Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qereçox çiyayê dastan û omêda

 


Îsa Mîranî

Çiyayê qerecox beşek ji zincîra ciyayê bêxêre ji rûjhilatê ava mezin(dicle) vedkişi bi aliyê rûjava li bara gundê pêşabûrê bi rûbarê dicle tê birîn
Qereçox bi tevaya xwe dikeve kurdistana rûj ava sînûrê wê ji rûjhilat rûbarê dicle û kendalê tûremêşa
Rûj ava xana serê û çiyakê şêxê dîn
Bakur deşta hesina
başûr deşta bakur ya çiyaye şingalê


Bilindiya wê ji derya 779mitre navê wê ji  du gotina pêktê(qere):reş û( çox): gelek angû çiyayê gelek reş û bingehê vê gotnê turkiye û  dever bi tevaya xwe vûlqaniye kevir reşin û xak sore û gelek kanî li hawîdorî çiyê hene wek kanya keçikê û kaniya Dirêj û kanya xew xwe$ li qubletê jî hene wek kanya helewist û kanya mekinê  pêzanînê zanistî li ser deverê gelek kêmin lê pêzanînê devikî gelek hene ji bav û kala hatine wergirtin
Tê gotin çiyayê qereçox bi tevaya xwe daristanek serûştî bû bara bihtir ji darê wê
ev cûre  bûn1-berû 2-kezwan –3-çilû
li aliyê bakur gelek darê fêkî hebûn lê bi egerê birîna hovane û çêrandina sewala darê serûştî lê neman jibilî dû dare berwa temenê wan gelek mezine ewjî bi egerê bawerînê ayînî û  gelerî man yek li ser kûpê çiyêye nave wê dara keçikêye û ya dî li alyê bakure navê wê dara  kurike- lawik- û li dora wê dare şînwarê bajarek dîrokî heye navê wî bajarî bajarê kurike-lawik- û li ser va herdû dara dastanek evînî tê gûtin binavê dastana kurik û keçikê
"Dibêjin" lawik nave wî kurkê   ruyale lê keçik bê nave û di Kevin tevna evîna zor û bi egerin civakî dorî hev dikevin û ji ber hev wenda dibin lê lawik sozê dide cane xwe kû li male ne zivire heya evîna dilê xwe nebîne û piştî demek dirêj hev dibinin keçik li ser kûpê qereçox û kurik li binya nizara bakur ber hev di bezin lê berî bighin hev ji eşqa evîna resen herdû dimirin û cihê wan du dar şindibin yek navê wê dara keçikê û ya dî dara kurike û herdû muqabilî hevin û bûne cihê bawerînê gelerî wek darê Mirada heçî miradek ya wan hebê û bê hevî bimîne qesta wan dara dike û paçekî peva girêdiden û bendewarê wê hîviyê di mînin û ew omêde hin tendurstîne û hin evînîne û hin jibo anîna zarokane
Gelek êl û hoz û eşîra li wê deverê danîne û pirania wan lê nemane jbilî êla koçerê mîran pê zanînê devikî di bêjin êla herî mêjoyî lê danî êla misûsanane ew jî êlek ji êlê êzidiyane û heta îro di bêjin Qereçoxê misûsana  gelek war û gund bi nave wan hene wek - ware reşika - bîra sêvo - xatir can - bîra rûvî – qepo
2-êla şikaka ewjî demek dirêj lê mane û heta îro şînwarê konê Himze begê şikakî li ser girê himamoka xwyaye û nave gund îro Himze bege
Nayifê paşê serokê êla koçerê miran wek rêz girtinek taybet her sal pargînê konê wî nû dikirin jibo şînwarê wî wenda nebin û piştî barkirina şikaka hinek ji wan man  û nave wan kirin ga westyayê şikaka û piştra bûn beşek ji êla koçerê miran îro nave wan Berzerîne
3- êla koçrê mîran piştî van herdû êla bi egerê koçerîtiye lê danîne û sewalê xwe lê çerandine û piştî şoreşa şex seîdê pîran 1925 lê akincî bûne û gelek gund avakirin wek beroj û gir Kendal û himze beg û dehê gunda li bakur û başûrê çiyê avakiin dema misûsana lê danîn dibêjin şerek giran û dastanî di nêbena wan û êla kîkan da hat pêxistin û divî  şerî da sê mêrxas hatin naskirin heta îro nave wan di sitranê gelerî da tê gotin ew jî Bozê zerî û Xişmanê heyder û Homkê misûsanîye
Ji alyê samanê seruştî va devera Qereçûx gelek dewlemend û zengîne îro buye jê derk giring ji abûra dewleta sorî ji alyê petrol û berhemê çandin û giyanewera te zanîn kû devera qereçox yeke mîn dever bo ji alyê ditna petrolê li sûryê
dîtin u kolan û berhem ji alyê companya menhel ya  elmanî bû di sale pênciyan ji çerxê bistan
Sala 2000 rijêma sûryê gelek dar lê çandin û kirin dehl û devî û daristan û bû jîngehek serûştî jiber  gelek tewal û balind û giyanewer lê êwirîn û ew jîngihe bû cihê dawet û seyrana naxasim her çend heyvên buharê lê mixabin va her çend sale dûmahyê guhdan lê kêm bûye ji alyê rijêmê û gelek dest dirêjî li ser tên kirin wek çêrandin û birîn û şewat û dizya şînwara


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark