Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serxet û Binxet

 


Berzo Mehmud

Weku em hemû dizanin Kurdistan zeviyeke coxrafî berfereye, ku piþtî peymana Sayikispîko bi dû þerê cîhanî yê yekem de, hate parçekirin û kete bindestê sê miletên dîtir de: Ereb û Tirk û Faris, di nav çar sînorên dewletî de hate levakirin, ku parçek kete ber sînorê dewleta Tirkî de, û parçek kete ber sînorê Sûriyê, û yê sisiyan kete ber yê Îraqê, herweha yê çara kete navy ê Îranê de


Kurdistan weku welatekî mîrî û rismî  ji nav sînorên dewletî yên rismî hate windakirin. Lêbelê zevî her wek xwe ma, û miletê kurd jî her di cih û ware xwe de ma, bêy ku kiyana xwey siyasî hebê.
Miletê kurd di welatê xwe de ji ber vê yekê, perîþan ma, lê biser wilo de jî dev ji hebûna xwe weku dîrok û coxrafiya û ziman û taybetiyên xweyên netewî berneda, û di ser van sînoran re qevast û xwe lê nekir xwedî ligor ku jêhat.
Piþtî danîna van sînoran, kurdên Kurdistana Tirkî, ji Kurdistana parçê Sûriyê re digotin: (binxet), û ji xelkên wêre digotin: (binxetî) ango yên bin xetê re ne. Mebesta wan jî ji xetê her sînorên kun û hatine danîn. Ji aliyê Sûrî ve, kurda ji parçê Kurdis- tana Tirkî re digotin: (serxet), û ji kurdên wê deverê re digotin (serxetî).
Lewre ev herdu têrmên coxrafî linik tevayîya kurdên herdû parçên Kurdistanê belav bû, ku ta roja îro jî berdewa-me. (serxet û serxetî) û (binxet û binxetî), weku du têrmên coxrafî ji aliyê kurdan tenê re têne naskirin û famkirin, ku ne Erebê Sûriyê, û ne Tirkên Tirkiyê wê dizanin. Ev taybeti ya hank u kurda bêhemdî xwe anî, wê yekê diyar dike ku kurd netewekî serbixweye, û ev sînorên dewletî yên peyma-na Saykispîko bi þêweyekî nerast û duristî hatine danîn, weha jî miletê kurd lê nebûye xwedî, lewre di zimanê wan de ev tiþt ji xwere diyar bû bêy ku partiyeke siyasî ji wan re bêjê.
Herweha, kurdên parçê Kurdistana Îraqê û yên parçê Kurdistana Îranê dibêjin: (lem dîme) û (lew dîwe) ku her ev jî wateya (serxet) û ( binxet) di naveroka xwe de didin.
Lê, em bi hêvîne ku rojek werê Kurdistan wê bibê yek parçe, û ev bêdadiya han ji ser wan bête rakirin, û ne (serxet û binxet) û ne (lem dîwe û lew dîwe) ta ku ew jî wek hemî  miletên cîhanê li ser xaka welatê xwey xweþ bi serbestî û serfirazî bijîn.
------
Jêder: kovara Helez / hijmar (1)


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark