Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Qamishlo

 



Nayif çolo

Ji min re ne bêje ez hej te nakim
Tuyî nixûrya hestên min
Dema dilê min dest bi çinîna
Awazên bedewiyê kir
Û
Tu bûyî stirana  jenînê


Çavên min bejna te kiriye kirasekî
hevirme
Her dîlana buhuriya te
Bi kilê xweziyê ji kildana kêfxwþiyê
Seranserî wî xêzên dilbijînê kil dike
Ma tu nizanî ku dîtina te dibe gûrîz li piþta êþa bêrîkirnê
Nehêle paya te bibe giyankêþê hebûna min
Li ser pira finca te
Dema tu pejna xwe dike tak rihana pîroz
Ku ji ava keçikaniya çavan hatiye
Avdan
Her min nebîne geda rûte ji kinçên çaran
Ezim roka sibehan ku porê te dike zêrê çirisandî
Di çavên qîzên bêhempa
Û
Navê te dikim helbestek di dîroka maldarên spehîbûnê ku sorperî ji wan re dibin bê qal.
Asîmanê bedewbûna te navdar nabe
Bêyî sitêrkên pesindariya min
Û
Roka aramiya min ji bo hejkirina te
Li rojava ne meyînim
De were dest vala ji xiþirên paya xwe em bi hevre bi zêrên evîniyê bixemilînin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark