Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mezopotamiya!

 


Konê Reş

  Mezopotamiya.. Mezra Botan.. Bûka dinyayê! Îro Beriya Mêrdîna te, min di nav pencên xwe de kûr û dûr dibe! Gulîstana têr netew şilfîtazî maye..! Ez ê çilo û çawa xwe bidim ber pala Zinarê Mêrdînê?! Li ber bêdengiya wî Zinarî bisekinim?!
  Mezopotamiya! Xelkên te yên ku bi ava çemê Dicle, Firat û Xabûr şaristaniya Nînewa, Orkêş û Waşokanî ava kirin.. Di gelî, newal û deştên te de, genim çandin, hesp kedî kirin û tekelên erebeyan afirandin, îro bi tena xwe li vê rastê mane.. Gelo ez ê çilo keleha Mêrdînê ji nû ve rizgar bikim?!


  Mezopotamiya! Şaristaniyên ku li ser peravê çemên te hatin avakirin, ne kêmî şaristaniyên ku xelkên Hindê li ser çemê Sindê û xelkên Misrê li ser peravên çemê Nîlê avakirine.. Îro peravê çemên te di navbera çiravên avê û qûma çolistanê de li ber xwe didin, xelkên wan ji derdê êrîşên hovane, nezanî û yekîtiyê dinalin.. Gelo ez ê çilo berê vê bahoza reş î ku bi ser te de dibare, biguherînim?!
  Mezopotamiya! Tu hêz di dinyayê de nikare te û Beriya Mêrdînê bindest û kedî bike û xelkên te dûrî pêşketin û qenciyê bike.. Lê bi tirsim ku hin van gotinên min biguherînin! Gelo ez ê çilo baweriya welatiyên xwe bînim?!
  Mezopotamiya! Xweş bawer be, ta ku berf û baran bi ser çiyayê Hekarî, Ararat, Cûdî, Barzan û Qerejdaxê de bibarin, kes nikare kirasê te biguherîne.. Ta ku çemê Dicle, Firat, Xabûr û Zab biherikin, kes nikare xwe li ber mêraniya xelkên te bigire.. Tu hêz nikare xelkên te bindest bike û xaka wan ji xwe re bike cih û war.. Îro, ji ber mêraniya xelkên te, tev kerwanên diyayê di nav xaka te re derbas dibin..
  Mezopotamiya! Ew rîhdirêjên ku di nav xaka te de li bûhiştê û periyan digerin, bûhişt û periyên wan li Stenbolê ne.. Ta ku kurdperwerek, xiristyanek, êzidiyek û Arîn Mîrkanek li Mezopotamiyayê hebe, tu ji kesî re nabe cih û war.
  Mezopotamiya! Tu welatê rokê ye.. Welatê Horî, Mîtnî, Subarto û Aşûriya ye.. Welatê Êzidiyên ku bi ola xwe ji kevintirîn olên dinyayê ye.. Welatê xiristyanên ku yekemîn dêr, (Mar Yaqûb Nisêbînî), li Nisêbînê avakirine.. Gelo ez ê çilo pişta xwe bidim te û çîroka Seyabend û Xecê û strana Derwêşê Evdî di ser guhên xwe re bavêjim..

Qamişlo 22/12/2019


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark