Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: BILBILÊ DILÞADÎ

 



TÎRÊJ

Ey bilbilê dilþadî hela, wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can
Dengê te ye xweþtir, ji ney û nay û bilûrê


Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawayê dî ji dengê xuþîna dehl û reza ye
Hawê sisîya ji bihna þemamok û gula ye
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meþûr e
Karwanê me va bi rê ketî, lê þevreþ û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e
Çar hawîr me diz û keleþ in, têk dane dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin
Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e
Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar
Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar
Îro li me ferman e, li ser gerdenê þûr e
Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev
Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh þev
Geh tarî û dûman e û geh rewþen û nûr e
Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibê îro ji þerqê li me da der
Rewþen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser
Nîþana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e
Piþtê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve þûna þevê ye
Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e
Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan
Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan
Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.

https://www.youtube.com/watch?v=rNxFoxEYqL0







 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark