Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: YOBÎLA ALMASÎ Di 75 saliya Kovara (HAWAR)ê de

 


  Konê Reş
  (( Hawar zarokeke nûza ye, zarowa me ye; zarowa kurdan e. Wek her zaro bi xweytiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijît. Her kurd dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ko, ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min ji diayê pêve tiştek nayê. Belê tu kes vê xeberê mebêje, her kes bi tiştekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê…))
Mîr Celadet Alî Bedirxan: (Hawar, hejmara pêşîn, rûpelê pêşîn,15 ê gulana 1932)


    Bi hatina 15 ê  heyva gulanê, sala  îsal 2007, kovara Hawarê dikeve Yobîla Almasî de. Ango 75 sal di ser derçûna (HAWAR)ê re derbas dibe. Ev kovara ku yekem car e di dîroka kurdan de, bi tîpên latînî hatiye weşandin û ji hingê ve zimanê kurdî bûye zimanekî xweser..
     HAWAR, kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewşenbîriya kurdî a têvel de şoreşeke nû bû û dûrî siyasetê bû. Her wiha xwediyê wê Mîr Celadet Bedirxan di rûpelê pêşîn û rêza pêşîn de, armancên Hawarê diyar kirine û dibêje:
    ((Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike...Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e...Hawar jû(ji iro û) pêve  bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendeware, dê mijûl bibe. Tenê siyaset jê dûre, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em di warê zanîn, huner û sinetê de dê bixebitin.))
     Wek ku hûn tev dizanin xwedî û berpirsiyarê kovara HAWARê Mîr Celadet Bedirxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin:
Çapxana Tereqî 1932 Şam / Taxa Kurdan.

    Hawar bi du zimanan dihat weşandin; Kurdî û Fransî. Rûpelên kovarê bi tevayî dor 20 rûpelan bûn. Beşê fransî 2-4 rûpel bûn. Beşê kurdî ji hejmara 1- 23 an bi du alfabeyan dihat nivîsandin; Erebî û Latînî. Lê ji hejmara 24 an û pê de, bi tenê bi alfabeya latînî hat nivîsandin. Dema ku mîr Celadet Bedirxan hejmara pêşîn ji Hawarê belav kir, hingê wî alfabeya xwe bi zimanê erebî, tirkî, faris, û fransî  diyar û eşkere kir: Bi derketina kovara Hawarê re, welatparêzên kurdan xwe li dor dane hev, nemaze ewên ku ji ber zilm û zora Tirko reviyabûn Binxetê. Hingê piraniya wan li Şamê, di bin rûniştina zorê de bi cî û war bibûn. Bi girsbûn ji axa, beg, şêx û rewşenbîrên kurdan bûn. Tevan xwe li mîr digirtin û rûpelên kovara wî bi berhemên xwe dixemilandin. Gelekan ji wan hîç xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî nekiribûn. Hinek jî hebûn qet neçûbûn dibisatanan, ew di rêka kovara Hawarê de hînî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî latînî bûn..

    Di destpêkê de, bi tenê Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran bi nivîsarên xwe, Hawara kurdan dineqişandine, û bi gelek navan, bi tenê Helbestvan Qedrî Can, ji hejmara pêşîn de bi wan re beşdarî kiriye. ango ew nuxuriyê Hawarê ye. Di hejmara dudiwan de, Osman Sebrî xwe berdaye nav kerwanê nivîskarên Hawarê. Di hejmara sisyan de, Hemîd Ferec ji Kurdistana Başûr Hawar piroz kiriye û Dr. Ahmed Nafiz beg Zaza, wek bijîşkê Hawarê, di quncika bijîşkî de nivîsandiye. Lê ji hejmara çaran û pêde, hawar bi helbest û nivîsên van kesan hatiye xemilandin wek:: Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paşa..Hwd Hem jî ji Kurdistana Başûr van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de nivîsandine wek: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Pêrût, Lawikê Kurd ..hwd. Her wiha rûpelên Hawarê ji wan kesên ku nû xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kiribûn vekirî bû...Belê beşê fransîzî, ji bil ku Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran, bi gelek navan di vî beşî de dinivîsandin, van kurdenasên biyanî ew beş dixemilandin wek: Pr.G. Michaelian û R. Lescot. 
     Emê vegerin ser kovara (Hawar)ê, ewa ku me got kovareke 15 rojî bû, belê cihê daxê ye ku ev kovar ji ber rewşa aborî û ciyopolotîkî, tev hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin li gor programê xwedîyê wê, û paşê jî hatîye rawestandin.
    57 hejmar ji HAWAR ê, di navbera sala 1932 an û sala 1943 an de, hatine weşandin. Ev kovara bedew û spehî, ji ber rewşa abûrî di sê qunaxan re derbas bûye, ta ku hatiye rawestandin. Di gotara bi navê (sê tarîxên Hawarê) de, hejmara 27sala1941, mîr Celadet wiha dibêje:
     Tarîxa pêşîn, 15 gulana 1932an, di vê tarîxê de, gazî û hawara kurdanji dil û devê wan ketine nav rêz û û xêzikên çend rûpelan û kovarek kurdî anîne pê, ji kurdan re Hawar, hawareke nû, hawara zanîn danzanînê za..Temenê Hawarê yê aktiv sê sale, lê ji ber rewşa abûrî , ya ku Mîr têre derbas dibû, yazdeh salan pêre dirêj kiriye.
    Hejmara pêşîn (1) ji vê kovara bedew di 15 ê gulana 1932an de hatiye weşandin, hejmara dawîn ( 57 ) di 15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weşandin
   Hawar, ji hejmara 1- 23, di roja 25 tîrmeha 1933 de, bi dûv hev de hatiye weşandin, hejmara 24 an di roja 24 ê nîsana 1934 an de derketiye, hejmara 27an di roja 15 nîsana1941 ê de hatiye weşandin, ta ku hejmara dawîn 57di roja15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weşandin û êdî nema Hawarê ronahî ditiye.
    Ji bo zanînê, hêjaye em bêjin, ku  Mîr Celadet Alî Bedirxan kovareke din, di sala 1942 an de, bi navê (Ronahî) li Şamê çap û belav kirîye,  an ku ji berî 65 salan ve. Ew jî xurû bi kurdiya latînî bû.  28 hejmar ji vê kovarê hatine çap û belavkirin, hejmara pêşîn ( 1 ) di yekê nîsana 1942 an de hatiye weşandin, hejmara dawîn ( 28 ), di meha adara 1945 an de, hatîye çap û belavkirin, û êdî Ronahî jî, wek xwişka xwe Hawarê  hatiye rawestandin.
Ku mirov bi kurahî, di wan salên dawîn de, li rewşa mîr Celadet mêze bike û gotara wî a bi navê:( Emelyata ko di koxikê de hate çêkirin) bixwîne, ev gotarê ku di Ronahî de, hejmara 25 an, sala 1944 an belav bûye, hingê wê xweş jêre diyar bibe bê Mîr di çi rewşek xerab de derbas dibû, dema dibêje: Niho ez didim aqilê xwe û dibînim;... ez bûme serserîkî dinyayê, bê mal û menal û war..
    Dibêjin ku ev kovar wek zêdeya kovara (Hawar)ê bû.
Bi vê helkeftinê dixwazim  li ser kovarên ku bi kurdî têne weşandin rawestim. Bi rastî, em kurdên Binxetê û Libnaê, ta roja îro, em negîhane ku em kovarekê an rojnameyekê wek HAWAR û ROJANÛ, zengîn bi naverok û bi berdewamî derxînin. Tevî  ku va di ser  / 75 / sal di ser derçûna Hawarê re derbas dibe..  Di heyamê Hawarê de, û tevî ku mîr Celadet bi tena xwe Hawar derdixist, kovara wî di Şamê de, ji çêtirîn kovar di nav kovarên Erebî û Farisî de di hat hejmartin . . . ...
    Mixabin û sed mixabin, bav û kalên me Hawar ne xwendin ku em ji wan fêrbibin, şagirtiên mîr jî alîkarî pêre nekirin û di pey re li ser şopa wî nelivîyan.. Her yekî ji wan xwe li alîyekî qirt, ji Cegerxwin bigire ta bi Dr Nûredîn Zaza, Osman sebrî, Qedrî Can û weha...Vê yekê hişt ku rojnamegerîya kurdên Binxetê li paş bimîne, tevî navên pir, ji kovar û rojnameyan, nexasim navên ku, ji sala 1991 ê û bivirde derketine, lê naverok û derketina her hejmarekî piştî salekê an du salan tiştekî xerabe, dûrî şert û mercên rojnamegerîye. Wek nimûne, kovara ku piştî Hawarê dinav kurdên Binxetê de derketîye kovara Gulîstan e Cegerxwîn di redakisyona wê de dikir û yek bû ji damezrênerên wê, ta niha bi tenê 34 hejmar jê hatine weşandin û weha Gelawêj û Stêr û Xwunav..hem jî, ne redakisyon, ne navnîşan û ne berpirsên van kovaran diyarin û.. û
Bi vê helkeftina ku heyva gulanê, ji berî 75 salan ve sînga xwe ji kovara Hawarê re vekirîye, û mizgînîya zayîna kovara(HAWAR)ê daye me, em xwe gelkî bextiyar û kamîran dibînin û sed rehmet li giyanê Mîr Celadet û Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan û tev neferên malbata wan bibare, buhişt cih û warê wan be.
Not: Wek kurdekî guhdariyê li malbata Bedirxaniyan û rojnamegeriya wan dikim, û bi berdewamî vê yekê dişopînim. Bi helkeftina hatina 75 saliya derçûna kovara Hawarê, ewa ku Mîr Celadet Bedirxan di roja 15 gulana 1932 an de li Şamê weşandiye, ku Yobîla wê a Almasî ye..Û li ser daxwaza min û zimanhezên peyva kurdî a resen, me ji tev berpirsên kovar û rojnameyên kurdên Binxetê xwestiye, ewên ku guhdaneke durist bi rojnamegeriya kurdî dikin û xwedanên kovarên kurdî ne, ku ji her kovar u rojnameyê berpirsekî wan di vê rojê de bi me re amade bibe, da ku em bi hev re gengeşeya derketina kovara Hawarê di nav xwe de gifugo bikin, hem jî, em li pêvajoya rojnamegeriya kurdên Binxetê vegerin û berpêl bikin; bê di çend qunaxan re derbas bûye û sedemên paşketinê wê çine...Li Jor, gotina mine ji bo wê rojê.
Konê Reş     12/05/2007 / Qamişlo   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark