Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rêya Taze: Yekemîn Helbesta Qedrî Can a Nûjen e

 


 Konê Reþ

  Eger Seydayê Cegerxwîn bi hin helbestên dîwana xwe (Kîme Ez?/ 1973) û Apo Osman Sebrî bi hin helbestên dîwana xwe (Bahoz/ 1956) helbesta nûjen nivîsandibin, nakevin pileya ku Qedrî Can berî wan helbesta nûjen nivîsandine. Qedrî Can di sala 1936an de yekemîn helbesta Kurdî a nûjen bi navê (Reya Taze) nivîsandiye û Li gor ku Prof. Qenatê Kurdo di pirtûka xwe a bi navê (Dîroka Edebiyatê Kurdî) de dibêje, ev helbesta wî, di sala 1936an de hatiye nivîsandin û sala 1944an di kovara (Ronahî), hejmara 26an de li Þamê hatiye belavkirin.. Herwiha helbestvanê Kurd Edîb Çelkî vê yekê bi cî dike ku Qedrî Can ev helbest di sala 1936an de nivîsandiye.. Û wiha em dikarin bibêjin ku Qedrî Can Mîrê helbesta Kurdî a nûjen e.. Ez jî, li kovara Ronahî, hejmara 26an vegeriyam, min dît ku raste têde hatiye weþandin û di bin re (Qedrî-Can/ Þam: 25-5-944) hatiye nivîsandin.


Sala nivîsandina vê helbestê (Reya Taze/1936), bûye qûnaxek di toreya Kurdî de.. bûye pirek di navbera helbesta kurdî a kilasîk û nûjen de, anku di navbera kevin û nû de.. Di pey Qedrî Can re bi dor 10 salan helbestvana ereb Nazik Almelaîke û Bedir Þakir Alseyab û hin din ji helbestvanên ereban dest bi hunandina helbesta nûjen kirine... Hêjaye em navê mîrê helbesta kurdî a nûjen di nav kurmancîaxêvan de li Qedrî Can bikin.. Fermo bixwînin:
Ew perdeya reþ tarî,
Ko ji þevên reþ diyarî,
Min...
Ji rûyê xwe kiþand..
Li ber çavê xwe çirand..
غ avêt..
Avêt paþ sed çiyayî..
Nava hezar deryay..
   Min,
   gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh þûþ,
Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuþt..
*     *     *
Ew zingara di mejî,
Ko mejyê min dimijî
Min.. ..
Bi kêrikê xeritand
Û bi agir þewitand
غ paqijkir...
Paqij kir jê serê xwe
Min avêt ji derê xwe
*     *     *
تdî... ...
Bi dîtina xwe,
غ bi bihîstina xwe..
Bi vîna xwe û bi mejî
Bi rêve-çûna xwe jî
Ez bûm însanekî nû, piresteþê olek nû,
غ di bajarê dil de min ava kir holek nû..
Qedrî-Can/ Þam: 25-5-944

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark