Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Di xweşwaniya 40 Rojiya Helbestvanê Kurd Seydayê Keleş de

 


  Mihemedê Seyid Husên

Erê seyda
Em mîna dizê şevê
Hêwerî û bê pêjin
Li ser serê tilîkan di meşin
Û zeman bi loqegurê
Rojan ji temenê
Me dadiqurtîne
Eger ku carekê
Bi wan lêvên velerzî


Ji min bi pirsiya
Tê baş naskiriba
Bê çendî min hez
Ji te dikir.
  *  *  *
Hinga wan
Gotinên te yên şêrîn
Di hingavtim
Ji temara xewa giran
Şiyar dikirim
Lê çi bikim seyda
Xwedê nenasan
Em jihev dûr dikirin
Min nizanî çima
Û ji bo çi
Hîç fêr nebûme
Gelo qence
Ango ziyane.
  *  *  *
Anuha li odeka xwe
Rûniştîme hemû tişt
Te tînin bîra min
Lixêvên helbestê
Hestên min dixuricînin
Dengê baranê ji derve
Mûjdeyên berhemên bêrîn
Diguhêzin min
Bixwe agadar dibûm
Ku weke te di tenayê de
Li dûv talanan dibezim
Di çolistake panav fireh de
Tewş, mat û bê çarim.
  *  *  *
Dilê min dibêje
Ew tiştên ku
Di nava min û tede
Pevdiçinîn çûn
Nema vedigerin
Ji axîna dil
Dibêjim seyda
Xwezka te zanîba
Minê çawa û çilo
Tu gerdenkiribana
Bi herdû çengan
Tu himêz kiribana
Nemaze ku careke din
Mêvanekî xoşewîst
Li min vegeriyana.
   ***********

Evîna Dilê Keleş

Dil carkê
Li defa jiyanê dixîne
Û giyan carekê
Ji dil mişext diçe
Dohbû ew dêmên gulî
Çavên çakbîn
Henasên hêmen
Ketin kezeba oxirê
Di wê xeleka girtî de
Ji  ber çavên min wenda dibû
Bi ramûsaneke kurmancî
Xatir ji min dixweztin
Hest dibûm ku
Dilê min pêre diçe
Çû û ez di tanaya
Xwe de di ponijîm
Çû şabextiya mirinê
Bihuşta evîndaran
Û ez bi tena xwe
Bi wêneyê wîre di axivim
Çû, çû û her diçû û
Herdû çavên xumarî
Li ser nexşa kurdistanê
Tev hêsran digirtin û
Dîsanê ez bi tenê
Di gevezoka zindana
Jiyaneke bê binî de dimam
Diketim bê dengiya
Miriyên goristanê
Bê dil di bendemanê de
Çav li ser di qerimîn.
  **************

Şevbuhêrka Seydayê Keleş

Ez û tu û nîvê şevê
Destbirakên sermedîne
Bihev re di meşiyan
Zeviyên kaleşûv
Mizginiyên xewnên xilmaş
Diguhêzin me
Şev di nava dilên mede
Weke pelê çilo di re,elî
Ew ramanên şiyar
Nermovingî di şemitîn
Sincên heyaman
Lewma çi rêya kevnar
Dawiyek jêre heye
Di pêvajoya îroyîn de
Di nêv dîmenên xewnedar de
Her tişt hati ye guhertin
Tanî bi dengê agadariyên me jî.
  *  *  *
Hê jî awzên wê şevê
Di guhên min de di xulxulînin
Li min mikurtên
Ku her me stirana
Roja xwe naskiri ye
Û çi ciyê ku
Em têre derbas bûne
Me bihev re
Navê xwe li ser
Dara beriwê kola ye
Bi ser êşekê vedibûn
Li gel wê tenaya mişext
Bêrîkirinan em şiyar dikirin.
  *  *  *
Ax ji wê şeva
Qar û pir dirêj
Bê kes û destekar
Ya ku stêrkên wê nediçûn ava
Bi dizî noq dibûn
Hinavên me
Tiştekî nependî pêre hebû
Ji kaniyên xewnên me vedixwarin
Tiştek min bi ser
Evînê de dikişîne
Û ez naxwazim
Çiku evîn min dê
Weke sîka xwe
Bike dûmahiyeke dîl.
  *  *  *
Di heman şevê de
Ezê ji pêlan bi pirsim seyda
Gelo ta kengî
Emê li şalûrê xwe
Yê wendayî di nava kavilên
Heyaman de bigerin
Kengê emê rawestin
Ji nîvisandina gotinê.
  *  *  *
Di wê şeva jibîrbûyî de
Bihev re di meşiyan
Meşeke dûr û dirêj
Êdî gotin di bişkivîn
Bişkoj diketin
Qolincên vebûnê
Mirov nema
Qidoşî û bextiyarî
Jihev nasdikir
Tewer ku mêvanên
Sîgiran ez û tu bûn seyda.
  *  *  *
Di wê şevê de
Di wê rê de
Em di kulmişîn
Me nema navê xwe nasdikir
Û deriyê mala me jî
Bê rajmê re ( bê nemre ye )
Di bin perdeya taristanê de
Di pesarê çiyrêzan de
Li wê hindamê
Bêrîkirin di bişkivîn
Van êş û derdan
Em vewestandine seyda
Em nexweş xistine
Û her hê jî em
Li ser heman rêyên
Bi stirîdirk û bê dawî di meşin.
*  *  *
Gelo wê kî
Omîdan di xewnan de bi afirîne
Di wê xunca ku jinû vedibe
Tu bi tenê pirê caran
Ji wê revendiya demdirêj
Ji bo navê min û xwe
Li dûv karwan lipaş dima
Hinga şabextî
Di pertewên rûyê tede radiza
Ango di dilê
Stiraneke xemgîn de xilmaş dibû.
  *  *  *
Vêca bi tere seyda
Damarê helbestê di jenin
Û kesek ji me
Êdî nizane ji bilî
Ewên ku di bê pêjiniyan de
Di gurra bêrîkirinan de
Di ahebga keservedanê  de
Li ber gupgupa dilê jiyanê
Hêsran di barînin
Êca li benda te me
Di vê rê de hemî tişt
Min bi ser tede dikişînin
Ew tiştên ku agir
Wan bi xwe re hiltîne.
  *  *  *
Bela nifşên nûhatî
Yên ku te ew hînî
Zimanê dayikê kirine
Şevbuhêrkan li ser
Maknivîsarên te
Yên namedar bi gerînin
Bela peyxamên min jî
Te xemgîn nekin
Bela kelgermiya
Bêrîkirinan tenha
Bo sêpla yadiyên te bin
Bo paşmayên te
Yên giranbuha bin
Di bişkovên nazelîn de
Di stiranên foloklorî de
Di helbesta Cegerxîn de
Di sirûda sydayê Namî de
Di  fîxana bilbilê Tîrêj de
Li ser têlên tembûra
Şeyda awaz bibin
Her û her tu zindar
Li bîrê bi jene seyda
Çunkî tiştek
Di destên mede namîne
Ji bilî bêrikirinan.
  ***********

Yadiyên Keleş bi Parêzin

Dema ku rok
Di kulke zêrînê de
Xatir ji ronahiyê dixaze
Û di nêv dawdêlên
Tariyê de wenda dibe
Hinga Qad li ser
Tapana di raweste
Bi qelîştokên xwe dikene
Zeman jî her
Nasnameya kêm dike
Zîmarên mangirtî û
Birînan ji ser
Rûyê jiyanê rêş dike.
  *  *  *
Dema ku xewnên me
Ronî di wan de pîr dibe
Lîstikên zarokî
Mîna kayina pezkovî
Pir bare dibin
Pêre ronîka heyvê
Lawaz dibe
Derew bi rastî werdigerin
De ka îcar
Ji min re bibêje seyda
Çawa û kengî
Emê karibin roka xawer
Ji Dêwên sêserî bi parêzin.
  *************
… 26-7- 2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark