Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 25 salvegera Mala Êzdiyên Emmerich – Serkeftin yan jî agirkujî?

 


 Dr. phil. Xelîl Savucu
 
Emmerich yek ji bajarê eyaleta Westfaliya bakûr e. Bajar di sala 700î de, ji hêla Willibrord ve, wek “şemendefereke misyoneriyê” hatiye damezrandin. Di sala 1961 de di nava Tirkiyê û Almanya de girêbesteke kar hate girêdan. Bi rêya vê girêbestê hinek Êzdî yên bakûrê Kurdistanê jî hatin Emmerich û Celle. Lê vêga ji bilî hinek kal û pîra û hinek jî ciwanan pîrr kêm Êzdî li bakûrê Kurdistanê mane. Êzdiyên vê deverê ji mêj ve hatine naskirin û bûne hemwelatiyê Almanyayê. Herwiha hinek ji wan wek karsaz û hinek jî wek akademîker dixebitin. Lê bidaxwe, zarok û ciwanên li vê heremê jî bi kurdî pirr kêm dizanin! Loma ew bi hev re bi zimanê almanî diaxifin û dinivîsin. Beşek ji wan ji çand, ol û baweriya xwe dûrketiye; herwiha kes û karên wan têkҫûne, bi tenê mane.

Komela Êzdiyên Emmerich
Bi hatina Almanyayê re hinek Êzdî tevlî xebatên rêxistinan bûn û wiha fêrî xebatên siyasî û komelayetî bûn. Dûre dest bi damezrandina rêxistinên xwe kirin. Di destpêka salên 1990î de tenê ҫend komele û dûre jî “serkomela”[1] yekemîn hatin avakirin. Di 26.09.1993an de, Komela Êzdiyên Emmerich tê damezrandin.  Di 1994an de, ji bo meşandina xebat û çalakiyan rêveberî bi alîkariya civakê malekê vedike. 2003an de rêxistin heman malê dikire û ji 2010an ve deynê kirîna male ne mane. Mal vêga milkê rêxistinê ye. Di destûra xwe de, M.Ê.E. - Mala Êzdiyên Emmerich dinivsîne ku ew ne girêdayî tu aliyên siyasî ye û wê van armancên li jêr pêkbîne;

  • Rêxistina semîner û civînên li ser bawerî û çanda Êzdiyatiyê.
  • Rêxistin û pîrozkirina îd û cejnên Êzdiyatiyê.
  • Xebatên ҫareserkirina pîrs û pîrsgirêkên di navbera malbatên Êzdîyan de.
  • Xebatên ҫareserkirina pirs û pirsgirêkên zarok û ciwanan.
  • Xebatên entegrasyonê, anî têkelbûnê.
  • Xebatên dîplomasî û yên danasîna Êzdiyatiyê[2] di heremê de.
  • Parastin û pêşxistina mirat- û ҫanda zindî ya Êzdiyatiyê.
  • Pêşxistina hevkarî û tifaqê di nav civaka Êzdî de.
  • Parastin û perwerdekirina Êzdiyan ya ol-, û ҫandî.
  • Xurtkirin û parastina mafê Jina Êzdî.

Ji ber pirsgirêkên cûda, çûna welat ji bo hinek malbatên Êzdî li Almanyayê barekî girane. Ew, hertim nikarin meytên miriyên xwe bişînin welat, loma li Emmerich, Kleve, Goch û vêga jî li Kalkar “beşên goristanan” ji Êzdiyan re hatine (tên) cûdakirin.
Di sala 2011an de, cara yekemîn Bavê-Şêx û hinek endamên “Civaka-Rûhanî” dibin mêvanên vê rêxistinê. Ciwanên vê male, bi navê „Ciwanên Mala Êzdiyên Emmerich” komeleke ji bo ciwanan didamezrînin. M.Ê.E. û Komela Ciwanên malê piştî komkujiya ji hêla tundrewên Îslama faşîst ve xebatek berçav ji bo Êzdiyên (penaber/koçber) li Şengalê li Herêma Hikûmeta Kurdistan û revendê dimeşînin.
Li gor rêveberiya M.Ê.E dora 350 endamên wê hene û têkiliyên wê yên xurt bi hinek şaredar, rêxistin, parlamenter, şexsiyet û olan re heye. Jî ber hinek “pirsgirêkên neҫareserkirî”, serkomela F.K.Ê endamtiya M.Ê.E[3] di roja 02.04.2016an de radiwestîne. M.Ê.E di 2016an de dibe endamê Z.E.D[4], lê hêj jî hinek ji remz û ramanên NAV-YEKê bikartîne. Vêga hem civaka Êzdî li vê heremê û hem jî M.Ê.E bi gellek pirsgirêkên neҫareserkirî[5] yên civakî, olî û rêxistinî re rû-bi-rû mane.
Xwendevanên hêja, ev bû 35 sal ku ez “di nava civak û rêxistinên Êzdiyan” de dixebitim. Xebat, destpêşxêrî, ҫalakî û hemû pirsgirêkan ji nêz ve dişopîn im. Rewş û baredoxa rêxistinan li gel kêmkuriyên wan dinas im. Loma, min nexwest tenê “pîrozbahiyek ji rêzê” û tenê xebata M.Ê.E binîrxînim. Ji xwe pezindan me pêşnabin û kêrî me nayên. 25 sal xebat, xwebexşî û têkoşîn di barê komelkarî de kedeke qurs û pirr bi nirx e. Bo min ev ked û xebata Mala Emmerich ciyê dilxweşî û şanaziyê ye! Loma, ez hemû rêvebir û endamên vê komelê bi dil û can pîroz dikim.
Serkeftin yan jî agirkujî?
Êzdiyatî bingeha felsefa kurdperwerî, aştîxwazî û xwezaparaztiyê” ye. Êzdiyatî ne tenê oleke kevnar û ji rêzê ye. Ew “mîrata çanda Mesopotamyayê” ye. Şênewarnasên serdema me şop û şûnwarên vê baweriyê di erdnigariya Kurdistan de pirr bi nirx nîşan didin. Devara Xirabreşkê[6] (Göbeklitepe) ya ku zêdetirî 12.000 sal kevnare tenê sparteke ji bo vê erdnigariya pîroz. Lê, bidaxe Selçûk û Roma-Reş di serdemên desthilatdariya xwe de hemû zîyaret, perestgeh û cihên Êzdiyatiyê bi zanîn û rêkûpêkî rûxandin. Wan li hemû şênwarên bav û kalên me pirraniya “goristan, medrese û mizgeftên” xwe avakirin! Mizgefta Îsak Paşa li Bazîdê; Ulu Camî ya Êlih, Mêrdîn, Amed û deverên din tenê hinek mînakên vê rûxandinê ne. Dîyar e, şênwarê Êzdiyatiyê “xaka Kurdistan, ya pirreng û pîroz e”. Êzdiyatî “şûr û benda” parastina ҫand, dîrok (mejû) û “ZIMANÊ KURDΔ ye. Netewa kurd xwedî bawerî û dîrokeke bêhempa, herwiha “ne nivisî” û mixabin hêj jî ne naskirî ye!
Neyar û dagirkerên Kurdistana dabeşkirî, hem bi rêyek nijadperestî û hem jî bi rêya “Îslama tundrew” hertim hêrîşî civak, ҫand, dîrok û baweriyên Kurdistanê dikin. Wan bi awayekî hovitî û bi taybetî jî Êzdiyatî ji xwe re kirine armanc; dixwazin kurda û hemû nirxên nasnama wan ji holê rakin, wan ha xulam û bişaftî bihêlin. Ev hêrîşên ku ta serdema me berdewamin, yek ji pirsgirêk û sedemên “serekî” ne, ku nahêlin “demoqrasî, mafên mirovan, abori, teknolojî û aştî”  hem li Kurdistan û hem li Rojhilata Navîn pêşbikevin û mirov bextewar bijîn. Loma, netewa me, li ser xaka xwe, hîna jî ji azadî, biratî, serxwebûn û dewletbûnê dûre!
Dr. Cemal Nebez, lêkolînerê navbang û kurdzanê wêrek, di barê pirsgirêka kurd de wiha dibêje; Ev bû 1400 sal ku kurd xulamtiya Îslamê dikin û ev bû 1400 sal jî Îslam neyartiya kurd û Kurdistanê dike[7]“.
Bi sirûda “Em serê xwe didin, lê teqez sirra xwe nadin!” Êzdiyan ji neҫarî “qirkirin, talankirin, penaberî, kocberî û ferman[8]“ qebûl kirin - lê xulamtî, brakujî, xapandin, “tirkbûn û erebbûn” qebûl nekirin. Êzdiya bi hêsanî xwe radestî “kokneyarên” xwe nekirin. Di dawî de, Roma-Reş û vêga jî Xelîfata Îslam ya bi navê DAÎŞ li Îraq û Sûryê (vê carê) helweşiya - lê, Êzdiyatî[9] ma!
 
Bêguman, 1400 salên dawî, yên tijî “ferman, nepakî, bêmafî, bişaftin, tawanbarî û pêşderaziyên bê bingeh”, şop û birînên kûr, di mejûyê tevayî yên Êzdiyan de hiştine! Her ji bo parastina xwe û bi pêzanîna ku “ҫiyayên Kurdistanê” dilsoz in, Êzdî hertim neçar man ku xwe paşvebikşînin û di gundên “bê kareba û dibistan” de bi awayekî terî û veşartî bijîn. Êzdiya ji metirsiya bişaftina xwe nedikaribûn zarokên xwe bişînin dibistanan û ne jî dikaribûn bi destên xwe zarokên xwe perwerde bikin. Di dibistanên biyaniyan (mînak, yên tirkan) de, zarok dihatin tewandin (bişaftin), axaftina bi kurdî qedexe bû, tenê bîrdoziya dewleta serdest û ya Îslamê bingehên perwerdê bûn. Hem di navbera “ne-xwendîn û metirsiya têkçûnê” û hem jî di nav dû pergalên ku “hebûna” Êzdiyan teqez qebûl nedikirin de, wek civakeke dîlgirtî bûn! Ne yasa ya dewletê û ne jî ya Îslamê rê dida ku Êzdî jî xwe birêxistin bikin, dezgehên xwe damezrînin. Herwiha li Tirkiyê û li bakura Kurdistanê mal, komel, partî û dezgehên Êzdiyan tine bûn.
 
Di salên 80î de, dewlêta tirkan Êzdî bi rêkûpêkî kirin armanca herîşên mirovkujî û siyasî, ji wan xwest ku ew (jî[10]) li diji şerkerên PKKê tevlî caşan bibin. Êzdî neçar man penaberiyê, herwiha wundakirina mal û milkê xwe, kuştina xwe qebûl bikin, lê wan teqez wek hinek kurdên misilman nepakî nekir û çekên dijmin li dijî netewa xwe bikarneanîn. Bi ne qebûlkirina caştiyê û hatina revendê re, Êzdî neçar man, mal û milkê xwe bispêrin hinek cîran û kirîvên xwe û bi vê rêyê dev ji welatê bavûkalan berdan. Divê bê zanîn, ku Êzdî di welatê xwe de, ji xwendin, xwendina bilind û ezmûnên jiyana “bajarî” û “xebatên rêxistinî” bê parbûn. Heman Ezdî ne amadekirî ji nav civakek “kollektîv” û welatekî paşvemayî hatin derxistin – ne amadekirî ketin nav cîvateke pirreng, cûda û biyanî, bi pergaleke azad, pirr pêşketî, demoqrat û yek kesayetî.
 
Rêxistinên li Almanyayê
Vêga bêtirî 50 rêxistinên Êzdiyan li Almanyayê hene û hêj jî yên nû tên damezrandin. Berî Fermana-Şengalê jî rewşa Êzdiyan li welat û revendê karasat û metirsîdar bû! Loma min di 26.08.2013an de gotareke bi navê “Tifaq ne tawanbarî ye, lê tifaq dilsozî û kirine!” û di 05.02.2014an de gotara bi navê “Serokê Êzdiyan kî ye? – Leaderless-Group - yan jî “pezê bê şivan” weşandin. Min hinek pirsgirêkên-navendî yên civakê û rêxistinên Êzdiyan herwîha girtina tevbîrên zarûrî di gotarên jor de, bi armanca “xurtkirin û parastinê” nav û tarîf kirin. Mixabin, ji bilî hinek ciwanên Êzdî, tu berpirsên Êzdiyan ev hişyarî dilsoz negirtin! Ez îroj dilşkesî me, ku komkujiya Şengalê[11] bû sparteka rastiya hinek rêxne û zarûriya pêşniyarên min.
 
Komkujiya Şengalê micaleke dîrokî? Albert Einstein wiha vedibêje: “Di her qeyranekê de micalek jî heye”. Fermana-Şengalê, hevkarî û xîreta xwe-parastinê di nav Êzdiyan de zindî kir. Êzdiyên seranserî cîhanê û heta gellek qîz û xortên ku ji civak û ola xwe sar- yan dûrketibûn, rabûn ser piya û xwe li herderê birêxistinkirin. Ha jî, hinek guhertinên dîrokî pêkhat in. Gelo, ev pêvajo ji hêla berpirs û rêxistinên Êzdiyan ve wek “şans” hat bikaranîn – yan jî ne amadekirî ev “xîret” tenê “hestek demkî ma?
 
Bîan xwe bi hêsanî dikarin bikin “model û rêvebirên” mirov û civakên nezan û bê HÊZ. Li welat, Êzdî bi rêkûpêkî dihatin “reş- û biҫûkkirin”. Bi kar û mijarên wek “Êl, ol, erd û xwedîkirina ajala” ve dihatin mijûlkirin. Ma gelo, îroj dîsa Êzdî bi mijarên wek;
 
  • Êzdî kurd in yan jî na?
  • Êzdî Zerdeştî ne yan jî na?
  • Êzdî têkelî civaka Almanyayê bûne yan jî na?
  • Êzdî ҫima “QELEND” distînin, qîzê xwe difroşin?
  • Êzdî ҫima “zewaca bi zorê” dikin?
  • Êzdî ҫima “kuştina bi navê namûsê” dikin?
  • Êzdî, Êzdiyatî û siyaset “ev dibe yan na”?

 
nayên xapandin û mijûlkirin? Ma ev mijarên jor jî, ne percek ji siyaseta “parvebike û rêvebibe” ne, ya ku bi rêkûpêkî dixwaze Êzdiyan nezan, bê tifaq û HÊZ bihêle? Loma, ez vêga dîsa dixwazim ji hemû berpirs û tevaya civakê bipirsim:
 
  • Pirraniya berpirsên ku ne li gor hindek pîvanên[12] kifşkirî û zarûrî tên helbijartin, ne pisporê karê xwe û ne jî yên Êzdiyatiyê ne. Gelo, hîngê ne normale ku pirraniya van ji berjewendiyên rêxistinê xwe û yên Êzdiyatiyê bêtir, berjewendiyên XWE diparêzin? Ev “berpirs û serok” tên qontrol kirin?
  • Dûnav, Şêx û Pîrê “qaşo” berpirsê ve olê, yên ne pisporên Êzdiyatiyê ne û ne jî tên perwerdekirin, ma dê cewa û kîjan Êzdiyatiyê biparêzin û bi mirîdan bidin hes- û qebûlkirin? Ev Êzdiyatiyê xwedîdikin – yan Êzdiyatî wan xwedî dike?
  • Bi lezgînî û germî, lê ne bi rêkûpêkî û profesyonelî rêxistinên nû tên damezrandin. Dûre, gellek ji van rêxistinan di bin barê xebatê de têkdicin û xwe bi pêşderaziyan li ser civakê ferz dikin. Gelo, ji xeynî Êzdîyan kî serok, berpirs, xebat û rêvebiriyên “ne-serkeftî” dîsa jî dinas- û qebûldike?
  • Eger, li piştî 50 salên revendê û 30 salên xebatê hîna jî “dûnav[13], berpirs û akademîkerên Êzdiyan” wek mînak; semînerek perwerdekirina dûnavan, enstitûtek têolojiyê, kursiyekî lêkolînên zanistê, dibistan yan hêlînên zarokan (kurdî/almanî), partiyek, nexweşxane, weqfen-xêrxwaziyê, bank, nivisgehek navendî, radyo, tv, rojname, kovar û  malperên profesyonel ji civaka xwe re danemezrandibin! Gelo, hingê ne normale ku ne civak, ne partiyên KURD û ne jî Almanya Êzdiyan dilsoz digrin, van dihesib?
  • Bêguman, demoqrasiya Almanyayê û ya Tirkiyê ne wekhev in. Lê, li herdû welatan jî Êzdî ji mafê wekheviyê bê par in! Êzdî (80%) hemwelatî ne û TEV bacê didin dewletê. Lê, Almanya “ol û ziman” ê Êzdiyan bi fermî qebûl nake, wan ji sûdwergirtina hemwelatiyê bê par dihêle û şûrê “întegrasyona-yekalî” bikartîne. Gellek Êzdî û hinek rêxistinên[14] Êzdîyan jî peznên vê întegrasyonê didin! Mînak: Almanya (2006) “DIK-Deutsche Îslam Konfernez” damezrand û pê re tifaqa rêxistin/serkomelên misilman afirand. Mafê wekhevî tine be, dê pêşeroja Êzdiyan cewa misoger be? Gelo, mifta serkeftinê ne “YEKÎTΔ ye?
  • Zimanê Almanî bişaftin û dûbendiyek mezin xistiye nav civak û rêxistinên Êzdiyan. Pirr berpirs û rêxistinên Êzdiyan kêm bi wate û girîngiya zimanê kurdî serwext in, hîn kêmtir bi kurdî dinivsînin û dixwînin. Êzdiyatî bê “kurdî” ne tê parastin, ne tê fêmkirin û ne jî jiyan kirin! Gelo, “berpirs, akademîker û dûnav” ên ku pirr kêm bi kurdî dinas in, difikrin û dixwînin hîngê kî û ci diparêzin?

Dr. Celalettin Kartal li ser “ziman” wiha vedibêje: “...ziman ne tenê alavekî ragihandinê ye. Ziman ne alavekî “bê alî” ye. Ziman parastin û hebûna nasmana netew û kêmnetewan e. Ziman desthilatdarî ye, ziman îdêolojî, hişmendî û ҫanda netewî ye. Ziman bandora dêbavên zarokan e. Ziman “ҫeka” girîngtirîn e. Ziman dîrok, ol û tijî gotinên pêşiyan e. Yê dev ji zimanê xwe berde, dev ji hebûna xwe jî berdide...”.
Tifaqê ne tiştekî batinî yan zor e, tifaq ne rêya tawanbariye, ew berî hertiştî dilsozî û kirine! Rewşa rast ya ziman, ol, civak û pirraniya rêxistinên Êzdiyan li Almanyayê karasat e. Li dijî vê rastiyê, pirraniya berpirs û dûnavên Êzdiyan di axaftinên xwe de behsa serkeftinan[15] li Almanyayê dikin. Bi gotin û kirinên “şaş û qopî”, belavkirina agahdariyên ne rast, bêtifaqiyê û bişaftinê diafrînin. Ev, ji hevî û pirsgrêkên civak û endamên xwe bêtir – bi parastin û misogerkirna “pile û postên” xwe ve mijûl in! Ji “xeta” rêxistin, civak û ola ku ji wan re rêzdar e, bêtir ev li gor “şexsiyet, texmîn û berjewendiyên xwe diaxifin, difikrin û dixebitin. Şexsiyet, berpirs û rêxistinên ne serkeftî tawanbariya “Êzdî bê tifaq in” wek “şûr” li dijî civakê bikar tînin û ha jî bi hêsanî XWE diparêzin. Bi belavkirina agahdariyên ne rast civak nikare bi hêsanî êdî “rastiyê” nas bike û ha jî “hesab” ji berpirsên “tekҫûna civakê, bêtifaqiya rêxistinên Êzdiyan, bişaftina olê û valakirina Êzdîxanê[16]” bixwaze.
Renge ku vêga bêtirî 200.000 Êzdî li Almanyayê dijîn – lê mixabin, hîna ev hejmara mezin ji bo misogerkirina “hebûna” Êzdiyan li welat û li Almanyayê nehatiye birêxistinkirin. Bi ya min, di demek nêzîk de, emê bêtir encamên “fermana-sipî” bibîn in. Heman tişt wê ziyanek gewre bide tevaya Êzdiya û doza Kurdistanê. Herwiha bi hezaran zarok, ciwan û malbat wê ji ola û netewa xwe dûrbikevin. Ma hêj jî wext nehatiye, ku berpirsên hemû mal, rêxistin û serkomelên Êzdiyan wek mînak bi damezrandina “Kongra Êzdıyên Cîhanê” soz û armanca xwe ya tifaqê pêk bînin?
Dawî û jêderxistin
Ez çûm diwana îlahî, min lê dît xweşî û şahî – serê hemû tiştî, tifaq û tevahî! Wek bi mînakên ji dîrokê û rewşa serdem “bi gelemperî” hat diyar kirin, “halê Êzdîyan ticar wek îroj li Almanyayê xweş nebû û di heman demê de jî, wek îroj xirab nebû”. Hinek Êzdî bi xwendin û aboriyê pêşketibin jî, lê Êzdiyatî bi tinebûne re rû-bi-rû maye.
Ne pirrî û pirr kirin, lê kirinên rast, bi qelîte û sûd girîng in! Bêguman, di 30 salên dawî de, ji hêlekê ve li gor rewşa li welat Êzdiyan pirr tişt kirin. Îmkan afirandin, mal û rêxistin damezrandin. Lê li gor fersend û îmkanên li Almanyayê heyî, pirr kêm xwe pêşxistin, perwerde kirin û pirtûk hw. lêkolînen zanistê weşandin. Loma, ji qezenҫkirina serkeftin û destkeftinan bêtir wundakirin heye. Ev bû 30 sal, ku berpirs û rêxistinên Êzdiyan behsa girîngî û pêkanîna “tifaqê” dikin, lê hîna jî ev bi xwe ne amadene vê soz û “qaşo” armanca xwe pêkbînin.
Îroj pirr “serok, berpirs û akademîker” hene, lê Êzdî ji berjewendiyên xwe bêtir li dû berjewendiyên bîan û “pezê bê şîvan” in.  
Jiyana Êzdiyatiyê li revendê bi giştî serobîna biye, ji dûnavan bêtir yeknav parastin û berpirsyariya olî û behsa reforman dikin. Lê ya rast eve, ku ne yeknav û ne jî dûnav pîvan û erkê xwe bi têrî dinasin û pêktînin. Di 50 salên dawî de gellek tiştên ne pirr girîng hatine kirin lê yên herî girîng wek mînak “afirandina ҫarҫovek kifşkirî” ji bona ji nû ve zindî kirina “jiyana Êzdiyatiyê” û misogerkirina vê, pêk ne anîn e!!! Pirraniya rêxistinên heyî ne profesyonel in û ne jî xwe li gor îmkanên heyî ji bona profesyonel perwerde dikin. Wiha jî mixabin berjewendiyên Êzdiyan û Êzdiyatiyê bi “xetek-sor” nayê şopandin û qontrolkirin. Mirovê pispor, yan yê baş perwerdekirî dikare civak û rêxistina xwe pêşve bibe – mirovê ne-perwerdekirî dikare civak û rêxistina xwe têkdibe!
Ji bilî cend rêxistinên profesyonel, rewşa hemû rêxistinên Êzdiyan “kêm/zêde” wekhev û karasate. Wek ku hat diyar kirin bi vê rewşa xwe, ne berpirs, ne komele û ne jî serkomelên Êzdiyan vêga amadene bi rêkûpêkî û berpirsyariyek navendî Êzdiyatiyê rêvebibin yan jî pirsgirêkên-navendî ҫareser bikin. Loma, divê hemû endam, civak û bi taybetî jî ciwanên Êzdî li berpirsyariya xwe ya dîrokî ji bona “miletê Tawisî-Melek” berpirsyar bibînin. Bêtir berpirs, rêxistin, rêvebirîn, akademîker û dûnav ên xwe bişopînin, qontrol bikin û hevkar bin bi wan re. Deng, Maf û pêşeroja xwe “hêsan” nedin destê kesî!
Zargotina Êzdiyan wiha di nivîs e: “Here ba wî, yê te digrîne, lê neҫe ba wî yê te dikenîne”. Min di nivisa xwe de hewl da bidim zanîn ku “Êzdiyên-Sêwî” di welatê xwe de bi “FERMANA REŞ” û li revendê jî bi “FERMANA SIPΔ re rû-bi-rû man e! Ji bona vê rewşê ne tenê kokdijminên kurda berpirsyarin. Wekî ku rewş û baredox wiha ye, hîngê EM dikarin behsa „serkeftinan“ bikin?
Min afo bikin, lê heta rastî ev be, ezê behsa serkeftina “şexsiyet, mal û komelên” Êzdiyan nekim – hemû xebat û serkeftinên “bicûk” tenê wek agirkujiyê binîrxînim.
 
Xwedê û Tawisî-Melek rêşandarê rast û rasteqîna bin, xebat û xîreta wan bi serkeftinê xelat bikin!
 
01.07.2019 

 
 

 

[1] Serkomele ya yekemîn „Y.Ê. – Yekîtiya Êzdiyan“ di 1993an de, „Y.Ê.K. – Yekîtiya Êzdiyên Kurdistan“ di 1996an de û dûre jî bi navê „F.K.Ê. – Federasyona Komeleyên Êzdiyan“ di 1997an de li Bielefeld (Almanya) tê damezrandin. Ji 2016an ve F.K.Ê bi navê NAV-YEKê dixebite û serkomelek bi “bandor û ҫalak” e, di nav Êzdiyên cîhanê de.
[2] M.Ê.E. 2012an bi navê „Die Eziden – Religion, Verfolgung, Flucht und Diaspora“ kovarek biҫûk û tijî şaşiyên têolojîk, ziman, ҫandî û dîrokî hw. tawanbariyên Prof. Dr. Andreas Ackermann (Rûpel 12) diweşîne.
[3] Li gor arşîvên FKÊ; M.Ê.E û serokê wê Nedim Erkiş ne tenê yek ji damezranerê Y.Ê/YÊK û F.K.Ê ye. Ew di heman demê de ew ta 2016an jî yek ji endamên ҫalaktirin e, xwedî kedek berçav û beşek ji tekoşîna F.K.Ê ye.
[4] Z.Ê.D. – Zentralrat der Eziden in Deutschland/Navenda şêwirdariya Êzdiyên Almanyayê di 2016an de û li piştî pêvajoyên damezrandina „Hevkariya Komelên Êzîdiyan li Elmanya“ (08.05.2004) û „Z.Y.D. – Zentralrat der Yeziden in Deutschland“ (29.09.2007) de hatiye damezrandin.
[5] Mînak: Tekoşîna di barê standina gundê „Kelhokê“ de wek şerê dîrokî yê nava „DAVÎD û GOLIAT“ e. Zor û çetîn e, lê ne bê wate û hêvî ye! Hinek partiyên kurd vedibêjin; „Êzdî kurdên resen in“, lê hîna jî ew ne xwediyê projeyeke dilsoz û werek in, ji bo dikaribin „KURDÊN RESEN”, bapîrên xwe ji komkujî û tinebûnê biparêzin.
[6] 1960î arkêologê amerikanî û dûre jî (1994) yê alman „Klaus Schmidt“ ji DAI rastiya Xirabreşê vedikolin.
[7] Bi ya min, divê kurd êdî bi wêrekî û vekirî li ser „danûstandin“ yên xwe bi Îslamê re bifikrin û biaxifin – dest bi lêkolînên zanistê li ser pirsgirêka ku ka bi rastî „Îslamê çi da ye kurda û çi jî ji kurd û Kurdistanê standiye“ bikin.
[8] Mîtolojî/têolojiya Êzdiyatiyê bi „wate“ behsa „72-Fermanan“ dike. Îroj, hinek Êzdî, di mijara dîrokê û „Komkujiya Şengalê“ de, behsa „73“ yan jî „74“ fermanan dikin. Ev yek ne naskirina dîrok û têolojiya Êzdiyatiyê îspat dike.
[9] Îroj, hîna jî bi sedhezaran Êzdî li Kurdistanê di kampa de ne û ji wan jî 85% bêkar in. Bi damezrandina „Herêma Hikûmeta Kurdistan“ û dûre jî bi hatina DAÎŞê, Êzdî neҫar man, bi girseyî, terka mal, milk û welatê xwe bikin.
[10] Bi dehhezaran kurdên misliman „köykoruҫu/caşî“ qebûlkirin û bi hezaran gêrîlayên PKKê şehîd kirin. Dewletê bi rêkûpêkî û alîkariya pirraniya mele û sofiyên Kurd, ta îroj „Kurda bi destê Kurda“ dide kuştin, girtin û frotin.
[11] DAÎŞ, “dijminên mirovatî û şagirtên Îslama siyasî û tundrew“, di 03.08.2014an de komkujiya Şengalê pêktine.
[12] Mînake: 1 pêzanîna zimanê kurdî/almanî (axaftin, xwendin û nivisandin), 2 jiyanek rasteqîn, 3 pêzanîna dîrok, ҫand û baweriya Êzdiyan, 4 şexsiyetek xêrxwaz û visyonger, 5 demê, 6 pêzanînên siyaseta Almanyayê, 7 aborî.
[13] Têolojiya Êzdiyatiyê ha vedibêje: „Şêx û Pîr“ li RÊ – mirîd li PÊ“.
[14] Pirraniya mal û komelên Êzdiyan xebatên têkelbûnê ji kîsî xwe ve dikin û nayên vexwendin bo konferensên têkelbûnê, ji sûdwergirtinên piralî bêparin, binêr https://www.nrz.de/staedte/kleve-und-umland/hueseyin-ezer-kuemmert-sich-um-integrationsfragen-in-kleve-id217465153.html
[15] Sokrates ha vedibêje: Yê ku bawer dike ku buye tiştek – dev jê berdaye ku bibe tiştek“.
[16] Gellek rêxistin û şexsiyetên Êzdiyan (zanin/nezanî) berê Êzdiyên Îraq, Sûryê û başûrê Kurdistanê didin revendê, wiha jî yek ji armancên DAIŞê yên serekî pêktînin, erdê Êzdiyan û li dawî jî Lalişa Nûranî ji misilmana re dihêlin. Encam: Êzdiyên li welat mayî tên lawaz kirin û yên revendê jî tên bişaftin.
-------- 
Têbînî: Heger Gotar di malperê de bi were baş neyê xwendin hûn dikarin bi şêweyî WORD û PDF bi xwînin

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark