Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Li nav pêlên mirinê , Stêrên geþ sermed dibin (Seydayê Keleþ , ji giyanê Te re)

 


  Bêwar Brahîm

Pêngav bi pêngav … li pey ronahîya azadîyê ,
Qamiþlo , xwezîyan dike gilî û gazî …
Li nav toza oxirên bê dawî ,
Di gel rijandina stêran jî ,
Lê…, ew Stêran ji asmanê xwe narijîne ,
Li ber pêlên mirinê ,
Ew stêrên xwe , dispêre asmanê sermedîyê ,
‏Hefsarên þînîyên hêsir gerim û
Þivîlek û dolikên rondik zuha …
Li nav çiroskên pertew û ronahîya
Mirinên spehî …
Diçirisin û ronî didin .


Kat bi kat … , di hembêza hêvîyan de ,
Qamiþlo , reþbînîya mirinê geþbîn dike
Mirinê dixemilîne , xweþik û sbehî dike‏
Li nava rist û nîgarên dêrîn û kevnar ,
Li ber bêhna avê û xakê …
Rêkên dûr û dirêj ,
‏Xwe li pêþîya me û dijminan radixînin ,
Lê… derdê me , ronahîya rêkên felat û azadîyê ye ,
Birînên me , yên dev vekirî … dikin qêrîn û hawar ,
Xwezîyên me yên pel çilmisî ,
Pel bi pel … diweþin ,
Bi tenê hêvîyek ronî hûr
‏Ji piþt asoyan diyar dibe ,
Ku rêka milet ji xezeba qirkirinê paqij bike .
 
*      *       *
Dem bi dem … , ji kezeba jiyanên bê mirad ,
,‏Qamiþlo , þînîyên bê war û hejar …
Dike Gemî , di nav deryayên wefadr û sozdar de .
Li ber rûbarê ava destnimêja Þêx Maþûqê Xeznewî‏
Kelkela germa havînê , bû buhareke ne mir ,
Mirin bû dilopa dawîn , di pênûsa Seydayê Keleþ de ,
Ew dilop , bû daristaneke rengîn li kêleka vê buhara ne mir .
Ew dilop , bû stêreke ne vemir , di asmanê sermedîyê de .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark