Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di bīranīna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdī de

 


Rojnamevanên cefakêž û xebatkar
Silav li we hemiyan
Di 22 Nîsana 1898 an de û berî bi 122 salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîra , li paytexta Misirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya kurdistan derdixe û dûrî Axa Kurtdistanê li derveyî welêt belav dike..
wežandina Rojnameya Kurdistan  ne tenê xebateke neteweyî û rewženbîrî ye lê belê ew rojname žorežeke çandî bû di dîroka gelê kurd de. Û ji wê rojê de heya roja îro roja 22 yê Nîsanê hemî medyekar û dezgehên ragahandinên kurdî û tevahî gelê kurd li her çar parçyên Kurdistanê û li derveyî welêt hersal vê rojê bi bîr tînin û pîoz dikin.


Di wê serdemê de rojnameya kurdistan bi rolekî girîng radibû bi gihandina zanyarî û bûyerên navçeyî , cîhanî û Kurdistanî, Lewre rewženbîr û pêžngê gelê kurd Miqdad Midhet Bedirxan ev valahî dît û bi xebateke bêhempa ev valahî bi wežandina rojnameya Kurdistan dagirt û bû destpêkek ji bo rojnamegeriya kurdî, û niha jî bûye dîrokeke giranbuha di rojnamegeriya kurdî de.

Miqdad Midhet Bedirxan, bi xwe sedema wežandina rojnameyê wiha tîne zimên:

“ Di dema me ya îroyîn de, êdî her tižtên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivsandin û ragihandin. Gelek tižtan em ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurd, ên ku hew çend wêrek, agîd û merd in, ji tižtekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim, reyên zanistî û merîfetê nîžanê we bidim û we težwîqê nivsandin û xwendina kurdî bikim…”

Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîžtinê bikim; li kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîžanî kurdan bidim; li kuderê çi žer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa žer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.»

Rojnameya Kurdistan li serhev 31 hejmar derketin. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêžîn derxistine, Lê ji ber zordestiya dewleta osmanî Miqdat Midhet Bedirxan nema karibû derxista, Lewre birayê wî Ebdilrehman Bedirxan rojname berdewam kir. Ebdilrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, pižtî Qahîreyê, li Swîsre û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistan kir. Rojnameya Kurdistan li ser hev 31 hejmarên wê derketin (Hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902).

Hejmarên 1’ê heya 5’an li Qahîreyê, hejmara 6’an heya 9’an li Cinêvê li Swîsrayê, hejmara 20’an heya 23’an dîsan jî li Qahîrayê, hejmara 24’an li Londonê, hejmara 25’an heya 29’an li Folkistona Bažûrê Îngilîstanê û hejmara 30’î heya 31’ê careke din li Cinevê hate wežandin.

Di heyama 47 meh û 22 rojan de, di rewžeke dijwar de 31 hejmar hatine wežandin. Di 13’ê Nîsana 1909’an rojnameya «Kurdistan» ji aliyê Osmaniyan ve hate rawestandin.

Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û kultura rewženbîrî ya nûjen û hižyarbûna netewî ya kurdî dest pê kir. Ji wê rojê de têkožîna rêxistinî û rojnamegerî ya gelê kurd li seranserî Kurdistanê dest pêkir.

Di vê derbarê de Li Kurdistana Sûriyê jî tevî ku astengî û çav soriya rêjîma Bes a žovînî li ser gelê kurd Lê xebatek ragihandinî hêja hatiye kirin û gelek rojname û kovar bi zimanê kurdî hatine wežandin wek :

Dengê Kurd , Dîmoqratî , Gulistan , Kurdax , Zanîn , Pêžverû , Aso , Gelawêj ,Hêvî , Pirs , Newroz , Deng , Stêr , û gelek rojnameyên din.

ji ber çav sorî û hovîtiya dagîrker û karbidestan Gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zîndan kirin û kužtin, Di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamevanên paye bilind û navdar wek Mûsa Enter, Huseyin Deniz, Medet Serhat, Hafiz Akdemir û hîn gelekên din ji aliyê dewleta Turkiyê ve hatine kužtin.

Bi helkefta 122 saliya rojnameya Kurdistan ez germtirîn pîrozbahiyan pêžkežî gelê xwe û hemî hevalên xwe yên rojnamevan û medyekar dikim , û cejina hemî nivîskarên gelê kurd pîroz dikim, û hêviya min ewe ku xebat û tekožîna malbata Bedirxaniyan bibe ronahiyek ji rêya xebata rojnamevanên Kurd û rojnamegeriya kurdî re.

Silav li giyanê Diktor.Kamîran , Diktor Nûredîn Zaza , Rewžen Bedirxan , Qenatê Kurdo ,Hemrež Režo û Mamoste Cegerxwîn .
Silav li giyanê hersê rojnamevanên hêja : Ferhad Çelebî , Rezoyê Osê ,û Selah Berwarî 

Sed silav li giyanê Mîr me Miqdad Midhet Bedirxan 

Pêžketin ji Ragihandina Kurdî re
    22 / 4 / 2020 

Hižmend Žêxo 

Endamê Komîta ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark