Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: AZADÎ … BERHEMÊ SERHILDANÊ YE *

 


   Zagros – Dêrika Hemko
 
   Yekêtî daxwazek kevin û nû ye maye havil û hevdem di hizra mirovê kurd de, û herdem gelê kurd ev daxwaz li rêberayetiya xwe ya siyasî kirye, ta wê radeyê dikarin bêjin ¨ku ev çende ji bal hemû aliyan ve pesindkirye û hemû alî li ser vê daxwazê kok in, lê di warê kar û pêkanînê de ya gelek asê û aloz e …


   Alozî di kêþeyên kurdî de ,berhem û encama bindestiya sedên salan e, ku dagîrkeran bi þarezayî di komelgeha kurdewarî de çemk û boçûnên cudakirin û nakokiyan belavkirine û xudankirina hokarên paþvemana miletê kurd û xurtkirina giyanê hevrikiyê ji ber ku tenê bi lawazkirina gelê kurd û tevgera wêya rizgarîxwaz armancên dagîrkeran têne dabînkirin .
Vajî vê yekê, çi cara gelê me kokbûye û rêkeftiye þiyaye serkeftin û destkeftan bi dest bînê, her di vê biwarê de bi pêdivî dibînim amajê bi Serhildana Bihara 2004 an bikim ku bi yek rêziya Þeqama kurdî mezintirîn rûdan hate tomarkirin di dîroka hevçerxa kurdî de, ku yek ji xuyatirîn wane û wêneyên Serhildanê diyarbûn di rêkeftina gelê kurd li Kurdistana Sûriyê de li ser yek helwestî, bi vê çendê doza netewî ya kurd geha astekî berz û bilind di karvedan û terazûyên siyasî de, û sengiyek da tevgera rizgarîxwaza kurdî, ku dîtir çi layen nikarê sengî û rola gelê kurd û tevgera wê perawîz bikê .

   Her ji ber vê çendê piþtî Serhildanê, Þeqama kurdî bi xurtî daxwaz û dakokî li yekrêziya tevgera xweya siyasî kir, û ji bal du partên kara û karîger ev daxwaz hate pejrandin, û di encamp de Partiya Azadî hate raperandin, ku Îro Azadî bi roleka bilind li ser hêlên netewî dîmukrasî kar û xebeteka bê westan dikê ji bo dan bi mafê gelê kurd di kurdistana Sûriyê de bê kirin, bi gelemperî dikarin bêjin ne tenê Partiya Azadî ked û berhemê Serhildanê ye, zêdebarî vê çendê Azadî hilgirê  ala Serhildanê ye.

-----

* rojnama deng / hijmar 82

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark