê di rênivîsê de di lêkolîna belavkirî de pêşkêş kirin û sedemên likanê dan xuya kirin. Kak Hozan di gotara xwe de bûye alîgirê nelikanê, lewre  hin hoyên nelikanê, yan em bêjin cudakirina van paşkokan, diyar kirin, û hoyên wî jî di cihê xwe de ne. Ya dîtir jî, rast e min aliyê likana van morfêman daye xuyakirin di hin xalên zimanewanî de, lê sebaret nivîsîna van paşkokan di risteya bêkar de ez ne hewqas hişk im di bîr û baweriyên xwe de.  Hin car jî dibim alîgirê cudakirina wan di şêweyê rênivîsê de, ji ber ku nepevekirina van morfêman (im, î, e, în, in) di hin movik û kêşeyên rênivîsa kurdî de di rista bêkar de - her wek Celadet weha destûr jêre daniye - dibê alîkarê ronîkirina risteyên ziman di astê wate de. Helbet gava ez vê yekê dibêjim ez ji zimanê Kurdî  gavên xwe tavêjim, ne ku pişta xwe bi rênivîsa zimanekî dîtir girê bidim, her wek Kak Hozan weha dakokî li raya xwe kiriye. Di peregrafê de ezê hin hoyên zimanvanî yên nelikanê bidim xuyakirin, ku ew jî ev in:
1. Berî her tiştî nivîserên Kurd bi giştî şêweyê likandî didin peyrew kirin, ku ev bi xwe tenê bes e ku em vî şêweyî pêkbênin bi armanca yekîtiya rênivîsê di dema îro de, herçende bîr û rayên taybet hebin jî, ev bîr û ra dikevin warê lêkolînê de, û ev jî mafê her mirovekî ye ku raya xwe di babetekî ji babetên zimanê Kurdî bidê. Belê birryardan di guhartina hin xalên zimanî de pêwîstî bi kongirên ziman heye, ku takekes bi tena xwe nikarê guhartinê bikê.
2. Şêweyê rênivîsa van paşkokan, çi likandî û çi cudakirî, guhartinê di wateyên rêzimanî de peyda nakê.    
3. Nivîsîna cudakirî (nepevekirî) ya van paşkokan du core riste di zimanê Kurdî bi ruwalet (durv) destnîşan dikê ku di astê rênivîsê de berçav dibê.
4. Ya dîtir jî hincar morfêmên (î, e, în, in) bi du rola radibin: rola sîntaksî û rola ferhengî, wek morfêma (e) eger likandî hat, hin lêlî û tarîkî tavêjê ser forma peyvê di hin têvejoyên taybet de, ku heye xwêner navbera (e) wek morfêma isnadê, û (–e ) wek morfêma paşgir yan rêziman, bo nimûne:
A.
Peyva (riste) du wate yan du mebestan hildigirê, ku hemberî têrima (hevok) bikar tê, û (ew rist e), ango ristik tê û hincar wateya malika helbestê yan helbest bi xwe li nik hin nivîseran bikar hatiye.
B.
Forma (bere) dibê du forim (ber e, bere):
Ew ber e.   Ango ew kevirek e. berekî kevira.
Bere      wek: berey nîştimanî (Cebha wettenî).

C.
Di zarê Soranî de dibêjin (em kiçe) ku bi du awayan tê ravekirin wek şêweya frêza nav (noun phrase) ku dengê (e) her bi peyva kiç ve ye, wek em bi kurmançî bêjin (ev keç) yan (ev keç baş e) lê eger me dengê (e) dûr nivîsand gotin dikevê şêweyê ristê de ku weha tê (em kiç e) ango (ev keç e).

5.
Morfêma (in) jî bi du rolan radibê: 1. wek nîşana (indefinit article) di vê risteyê de (Pîvanin hene); û rola  xweyî ristesazî, wek: (Ev pîvan in). Lewre cudakirin di şêweyê nivîsînê de rol û erkê bêjeyê ronîtir dikê.
  
La dawî ez xwêneran agadar dikim ku di maweyekî nêzîk de, ezê lêkolîneke zimanvanî derbara van morfêman (im, î, e, în, in) belav bikim ku hin bîr û rayên nû têde derdikevin. 
5. 7. 2007

[1]  Ez peyva morfêm di vê gotarê de bikar tênim bi mebesta ku ev bêje (im, î, e, in, în) bi tevayî cihê paşkokan nagirin ku ev bi xwe cihê lêkolîneke serbixwe ye, lewre navlêkirina morfêm pirtir cihê xwe di şîrovekirinê de digirê, her ev jî çêl her bêjeyekê dikê. 

Kak Hozan bîr li vê gotinê nekiriye û bi giştî hêla xwe pirtir berdaye nav astên morfolojî û ristesazî, bê ku van astan bi serûber bixê di bin xizmeta ravkirina xwe de. Ji ber vê yekê jî, şîrovekirin ne ligor rêbazeke zimanvanî sînordar hatiye, pirtir di aliyê agahiyên xwendina rêzimanên kurmancî de tê. Ev şêwe ravekirin û şîkirin pirtir qerebalixê di hin xalan de peyda dikê, ta ku encamên zanistî bi ser bixê. Ez vê yekê dibêjim wek aliyek ji gotarê, lê hin aliyên pozetîv û başiyê jî hene pêwîst e ku em bêne ziman.        Bi rastî kak Hozan xwestiye, bi mebest yan bê mebest, gotina min li şaşiyê biqelebênê, û bi awakî xwehr rave bikê da ku piroblimeke bêwate di kêşeyê de derbixê, ku hîç pêwendî bi kakilê babet nîne. Ev reftar (bahviour) pirtir li bejina kesên siyasî tê, dema li hevalê xwe dizîvirin. Ravekirina Kak Hozan ji mebesta têkista min dûr e. ji ber ku gotina min xwe bi xwe rave dikê. Baş e! dema ez dibêjim (bi vê destûrê girtine ). Herweha min hin nimûne ji pirtûka Celadet der anîne, û min amaje li navê wî kiriye bi heman gotina ku te aniye, ev bi xwe ango ew destûr ku berê hatiye, û yê ku daniye Bedirxan e, kî bi dûde hatiye bi wê destûrê girtiye, her ev jî nivîserên roja îro ne. Lê gotina Celadet bi çend peyvan nakevê warê lêkolîn, herçend ev peyvên hindik encamek e û helwêsteke zimanî didê, belê mebesta min lêkolîn di vî babetî de ta dema ku min nivîsiye nehatine nivîsandin (ku cara pêşî berî ku di pirtûkê de belav bibê di govara Zevî de belav bûye); eger hebin jî min nedîtine, û ev bi xwe ne piroblim e, ji ber ku bi vê yekê mebesta min ew e: ez dixwazim mijareke zimanî tevbidim, zimanzanan li ser şiyar bikim, û bala wan lê bikişênim, her ev mebesta min e. Lê nisbet raya Qenatê Kurdo û ya Reşîdê Kurd  gerek min anîba ziman, ev bi xwe ne ku min nidizanî, lê ev dibê kêmasî di lêkolîna min de, sedema wê jî ew bû ku nehatiye bîra min, her ev jî berî niha min kak Memo amaje lê kir. Înca her yek eger bixwazê, dikarê bo vê yekê ji xwe re li daholê bidê, ne xem e. hin kêmasî hene bêhemdî bi mirov re derbas dibin û li nik mirovên bîrber û zana wek van kêmasiyan nankevin ber tûjikên rexne de, bo nimûne di têkista kak Hozan de şaşiyeke bêhemdî pêre derbas dibê ew jî gote weha hatiye, dibêjê: ((Di vê goteyê de şaşîtiya Hozan di anîna têrma zayende de ye (gender, nêr û mê di rêziman), ya ku Celadet daniye. Mebesta Hozan ku bêjê (kes). Ji ber ku nakevê ber aqil ku ev şaşîtiya zanyarî ye. Lewre nabê rexnegir li ber şaşiyên wilo diranê xwe tûj bikê.  Ya dîtir jî gava ez dibêjim (gelo pêvekirina van bêjeyan (morfêman) bi peyva pişt xwe ve rast e yan ne?”.) ez dixwazim meselê bixim ber lêkolînê de, ne ku ez ji naveroka wan yasayên ku Celadet Bedirxan, Kemîran Bedirxan û yên dîtir danîne ez kêm dikim, lê ez dixwazim vê kêşeyê di şêweyê pirsê de û di warê lêkolînê de pê bixim, ne ku her yek werê li gor vê yasayê vê kêşeyê bi dawî bênê, likan û nelikan li ber hoyên zimanvanî birryar tête birrîn. Ya dîtir jî her ev jî bû sedema livandina kak Hozan ku têde bifikirê û ew jî serê xwe têde gêj bikê!  Hozan di gotara xwe de dibêjê: (((Baş e, hey Xudê ji te razî, ma min jî her ev gotiye û min her ev daye xuyakirin ku Celadet van paşkokan: (im, î, e, in) wek şêweyên lêkera “bûn”ê di dema nuhokê de dibînê û min bo vê yekê nimûneyên pirtûka wî bi xwe danîne ser rûpel, û hemberî wan bi zimanê Ingilîzî (verb to be) û Firansî (être). Ma ka ev ferebûna tu behs dikî di kûderê de ye??? Ma her fikire û têbînî di heman çarçêwe de digerê, te hîç zanyariyeke nû ne-aniye!!! Te em naçar kirin ku em meselê dubare bikin, wek ku di lêkolînê de hatiye:...... )))Lê dema ez dibêjim Celadet “”. Ev wê yekê didê xuya kirin ku baweriya min di desnîşankirina van morfêman de ji ya Celadet cuda ye, lê ji ber ku lêkolîn her di warê rênivîsê de bû, min pêwîst ne dît ku ez di rêbazeke dîtir de lêkolînê dirêj bikim, ango destnîşankirina van paşkokan di astê rêzimanî de. Min jî weha dît ku ez ji rêbaza pirtûkê buwara rênivîsê der nekevim. Inca ez rabûm min amaje lê vê buwarê kir, û li dawiya lêkolînê di perawêzê de di bin navê () min tomar kir û got: (). Dîsa yek dikarê vegerê lêkolînê û vê jî bi çavê xwe bibînê. Weha diyar dibê ku kak Hozan haj mesala rêbazî nîne, her ev jî dibê sedema ku rêge li bin guhê hev bikevin.  : ((()))Ma kî ji te re gotiye li Kurdî tê?? Ma kî ji te re gotiye ev ne rêpîvana hevoksaziya Ingilîzî ye?!! Ez ne dibêjim çima paşkokên me nayên pêşiya ristê, ne xêr. Ev herî betal e, ez dixwazim ew kesê xwendevan ji xwe re ciyawaziyê bibînê, belê her zimanek li gor strekçerê ristsaziya xwe, taybetiyên xwe dirêsê. Taybetiyên (kar)  çi karên destûrî û çi karên nelê (şaz, nesaz) (regular and irregular verbs) di zimanê Kurdî de form û cih û rewişt û reftarên xwe hene ku ji yên Ingilîzî ciyawaz in, da ku pîvanin li ba me hebin, em çilo peyvan di rêziman de ber ber dikin û wan di riya sirûşt û rola peyvê di ziman de nas bikin, ne ku rola peyva zimanekî dîtir bikin kirasek li peyva xwe bikin. Bi dû vê de Kak Hozan hin nimûne tênê û li ser strekçerê hevoka pirsyarî navbera Kurdî û Ingilîzî de radiwestê û ciyawaziya navbera wan de didê xuyakirin, û paşê raya min jî didanê, bê ku têbigihê ka ez çi dibêjim, û bê ku mebesta min têbigihê, dema ku dibêjê: (((Bi dû van risteyên ku anîne, Kak hozan wan werdigerênê zimanê Kurdî heçku ez li babeta strekçerê van risteyan dikolim, ev têgehiştineke şaş e, Hozan  dikevê pey binyata rista pirsyarî ya kurdî û ya Ingilîzî û wan berawurd dikê, heçku min rista pirsyarî aniye jibo vê mebestê, herçend min mebesta xwe di têkist de hişkere gotiye, û wî bi xwe aniye ziman bê ku têbigihê. Belê babet hîn lêkolîn jêre divê û ez di vê gotarê de ti birryara nadim ta ku ez lêkolîna xweyî taybet bi van morfêman belav nekim. Li me negirin. Hozan dibêjê: ((()))Di warê lêkolîn û şîrovekirinê de weha heye bîr û ra ne wek hev werin, heye ku ez rayekê rast bibînim yan şaş. Wilo jî heye nivîserekî dîtir raya min rast yan şaş bibînê. Lê, herçende min şêweyekî hişk pêkaniye, lê mebesta min ji vê yekê ew bû, ku ev hişkî, yan ev şêweya qeşartî bibê handerek li nik zimanzanên kurd, ku di vê buwarê de yan di vê xalê de bilivin û bigerin ka rastî di kûderê de ye!! Ji ber ku armanc ne bilindbûn yan nizimbûna kesekî ye, armanc dîtina diyardeyên zimanê kurdî ye, naskirina wan nihêniyên ku ta niha lêkolîn bi awakî rasteqîne û kûr û fere li ser nebûye, eger hebê jî, di astekî lawaz de ye, yan jî babet nehatiye têr û teselekirin. Eger her rayek cuda ji ya min, yan dijî ya min, ez bi tawanbarî lê binerim, ev bi xwe di warê zanyarî de nîne, jibilî ku tiştekî xirab e, û nabê em hevdû li ser vê yekê xwedî bikin, dêmek nivîser nema dikarê raya xwe bêjê, yan jî wê kevirdevî bibê; û bi vê yekê dergehê danûstandina bîr û rayan tê girtin.Ji alîkî dîtir ve, ev têbînî, yan ev raya ciyawaz ticarî qîmet û qedrê zimanzanê me, Celadet Bedirxan, kêm nakê. Vî cuwamêrî, çi di dema xwe de û çi jî di roja îro de  gelek daye, û bingeheke xurt ji rêzimanê Kurdî re daniye, û eger em bikêrhatî bin, emê dîwarê ku Celadet ava kiriye, emê bilindtir bikin. Em çiqas bilind bibin jî, em dîsa bejina xwe jêre ditewênin. Pêşiyên me, herçende hindik in, rê û rêbaz li ber me hesanî kirine, û ticarî em wan bê qîmet nakin, bere bîrûrayên me di hin xal de cuda werin, ev tiştekî siruştî ye, û dikevê warê xebat û têkoşîna piroseya lêkolînê de. Ez vê yekê dibêjim da em tovê bîr û baweriyên pûtperestiyê neçênin, da ku hişê bexbexayî cihê xwe di serê nivîser û lêkolerên kurd de negirê. Lê hember vê jî, babet bi druşman:  (ciyawazî tenê bo ciyawaziyê) ti sûdmendî û ti mifa bi dû de nayê girtin. Ya baş ew e ku em serbestiya raman û fikir û ravekirin û lêkolîn û derbirrînê ji hev re bixwazin, belê ev şîkirin û ravekirin, pêwîst e di rêbazeke zanyarî de derbas bibê; yan jî emê dergehê pêşxistinê li ber xwe bigirin.     B)Herweha Hozan dibêjê: (((Ez dema dibêjim Celadet di ravekirina van morfêman de şaş çûye, ez vê yekê ne ji valabûnekê yan ji qurrebûnekê, yan bo kêmkirinekê, wek biraderê me fam kiriye. Ji ber ku nabê (im)a Kurdî bibê heman karê (am)a Ingilîzî, weha jî nabê (î) û (in) bibin heman karê (are)a Ingilîzî, Inca, bere tu piştrast bê di vê buwarê de, lê  ya baş ew bû gerek min raya xwe ne bi vî awayî gotiba, da ku ev mijûmoran xwe ber nedabana ser naveroka vê mijarê, ji ber ku nivîser dikarê bi gelek şêweyan mebesta xwe bêjê, bê ku yê pêşberî xwe aciz bikê yan şaş meselê têbigihê, nemaze gava babet bihingivê  mirovekî hêja wek Celadet Bedirxan, ku core hesteweriyek bi xwe re tênê.  Ez vê yekê dibêjim nekû bîr û baweriyên min di mijara van morfêman de hatine guhartin, lêbelê wek min berî niha jî nivîsiye û dupat kitiye ku di demeke nêzîk yan dûr de ezê lêkolînekê di vê mijarê de belav bikim, û raya xwe têde hişkere bêjim. Ezê van baweriyan bi şîrovekirin û yasayên ziman bidim xuyakirin, ne ku kêşeyê di warekî teng de derbas bikim.  Xaleke dîtir jî Hozan pêşkêş dikê, ew jî di têkista jorî de hatiye, dema dibêjê: (). Wek têvejoya têkist, yek ji alîkî ve têdigihê ku Celadet gotiye, lê heye jî ku ev gotina raveker bê, lewre bi raya min gerek Hozan ev yek ji hev der xistibane: eger Celadet gotiye, gerek navê jêder bê gotin, lê eger dikevê ber gotina raveker de, ji xwe tiştekî dî ye. Kak Hozan di vê xalê de palpişt bi gotara HUSEIN MUHAMMED (Kurtenerînek li hin beşên rêzimana kurdî) girê daye, wek ku di perawêzê de hatiye. Lê dîsa ev bi xwe ne piroblim e, ji ber ku bîroke û fikira Celadet her di wê hêlê de dimeşê. Mebesta tenê ronîkirina bîr û rayan di nivîsînê de baştir e. Ez vê yekê dibêjim ne ku ez bi xwe jê şiştî me, hin car eger ne gelek car bê jî ez dikevim kêmaniya ronînekirinê, ji ber ku weha diyar e ku zimanzanê me yên roja îro ne ji yek kaniya zanyarî avê vedixwin, lewma xwêner di xwendina xwe de şaş têdighê. Yan li ber nakevê. Bi ser ku em dizanin carna wê yek hebê ku baş jê fam dikê, û dizanê mebesta nivîser ji vê şîrovekirinê çi ye, lê dixwazê xwe şaşomaşo bikê da ku li nivîser bizîvirê û serkeftineke bêwate bikê. Ez bi xwe ji herdû aliyan re amade me çi ronîkirin bê, û çi jî   Di vê têvejoyê de ku em di babeta rênivîsê de ne, ne xisar e ku em bênin bîra kak Hozan ku navê zimanan wek (farisî, ingilîzî, frensî, almanî, îspanî, swêdî) yên ku di gotara wî de hatine bi tîpa mezin gerek bê nivîsîn, ango şêweyê rast ev e: (Farisî, Ingilîzî, Frensî, Elmanî,Ispanî, Swêdî). Peyva (peywir) bikar aniye bê ku wate yan mebesta wê şîrove bikê, herçende wek wateya (qiyas) tê famkirin. Wek berî niha jî hate xuyakirin ku zimanzanên kurd di helwêsta likan û nelikana van morfêman de bûne du birr: Celadet alîgirê nelikanê ye, belê Reşîdê Kurd û Qenatê Kurdo likawxwaz in. Min Kêşeya likana van paşkokan û hoyên likanxwaziyê di rênivîsê de di lêkolîna belavkirî de pêşkêş kirin û sedemên likanê dan xuya kirin. Kak Hozan di gotara xwe de bûye alîgirê nelikanê, lewre  hin hoyên nelikanê, yan em bêjin cudakirina van paşkokan, diyar kirin, û hoyên wî jî di cihê xwe de ne. Ya dîtir jî, rast e min aliyê likana van morfêman daye xuyakirin di hin xalên zimanewanî de, lê sebaret nivîsîna van paşkokan di risteya bêkar de ez ne hewqas hişk im di bîr û baweriyên xwe de.  Hin car jî dibim alîgirê cudakirina wan di şêweyê rênivîsê de, ji ber ku nepevekirina van morfêman (im, î, e, în, in) di hin movik û kêşeyên rênivîsa kurdî de di rista bêkar de - her wek Celadet weha destûr jêre daniye - dibê alîkarê ronîkirina risteyên ziman di astê wate de. Helbet gava ez vê yekê dibêjim ez ji zimanê Kurdî  gavên xwe tavêjim, ne ku pişta xwe bi rênivîsa zimanekî dîtir girê bidim, her wek Kak Hozan weha dakokî li raya xwe kiriye. Di peregrafê de ezê hin hoyên zimanvanî yên nelikanê bidim xuyakirin, ku ew jî ev in: Berî her tiştî nivîserên Kurd bi giştî şêweyê likandî didin peyrew kirin, ku ev bi xwe tenê bes e ku em vî şêweyî pêkbênin bi armanca yekîtiya rênivîsê di dema îro de, herçende bîr û rayên taybet hebin jî, ev bîr û ra dikevin warê lêkolînê de, û ev jî mafê her mirovekî ye ku raya xwe di babetekî ji babetên zimanê Kurdî bidê. Belê birryardan di guhartina hin xalên zimanî de pêwîstî bi kongirên ziman heye, ku takekes bi tena xwe nikarê guhartinê bikê. Şêweyê rênivîsa van paşkokan, çi likandî û çi cudakirî, guhartinê di wateyên rêzimanî de peyda nakê.     Nivîsîna cudakirî (nepevekirî) ya van paşkokan du core riste di zimanê Kurdî bi ruwalet (durv) destnîşan dikê ku di astê rênivîsê de berçav dibê. Ya dîtir jî hincar morfêmên (î, e, în, in) bi du rola radibin: rola sîntaksî û rola ferhengî, wek morfêma (e) eger likandî hat, hin lêlî û tarîkî tavêjê ser forma peyvê di hin têvejoyên taybet de, ku heye xwêner navbera (e) wek morfêma isnadê, û (–e ) wek morfêma paşgir yan rêziman, bo nimûne: Peyva () du wate yan du mebestan hildigirê, ku hemberî têrima (hevok) bikar tê, û (ew rist e), ango ristik tê û hincar wateya malika helbestê yan helbest bi xwe li nik hin nivîseran bikar hatiye. Forma () dibê du forim (ber e, bere):Ew .   Ango ew kevirek e. berekî kevira.       wek: berey nîştimanî (Cebha wettenî). Di zarê Soranî de dibêjin () ku bi du awayan tê ravekirin wek şêweya frêza nav (noun phrase) ku dengê (e) her bi peyva kiç ve ye, wek em bi kurmançî bêjin (ev keç) yan ( baş e) lê eger me dengê (e) dûr nivîsand gotin dikevê şêweyê ristê de ku weha tê (em kiç e) ango (ev keç e). Morfêma (in) jî bi du rolan radibê: 1. wek nîşana (indefinit article) di vê risteyê de (Pîvanin hene); û rola  xweyî ristesazî, wek: (Ev pîvan in). Lewre cudakirin di şêweyê nivîsînê de rol û erkê bêjeyê ronîtir dikê.   La dawî ez xwêneran agadar dikim ku di maweyekî nêzîk de, ezê lêkolîneke zimanvanî derbara van morfêman (im, î, e, în, in) belav bikim ku hin bîr û rayên nû têde derdikevin.  5. 7. 2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark