Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Meleyê Cizîrî(Şêx Ehmed Muhemed) (1589-1664)Z. (Xeleka dawiyê)

 


Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Ji berku ez ji wê (horê) golîka çavan dûr im,min tenê carekê ewa li ser  dîwara bajêr yan koşkê dîtiye û ewa weke geliya rastê ji çiyayê Torî li pêş min di nav ronahiyê de diyar  dibû,lê wê ronahiya ku ewa di nav de diyar dibû,dil û canê min li ber şewitî û dîsan siba te bixêr xanima min.
Dîsan Mile bang li yara xwe dike û dibêje:Ya ronahiya çavên min,were cem min  ta ku ez bejin û bala te bibînim!.Û eger ez çiqas li ser ciwanbûn û spîbûna destên dîlbera xwe û bejna wê bêjim, lê bawer bikin hêdî ez nema kanim hestên xwe derbibirim, ji ber ku hêza  min jar dibe û peyvên min nema têra pesnê wê dikin,lewra jî nema ez kanim hertiştî di derbarê ciwaniya  wê de bêjim.


Divê hûn bawer bikin,ez ji birûska geş ya taca zêrîn ya ku dîlbera min daniye navîna serê xwe ,hîn şiyar nebûme û ji wê tacê ronahî belav bûye û ronahiya wê gihaye welatên Rojhilatê,lewra jî ez  nikanim cidabûnê di navbera taca zêrîn  û ronahiya berbangê bibînim û ez  ji ber wê evîna kûr herdem dinalim û dîsan siba te bi xêr xanima min.
Lê ya ronahiya çavên min,tu were cem min ta ku ez bejin û bala te bibînim!
Erê dîlbera min ,tu bi rindbûn û xweşikbûna xwe,tu bi nazikbûna xwe wek Horiya buhuştê ye,tu wek Royê dengdar î,nav û dengê te jî mîna navê Royê pir nirxbuha ye, lê herdu biriyên te jî  bi xemla xwe yên reş mîna du qewsên reş  wek tîran û şûran  min birîn dikin,erê te  ew herdu qosên  xwe wek tîran  avêtine canê min û te herdu biriyên xwe jî mîna şûr û baranê  avêtine sîngê min, tu bawerke ku ez çiqas ji wan lêdanên te dêşim lê carek din siba te bixêr xanima min!  
Helbestvan dîsan bang li dîlbera xwe dike û dibêje:Ey ronahiya çavên min,tu were cem min,bila ez bejin û bala te bibînim.
Erê,erê dîlbera min,gava ku tu xwe hildipesêrî ser wan balgiyên hevrîşmî, lê tikaye ,carekê  tu  xwe diyar bike û bila ez  rinda xwe bibînim.
Dîlbera min!Vaye  Newroza me hat,divê tu jî li vê ahenga pîroz beşdar bibî û ji me  helbestvan û belengazan re bixwînî û peyvên xweşik bêjî,erê dîlbera min,tu rêdanê bide  min ku  ez te  jî  li cejna Newrozê bibînim,lê tu zanî ku tu weke pêrî û firişteya buhuştê ye? Tu were  ku em li cem wan pêlkên  reş û rûçkên spî  meyê di piyalên ferforî de binoşînin.
Tu zanî xanima min,ew xalên  ku li ser  rûçkên te yên sor,dilê min talan û zep kirin,vaye ez dîsan bang li te dikim û dibêjim:Were cem min,tu ronahiya çavên min e,bila ez bejin û balava te herdem bibînim.
Emê ji piyalekê  meyê vexwin ,ew piyale jî  mîna piyala Şah e û di wê de  meya qerqefa ( Qerqaf  navek ji navên meyê ye)pîroz heye û li ser wê piyala meyê nîşanek heye,ji min re diyar dibe ku dîlbera min  ewa ji min re şandiye ta ku ez wê  binoşînim,lê dîlberê jî ewa di nîvê şevê de ji min re şandiye taku tukes meyê nebîne û ez niha ji wê pîyalê di nîvî şevê de vedixwim û niha ez sermest û serxweş im,lewra jî hişê min ne  di serê min de ye,lê ez niha vê rewşa ku ez tê de ji milet vedişêrim taku tukes li ser min bi xerapî nepeyive û ji ber ku milet nizane nehênî û razên kesan veşêrin  û  herweha jî ew nizane derdê evîniyê çiqas giran e.
Dîlbera min!Tu zanî ez pir caran sermest im  û dîsan siba te bi xêr xanima min,ya ronahiya çavên min were cem min ta ku ez bejin û bala te bibînim,tu were cem evîndarê xwe,ewê ku ji derdê hezkirina te re bûye pakrewan û bila ev hevdîtina te ji min re bibe dilovan û taku ez jî bi derdê dûrbûna te nemrim.
Tu zanî dîlbera min,tu ji bo nexwaşiya evînê  mîna Mesîh î,ewî nexwaş derman û sax dikirin,ewî kesên ku marên reş jî  cehrên xwe berdidan canên wan,ewî dîsan kanîbû wan nexwaşan derman bike.
Lê min pir bîra te kirîye û dîsan siba te bi xêr xanima min,dîsan helbestvan
bang li serdilka xwe dike û dibêje:Ya ronahiya çavên min,were cem min taku ez wê bejin û bala te ya xweşik bibînim.
     xxxxxxxxxxxxxxxx

Nirîna me bi gihîştî
--------------------------
     
Bi rastî eger em bi kûranî helbesta jorîn dixwînin,em jî matmayî dimînin, û nikanin biçespînin û bêjin:M.Cizîrî evîndarê kê bû,lê  rojhilatnasê Emêrkî gotiye:(Ew evîndarê Xweda,Pêxember,welêt û keçekê bû.) Lê bi rastî; em nikanin bawer bikin ku helbestvan naverokên hemû  malikên  helbesta  xwe arastî  wan hemûyan bi hev re dike,em nikanin bawer bikin ku helbestvan Xweda û Pêxember lêçûneyê keçekê dike û por,dev,enî û bejinên wan bi lêçûnên pir baş û ciwan  nîgar bike û wêneyên wan mîna Huriyên buhuştê dîne ber çavên  xwe, guhdar û xwendevanên xwe.Eger nirîna rojhilatnasê Emêrkî rast be,çima M.Cizîrî carekê tenê jî aşkere(Xweda,Pêxember,welat)bi nav nekirine ??!!Li aliyê din tu dibêjî belkî lêkolîner Feqhî Husên jî bi gotinên rojhilanasê Emêrkî bawernekiriye,lewra jî ew  weke ji civaka Kurdî bihîstiye  û dibêje:Dîlbera M.Cizîrî (Xatuna bisk kesk ) bû û  ewa ji malbeta Mîrê Botanê bû,lê dîsan jî ewî  rasterast negotiyê ku kîjan ji van herdu nirînên jor nêzîkê rastiyê ye û  weha xûya dibe ku pirsgirêk li cem wî jî çareser nebûye.
Bi kurtî em jî dixwazin  texmîn  bikin û ta radeyekê  bawer bikin ku dîlbera M.Cizîrî (Xatuna bisk kesk)bû û li dawiyê em dixwazin çareserkirina vê pirsgirêka wêjeyê ji hevpêşe û lêkonerên wêje re  vekirî bihêlin .
   xxxxxxxxxxx
Ziman û rewanbêjî li nik M.Cizîrî
--------------------------------------------    
Zimanê M.Cizîrî bi Kurdî (Kurmancî) resen e,lê di zimanê wî de mîna pir helbestvanên klasîk, gelek peyvên Erebî jî hatine,ew peyvên biyanî dikanin hin aloziyan li pêş  Kurdên Turkiyê,Îranê û Sovyetistana berê çêkin.
Di dîwanê de peyvên Erebî gelek in û hinek ji wan di helbesta borî de ev in:Roh(can),sîfat(riweşt),heyat(jiyan),rahet(cihê dilxweşiyê),hubet
(hezkirin),dehîf(jar),husn (ciwanî),eşq(evîn),şefaqet(dilovanî) Û.H.W.
Lê helbestvan di aliyê rewanbêjiyê de dewlemend e,ew bang li  dîlbera xwe dike û  dibêje:Ey mesta min ! Ango ew di vir de dîlbera xwe mîna meyê dibîne û ewa wî serxweş dike,ew li cîheke din jî biriyên dîlbera xwe mîna Nîvhêvê dibîne(Bêrê reşê tu zîn muqewes min),dîsan ew dinivîse:(Enî mehî şefeq rojî), ew di vir de eniya dîlbera xwe weke Hêva geş dibîne.
Bi rastî eger em keştek zanistî  di nav deryaya dîwana M.Cizîrî bikin ,emê bi sedan lêkçûnên weha ciwan û nayab bibînin û ew dikanin bibin cihê lêkulînek serbixwe.
   ………….

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark