Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dr. Nûredîn Zaza Û Çîroka Cejna Newrozê Di Nav Kurdên Rojava De

 


Konê Reþ

  Cejna Newrozê; ev cejn jî wek cejna Nîsanê an nûzanê ye. Eger Nîsan Nûzan be, Newroz nûroj e, anku destpêka rojeke nû, ji saleke nû ye. Ev roja nû, di 21`ê heyva Adarê, destpê dike. Di vê rojê de; gera þev û rojê dibin wek hev û kurdan ji mêj ve gotiye: (21`ê adarê þev û roj hat qirarê). Ji bîst û yekê adarê û bi þûn ve, xak dest bi xeml û xêza xwe ya bûkanî dike û bi rengên keskesorê xwe dixemlîne..
  Li gor ku ez serwextî tevger û rewþa Kurdên Rojava me, me Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Beriya Mêrdînê di sala 1956`an û 1957`an de pêþwaziya Cejna Newrozê kiriye.


Berî hingê hayê kesî ji xelkên Rojava ji Cejna Newrozê nebû.. Ew aghadarî û pêþwazî jî, bi xêra helbestvanê netewî Hejarê Mukiriyanî destpê kir.. Piþtî herifandina Komara Demokrat li Mehabadê, helbestvan Hejar Mukiryanî wek penaberekî siyasî di sala 1956’an de hatiye nav Kurdên Sûriyê. Pêlekê mala wî li Tirbepiyê maye, paþê çûye Þamê.
  Li Þamê, çav bi welatparêz û ronakbîrên kurdan ketiye wek: Qedrî Beg Cemîl Paþa, Ekrm Beg Cemîl Paþa, Memdûh Selîm Beg, Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewþen xanim Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrî Can digel maldar û welatparêzan ji kurdên Þamê û qutabiyên ku wê hingê li Þamê dixwendin.. Ji wan re çîroka Newrozê gotiye û xwestiye ku ew jî wek birayên xwe kurdên Îranê û Îraqê, 21`ê adarê, cejna gelê Arî, Newrozê bi aheng û kêf û þahî pêþwazî bikin, derkevin seyranan û vejînin. Li gor ku min ji gelek kesan bihîstiye; dostaniya wî û Dr. Nûredîn Zaza gelekî xweþ bû, di 1956`an an 1957`an de birek ji wan welatparêzên kurd yên ku min ew bi nav kirin, di serê wan de Dr. Nûredîn bi xwarin û vexwarin çûne (Xûta li Þamêغوطة دمشق/), bi mebesta vejandina cejna Newrozê. Ev çûna wan yekemîn car e ku kurdên Sûriyê pêþwaziya cejna Newrozê kirine. Belê ji sala 1957`an û virde, piþtî damezirandina (Al-Partî), di nav Kurdên Sûriyê de, wê partiyê endamên xwe serwextî cejna Newrozê kiriye.
  Ji wê salê û pê ve, Cejna Newrozê di nav Kurdan de hatiye pêþwazîkirin. Belê di warekî gelekî teng de bû û bi rengekî gelekî veþartî bû.. Vê paþiyê, hin bi hin navê Newrozê di nav gel de belav bûye û gelek kesan navê Newrozê li zarokên xwe kirine.
  Bêgûman rola Dr. Nûredîn Zaza serokê Al-Partî di þiyarkirina hestê netewî û belavkirina Cejna Newrozê, di nav kurdên Þamê de zor mezin bû. Hem jî, di nav kurdên Efrîn, Kobanî û Cizîrê de. Nexasim piþtî ku Al-Partî di sala 1957`an de hat damezirandin û biryara Cejna Newrozê bi rengekî fermî ji rex Al-Partî ve, bi serokatiya Dr. Nûredîn Zaza hat standin û dest bi vejandina Cejna Newrozê di nav kurdên Rojava de hat kirin. Anku bêtir biryar ya Dr. Nûredîn Zaza bû..
  Lê di sala 1986`an de, dema ku kurdên Þamê divîbûn derkevin dervî Þamê, Newroza xwe pêk bînin, endamên emniyeta Sûriyê ew qedexe kirin û di encamê de, Silêman Adî hat kuþtin. Ji wê hingê ve, serokomarê Sûriyê Hafiz Elesed, roja 21`ê Adarê bi navê (Cejna Dayikê), wek rojeke bêhinvedanê binav kir. Ji wê salê ve Kurdên Sûriyê Cejna Newrozê bi serbestî, di tev bajar û gundên Kurdên Rojava de pêþwazî dikin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark