Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mehcir Kî Ne û Çima Mehcir Bûne?

 


Konê Reş

  Gundê me mezin bû, xelkên têde col bûn. Erê gundê eşîra Bûbilana bû lê ji gelek eşîr û bavikên din jî, dijiya xwe têde derbas dikirin wek: Omeriya, Mihelmiya, Seyida, Bavfilleha û Mehcira.. Evên dawî (Mehcir), ji kû hatibûn, çi kes bûn, me nizanîbû.. Digotin Mehcirên welatê jorî ne; Hesena û heydera ne, ji Bedlîsê, Wanê, Başqela, Mûşê û Titwanê ne.. Kurdên resen bûn, xizan û belengaz bûn, jiyana xwe di hejarî û rebeniyê de derbas dikirin..


  Ew malên Mehciran xwe bi xwe li hev dibaniyan, pirsa halê hev dikirin, ji hev re behsa welatê xwe dikirin, pirsa mirovên xwe yên windayî ji hev dikirin.. Dema ku dibihîstin yekî mehcir li gundekî heye, xwe pêve digîhandin; pirsa welatê wî, eşîra wî, gundê wî û mehciriya wî dikirin.. Di nav re jî, pirsa mirovên xwe yên ku bi rê de ji wan veqetiyane û winda bûne, ji wan dikirin.. Lê ew mehcirên ku li koka xwe napirsin, ez ne bawer im ku ew kurd in, ew ermeniyên ku di nav mehcirên kurdan hatine Cizîrê û bûne misilman..
Çima Mehcir bûn:
  Wek ku diyar e cenga cîhanî a yekemîn di sala 1914`an de destpê kir ta sala 1918`an. Di vê cengê de Osmanî bûn hevalên Almanan û şerê Rûsa kirin.. Di sala 1914`an de Osmaniyan an Ittîhadçiyan (Talaat, Enwer, Cemal), bi navê (Cihada Pîroz الجهاد المقدس/), berê şêx û oldarên kurdan dane şerê Rûsan û gotina (Seferberlikê/ سفر برلك), ji wê salê ve hat meydanê..
  Di roja 24`ê nîsana 1915`an de Ittîhadçiyan frmana qirkirina Ermeniyan deranîn, bi behana ku doza Ermenistanê dikin. Wê fermanê ta dawiya cenga cîhanî ya yekemîn 1918`an dirêj kir..  
  Di havîna û payîza 1915`an de artêşa Osmaniya bi serkêşiya Talaat Paşa derbasî Bedlîs, Mûş û Wanê bû û komkujiyên mezin anîn serê ermeniyan.. Di encamê wan komkujiyan de melyon û nîvek ermenî hatîn kuştin, yên mayî di çar kenarên dinyayê de belav bûn. Sed mixabin ku destên hin kurdên xeşîm, nezan û çavgirtî di vê qirkirinê de hebû. Ji rexekî din ve kurdan; çi kurmanc û çi axa, beg û keyên Kurdan gelek Ermenî di mal û gundên xwe veşartin û ew ji qirkirina tirkan parastin û nimûne pirin..
  Sala Mehciran Sala 1916 ye. Di bihara 1916`an de dema ku artêşa Rûsî derbasî Bedlîsê, Başqela, Mûşê û Wanê bû, ermeniyên ku libexer didan û doza azadiya xwe dikirin, alîkarî bi artêşa Rûsî re kirin û di encam de bi hezaran ji kurdên Wan, Mûşê, Bedlîsê, Başqela, Titwanê, Başqela û Bazîdê hatin kuştin û bi deh hezaran ji ber kuştinê, ji warê bav û kalên xwe celî bûn û ber bi başûr ve reviyan.. Tev mal û milkên xwe li şûn xwe hiştin, berê xwe dan oxirê û pişta xwe dan felekî.. Nexasim ku çend mezintirîn êlên kurdan di başûrî Kurdistanî de,  wek êla (Heyderan) bi serketiya Kor Hisên Paşa û Emîn Axayê Heyderî, êla (Hesenan) bi serketiya Hisên Axayê Takorî û êla (Motkan) bi serkêşiya Hacî Mûsa Begê, ser û binî hev bûn, berê wan ket mişextî û mehciriyê de.. Hêjaye gotinê ku her êlek ji wan ji çend eşîran pêk dihat..
  Di wê rev û mişextiya mirinê de, gelek zarok, kalemêr û pîrejinên wan ji birçîbûn, serme û nexweşiyan mirin, gelek di ava geliyê Bedlîsê de fetisîn û yên ku (Kevirê Biqul) derbas kirin, ew bi halekî perîşanî filitîn.. Ewên ku filitîn, di nav roj, meh û salan re xwe bi Mîrdînê û Nisêbînê û gelek herêmên kurdan yên din ve gîhandin û dawî gelek ji wan li bajarê Amûdê yê ku tekane bahar bû di Beriya Mêrdînê de rawestiyan.. Paşê di nav gundên kurdên Rojava de cîwar bûn.. Kurdên Rojava jî ji wan re gotin: Mehcir.
Gotina mehcir bi tenê ji mişextiyên sala 1916`an re tê gotin, yên di pey wan re hatin, anku yên di pey serhildana Şêx Seîd/1925`an, Araratê/1930`î, Dersim/1937`an de hatin, navê mehciran li wan neyê kirin..
  Mehcir an Mihacir; gotinek Erebî ye, ji wan kesên ku bi darê zorê ji warê bav û kalên xwe hatine bidûr xistin tê gotin. Ev gotin di rêka misilmantiyê de derbasî ziman û ferhenga Kurdî bûye û cih girtiye.
  Ez zarok bûm carekê yekî mehcir hat mala me, şekirê Ereba ji me re anî bû. Ji bavê min re behsa mehciriya xwe dikir û ji bavê min xwest ku mala xwe bîne gund.. Piştî ku mala xwe anî, her êvar dihat odeyê, çîrok û stran digotin, xweş zanîbû çîroka Memê Alan bi stranî bibêje..
  Ta roja îro malên mehciran di piraniya gund û bajarên Cizîrê de hene, ji Serê Kaniyê ta bi Eyndîwerê.. Ji sifir destpê kirin.. Gelek zor û setem ji xwediyên gundan dîtin.. Di encamê wê mehciriya bê xwedî û Xwedan de, karîbûn cihê xwe bi xurtî di nav civaka eşîrên Cizîrê de ava bikin û çend gundên ku bi navê gundên mehciran têne naskirin ava bikin, wek gundê Xerab Esker, Tifle û Selamûelêk.. Hem jî pişka wan di gelek gundan de heye.. Di gelek waran de li pêşiya xelkên cî xistine. Wek nimûne; Dr. Ferhadê Eliyê Mehcir yekemîn kompaniya çûn û hatinê di navbera Qamişlo, Heleb, Şam û Beyrûtê de bi navê (Dicle Travel & Tourism) vekir.. Eliyê Saadûnê Mehcir jî wek Dr. Ferhad saziya (Zana Travel & Tourism) damezirand.. Di warê bazirganiyê de jî, gelek ji wan mehciran biser ketine, wek Abdulrehmanê Hemzeyê Mihacir.. Hina jî gazxane vekirine, wek Ismetê Mihacir ku bi payebûn û serbilindî navê gazxaneya xwe kiriye (Gazxaneya Mihacir).. Zarokên gelekan ji wan mehciran bûne bijîşk, parêzer, endezyar û rolek baş di civaka kurdên Cizîrê de lîstine; çi di ware civakî de û çi di warê siyasî de û dûrî netewa xwe ya kurdî neketine..
  Hejmara wan biqasî hejmara mezintirîn eşîra Kurdî di Cizîrê de heye. Tevî ku va 102 sal di ser meciriya wan re derbas dibe, hêjî li hev bi pirsin û wek eşîrekê ji eşîrên herêmê li hev miqate ne; di xêr û şerê hev de ne, alîkariya hev dikin.. Piştî ku Hecî Erebê Mihacir û Hecî Mihemedê Xeşman çûn ber dilovaniya Xwedê, yên ku bi kar û barê tev mecirên Cizîrê radibûn, Enwerê Hecî Mihemedê Xeşman ketiye şûna wan de. Enwer xortekî nûhatiye, kezebşewitiyê mihacirên xwe ye. Gelek navdarên mihaciran li gund û bajarên Cizîrê hene, ne gereke ez navê wan bînim ziman.
  Belê bi min xweş e ku ez vê çîroka hevdîtina du birayên mehcir yên ku hev winda kiribûn, bi kurtî ji we re bînim ziman:
  (Qasim, Kamil û Helîme xwîşk û birayên hev bûn. Di reva meciriyê de, dê û bavê wan li Kevrê Biqul ji ber çavên wan winda bûn. Di nav kerwanê mehciran re bi halekî xerab xwe gîhandin bajrê Nisêbînê.. Li Nisêbînê wan jî hev winda kir, her yek ji wan di cihekî re derket..   Û bîst sal derbas bûn.. Di wan bîst salan de, her yek ji wan bi hisreta saloxdanên yê din bû.. Birayê biçûk Kamil dibihîze ku yekî mehcir bi navê Qasim li gundê Til Erbîd e, nêzîkî Qamişlo.. Di rojek biharî de xwe li gendê Til Erbîd digire.. Dibîne komek zilamên gund li ser bênderan rûniştî ne, xwe li wan digire.. -Ew kesî ji wan nas nake û ne ew wî nas dikin- Piştî silavê, pirsa mala Qasimê Mehcir dike.. Qasimê Mehcir jî di nav wan de ye.. Zilam jê dipirsin; Ma tu Qasim nas dike? Li wan vedigerîne; Na ez wî nas nakim.. Qasim radibe ser xwe û jê re dibêje; Ez Qasimê Mehcir im, kerem bike, daxwaza xwe bêje.. Kamil ziq lê mêze dike û jê re dibêje; Ez birayê te Kamil im..! Dema wilo dibêje Qasim di cihê xwe de dicemide.. Piştî kêlîkekê pirsa navê xwîşka xwe jê dike.. Ew dibêje navê Xwîşka me Helîme bû.. Qasim pirsek din jê dike û jê re dibêje; Qava em biçûk bûn, te bi çi navî bang li min dikir? Kamil lê vegerand; Min digot Kaka.. Bi vê gotina dawî re Qasim xwe zerkirê, ew hembêz kir û bi ser halê hev de giriyan.. Gundiyên li dor wan, ji kêfa hevdîtina wan re tiving berdan..) Di wî heyamê dagirkirina Cizîrê ji rex Fransîzan ve, hilgirtina tivingê normal bû. Wêne: Ez û Mûsayê Hecî Qasim in, yê ku bav û apê wî hev winda kiribûn û hev naskirin, temenê wî 82 sal in.

Konê Reş/ Qamişlo 17/10/2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark