Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Xewnên Þoreþên Têkçûyî

 


Ferhadê Haco 

Hevalo! Ma ne bese îdî ev bez 
Daw di devde bi hewarî di pey te de ? 
Ta kengê ez ê li benda te bim
Van qîrînên nedeykirî bê deng bikim
di kezeba xwe de 


Ta kengê ezê bimînim 
 bi rebenî benda azadî 
û serkeftinên te
Ta kengê!
Ta kengê heval!

Ez mandû bûme, heval:::
Ez nema karim hilperikim
bi van lat û keviran ve
bi xwedê ez êdî mandû bûme ...
Ez nema karim li zinaran berfê bixum
û nema karim li þikeftan binivim
û li ser kêstekan ez pal bidim
 
Ma ne bese îdî, heval?
Bi salan e, 
bê ûmîdî ev ber û fîþek dikin xurîn 
û tum û tum ev gurme gurm e
Bi salan e ku tu gurzê xwe dihejînî
bi mebesta 
stêrikan ji asîmanan daxurînî
wan ji min re bikî ristik û bihûnînî
Lê ji min re îdî xuyaye 
ne bi gurm gurmê ye, heval
û ne bi daneheva 
paçik û stêrikên renge renge
pîne dikî bi alên xwe ve

Ma ne bese îdî, heval?
Li pêþ wênyên serok  
Serxweþ û bê hiþ bi cizbê dikevî 
û berfûtkên te yên berxwedanê
Bese îdî vê hewldanê
bi hiþkeber te girtîye çerxa jiyanê 
tu dixwazî wê Çartew bikî
û li gora xwe bitewînî 
Lê tu jî dizanî 
ku bi ters û nezanî  wê çerxê nagorînî

Hevalo xeman  nexwe!
Ez kurd dimînim 
Li ber dergihê Kurdistanê  
nehtorvan im
Xemgêrîya min 
ne xwarina nanê ziwa ye
ne bahoz e û ne serma ye
Ne xeme ji min re
jiyana li serê çiyan 
û hilprikandin bi lata ve
Ne xeme ji min re 
dijî dijminên taristan 
bi þev û rojê ez þer bikim

Lê xem ew e, heval 
ez keç im,agir im, pizotim 
ne bi tenê ez þervanim
Ez nikarim di dilekî genc û ciwan de 
vî agirî  vemirînim    
ez ê çawan bikaribim 
Memê Alan himbêz bikim, 
deydîk bikim û bilorînim
bikaribim xwe bixapînim
li ser Siyamndê silîvî   
hêstirên dilkoj nebarînim

Li vî çiyayê sar û bê dilþewat
ez ê çawan bikaribim, heval
Ji te re bêjim û te liber bixim:
Ez keçim, ne bi tenê ez hevalim
Bihar û Newroz min þîn dikin
di govenda de dest li xortên evîndar 
dipalînim 
jibo wan himbêz bikim
sing û beran jê wan re pêþkêþ bikim
 
Heval
dijminên te xewnên min in!
Ma tu nizanî ez dixwazim 
van xewnên xwe bi cî bikim
 ji bin lingên serok û rêberên te
birevînim û rizgar bikim 

Heval
ji bonî te ez îdî serê xewnan natewînim
di nav belbelîskên siloganan de 
napêçim,
kefen nakim 
û wan li gorîstanên 
xewnên þoreþên têkçûyî naveþêrim 


Ferhadê Haco 
Swêd adara 2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.6
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark