Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Spasiyek ji Konê Reş bo Koçka Qamişlo a Çandeyî

 


  Ez ji dil û can spasiya Koçka Qamişlo a Çandeyî dikim, ev koçka ku ji dor salekê ve, dest bi çalakiyên rewşenbîrî û ferhengî kiriye û bi dehan semînerên têvel li dor ziman û wêjeya kurdî pêk anîne.
   Hejaye gotinê, ku seminera dawîn di roja 15/07/2007 an de, a min bû, ji bo bîranîna 56 saliya koçkirina Mîr Celadet Bedirxan bû.


   Di wê semînerê de, di nav beşekî bijarte de ji nivîskar û rewşenbîran, ez li dor salên dawîn yên mîr Celadet Bedirxan  rawestiyam û bi hûrbûn min rojên wî yên dawîn şirovekirin li gor pêzanîn û serwextiya xwe..Di dawiya semînerê de û biştî giftûgoyê bi beşdaran re komîta Koçka Qamişlo a Çandeyî ez bi cotek pênûs xelat kirim.

   Ev spasiya min ne, ji ber ku wan, ez bi cotek pênûs xelat kirime.. Min gelek xelat ji cihên bilind wergirtine. Belê ji ber rezgirtina wan ji min re, ji zimanê kurdî re û ji Bedirxaniyan re û ji bo wê pêvajoya ku komîta Koçka Qamişlo a Çandeyî li ser dilive ku rêbaza Barzaniyê nemire. Hem jî ku ev koçik bi karekî bedew û spehî radibe, di ber ziman û ferhenga kurdî de û ji ber vê yekê jî ez spasiya wan dikim û bi hêvîme ku bi berdewamî vî karê xwe derbas bikin.

  Careke din ez ji dil û can spasiya wan dikim.

Konê Reş
Qamişlo 28/07/2007


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark