Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Konê Reş û BERIYA MÊRDÎNÊ (Romana Heyamên Berê)

 


Ali Kut*
 
 Hemî cureyê nivisên edebî xwedî zanav in û xweserîyên xwe hene. Lê, gellek caran jî ev şêwenivîs ne zelal in û dibin cihê gengeşiyê. Di vir de, ez vê romana Konê Reş minaqeşe nakim, lewra wekî ku nav lê kiriye dê qebûl bikim. Lewra, ku roman cureyeke hunerî yê edebîyatê ye, li gel çîrok, kurteçîrok û destanê, beşê epîk ê edebîyatê diafirîne. Ango, awê vegotinê ye. Ev pirtûk (roman) jî vegotina wî ye.


 Bi awireke sivik, bi rehetî meriv dikane vê romanê fena yeke jînenîgarî bi nav bike û binirxîne. Lê bi bawerîya min, ev sînorên wê teng dike û hinekî jî neheqî li nivîskêr dike. Çima gelo? Lewra, ev roman ji dusedûheftê rûpelî pêk tê û zêdetirê van rûpelan jî, dîroka berya Mêrdînê û ya xelkê wê vedibêje. Ango bi van xisletên xwe, bêtir romaneke dîrokî ye. Bi raya min, ji du hêla ve divê meriv li ser vê romanê hûr bibe û welê bi nav bike.
 Bê guman hêleke wê î jînenîgarî heye, lewra, ku Konê Reş qehremanê sereke ê romanê ye. Fena nerevanekî, bûyer, çîrok, metelok, stran li gor jîyana wî û salên ku derbas kirine rêz dibin û ji teref wî bi xwe ve hatine vegotin. Li vir, sînorek jî heye ku bi malbat, gund û derdorê wî ya nêzîk ve girêdayî ye. Bê şik vegotineke welê jînenîgarî ye.
 Hêla dîrokî: Ji xwe ji sernavê wê (Romana Heyamên Berê) em serwext dibin ku behsa dîrokekê jî di vê romanê de dibe. Heyamê ku tê vegotin çendî bi yê qerekterê sereke ve girêdayî be jî, dîsan sinor û çarçoveyeke ferehtir û gelemper dihundirîne. Bi qandî sedûpêncî salan berya dema wî paşde vedigere. Eger ne ji vegotina qehremên ve ba, me ê eviya rasterast weke dîrokekê qebûl bikira. 


 
 Bivênevê şiroveya me ê li wê hêlê be ku, dîrok ne edebîyat e. Dîrok fakta ye û bi vê xisletê sînorkirî ye. Çi edebîyat e vegotineke fiktîv, ango lihevanîn e û bêguman dikane rasterast beşan ji dîrokê jî bihundirîne. Di vê romanê de jî em vê dibînin. Fena xeta trênê, ya di nawbêna Stembol û Bexdê de, an peymana Sykes –Picot, an jî danîna mayînan di nawbêna serxet û binxetê de. Serhildana Şêx Seîd û ya Agirî. Ev beş bi nav û dîroka xwe fena fragmentên dîrokî hatine neqilkirin. Ez bi xwe tu qelsîyê di karhanîna dîrokê (bi vî rengî) de qet nabînim, bilekis ev çîrokê bêtir xurt û pêbawer dike. Çendî em bixwazîn bi rengekî gelemper û qaîdeyên edebî berhemekê şirove bikin, dîsan hêleke wê î şexsî heye. Lewra, ku mişterî xwînêr e. Qîmet û buhayê esasî jî li ba wî/wê bi xwe ye.
 Ev bû sîh û heft sal ku li xerîbiyê me û qet venegeryame welatê xwe. Lê hê jî di xewn û xeyalên xwe de li çol û çolbirên berîka Mêrdînê baz didim, li gasîn û kuçeyên Nisêbînê dilezînim, li Xaba Dêrika Çiyayê Mazî bêhna xwe berdidim, di çemê Dijlê de xwe hênik dikim, li ser cadeya Evînê ya Qamişlokê piyase dikim. Ev dîmen û wêneyên welatê min qet ji bîra min naçin. Gellek caran jî min hewl daye ku van wêneyan bi gotinan nexş û zindî bikim. Mala Konê Reş ava, welatê min bêtir nêzîkî min kir. Em lawên welatekî û heremekê ne. Jiyana me kêmzêde bi heman babetî derbas bûye. Ji çend xet, sînor û qedexeyên dijminên me pê ve tiştekî me nehatiye guhertin. Ev pirtûk jî çîroka me ye.
 Romana Heyamên Berê: Lehîyeke boş e li berîka Mêrdînê. Hemî tişt daye ber xwe. Çîroka wî û ya malbata wî, çîroka me û ya welatê me ye, ya ken û girîyê me, şîn û dawetên me ye. Bêguman heta dîroka meriv nebe edebîyat û bi rengên edebî neyê vegotin, jiber jî nabe. Ev berhem jî xizmeteke welê dike. Mejîyê me nuh dike. Meriv baştir xwe nas dike. Bi cih û şûnwarên xwe, nav, mesele û serpêhatiyên xwe baştir serwext dibe. Çend tiştên me yên mişterek ku hatine vegotin:
1- Dibistan: bi heman rengî dijmin xwestiye me asîmle bike. Li jor (serxet) tirkî bû, li jêr, (binxet) erebî bû. Li her du alîyan jî rêzgirtin ji alên wan re û xwendina sirûdên wan î nîjadperest bûn.
2- Civaka kurd, jiyan, mezinbûn, listik: bi berfirehî ev mijar hatine şirovekirin û vegotin..
3- Xeta sînor: bi danîna xeta sînor û mayinan civaka kurd perçe bûye. Di van mijaran de behsa alozîyên vê rewşê tê kirin. Qaçax û Qaçaxçî, şer, tirs û xofa vê rewşê hatiye vegotin..
 4- Radyo ya Yerevanê..
5- Gund, zaroktî, jiyan û kultur- Listik stran û hwd
6- Kar, Paleyî..
7- Eyd..
8- Çerçî, sinetkarî..
9- Qereçî..
10- Mitirb û bê çawa kultur û dîroka me diparastin..
11- Adetên kevnare, wekî ji bo zarokên pêçekê..
12- Sinetkirin û Kirîvatî..
13- Şûnwarî..
14- Jin rola jinê, jinên navdar..
15- Nexweşî, nexweşîyên zarokan..
16- Stêrnasî..
17- Navdarên kurd, kurdperwerî..
18- Bûyerên girîng, wekî şewata Sînema Amûdê..
Wekî van û gellek mijarên din di vê romanê de hatine vegotin. Zimanê romanê, kurdîyeke resen, zengîn, xwezayî, xurt û bi herk e. Di warê zimanê kurdî de ger ên wekî me xwedî buxçikek bin, Konê Reş xwedîyê xwe û embarekê ye. Di vî warî de kesek nikane lingên xwe li ê wî bide.
*Ali Kut; Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark