Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 100 Saliya Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza Û Pirtûka Min

 


 Konê Reþ

  Bi helkeftina ku di roja 15/2/2019`an de, (100) sal di ser rojbûna lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, min ev pirtûk berhev kiriye. Min têde têkoþîniya wî, ked û xebata wî aniye ziman.. Ez wî wek pêþmergeyekî bajaran dibînim.. Mixabin ku ta niha me ew mafê wî, yê ku ji me tê xwestin lê venegerandiye.. Û me navê wî, baþ bi nifþê nû nedaye naskirin..! Di sala 1957`an de, bi alîkariya wî PDKS li Sûriyê hat damezirandin û ew yekemîn serokê wê bû.


Digel ku ew ji pêþengên xwendekaranên kurd bû li Ewropa.. Wî, tev jiyana xwe di ber serbestî û bilindkirina navê Kurd û Kurdistanê de xerc kir û tevî xerabiyên ku hatin serê wî, ji girtina zindanan û sirgunkirinê ji rêjîman ve, wî negot ez poþman im..
  Min jî, bi vê helkeftinê, wefadarî ji bîranîna wî re, ev pirtûk bi navê (Dr. Nûredîn Zaza 1919 – 1988: Kurdê Nejibîrkirinê), berhev kiriye û dikim xelat ji giyanê wê re.. Ji xwe mamoste Qahir Bateyî xwediyê weþanxaneya SÎTAV camêr bi dilekî mezin xwe da ber çapkirina pirtûkê.. Niha pirtûk li Ankara di bin çapê de ye dê di demeke nêzîk de li xwendevanan belav dibe.. Ji dil spasiya wî dikim.

 

  Bêgûman nivîsandin û berhevkirina min ji vê pirtûkê re gelekî bi min xweþ e.. Min xebat, çalakî û berxwedanên wî li Sûriyê, Libnan û Ewropa baþ anîne ziman û her wiha berhemên wî.. Belê ya hîn bi min xweþtir ku min du eserên wî yên giring jî têde belav kirine; yek jê ew reporta ku sala 1960`î, di zinda Mezê de nivîsandiye û pêþkêþî dadgeha Þamê ya bilind kiriye, ya din, ew pêþgotina bedew û bi nirx ku ji destana Memê Alan re nivîsandiye, digel baweriyên hin siyasetmedar û rewþenbîrên Kurd wek: Sînemxan Celadet Bedirxan, Abduhamîd Derwêþ, Salih Gedo, Dr. Mohamed Salih Gouma, Mihemmed Îsmaîl, Fawzy Asad, Dr. Lazgîn Mihemed Fexrî, Hingur Osman Sebrî, Keyo Cegerxwîn, Îbrahîm Guclu, Þakir Epozdemir, Xelîl Sincarî, Þahîn Bekir Soreklî, Goran Candan, Dr. Yekta Uzunoglu..
  Jixwe mamoste Abdulhemîd Derwêþ hevalê wî yê destpêkê baþ baweriyên xwe anîne ziman.. Mamoste Omer Þêxmûs jî, ji gelekan bêtir jînnameya wî, durist nivîsandiye.. Mamoste Samî Namî jî, wek dostekî wî yê zindanê, baþ ronahî berdaye ser berxwedana wî ya zindanê.. Ji dil spasiya wan dikim û spasiya tev siyasetmedar û rewþenbîrên ku bi gotinên xwe, beþdariya min di berhevkirina vê pirtûkê de kirin, dikim.  
  Di baweriya min de, çi kesê ku bide ser þopa Nûredîn Zaza, nikare mafê wî bîne ziman ku berî wî, nede ser þopa birayê wî Dr. Nafiz.  Vêca min ji birayê wî Dr. Ehmed Nafiz Zaza destpê kiriye.
  Ez ji dil spasiyên xwe ji xanima wî Gilberte Favre Zaza re pêþkêþ dikim û xwe ji wefadariya wê û dilsoziya wê re ditewînim..
* Di 16ê sibatê de, gotineke min di 100 saliya rojbûna têkoþer Dr. Nûredîn Zaza de, li Pirtûkxaneya Kurdî (Kurdish Library), li Stokcholmê heye.. Ji dil spasiya Komeleya Kurdî ya Spangayê, kitêbxana Kurdî, mamoste Omer Þêxmûs, Reþo Zîlan, Samî Namî, Firat Cewerî, Mehmûd Lewendî, Salih Ince û Hacî Kardoxî dikim.
Konê Reþ
Qamiþlo 13.2.2019
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark