Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: WERIN

 


Xizan Șîlan

westîbûna hilmgirtî
ji ser tenêtiya rojên min rakin
bêdengiya çavên kelegirî
qêrîna jankêş
gewriya tevizî bi dilopek şadî
şên bikin


ez
li avhewaya giyanê tazî
bareşekî bênasname me
birînên kezebê
bi melhema eşqê mizdidim
di deryaya bêbinî de
bi masiyên serxweş re dikevim
pêşbaziyê
refên qulingan
ber bi berxwedana çiyayên azad ve
difirînim
werin
bi zimanê muzîkê
tevna helbesta min bi min re
bihûnin
li pêşberî firtoneya qûmê
çira hêviyên aso vêxin
kirasê heyamên veçiriyayî
bi derziya sebirê bidûrin
reştariyê bi tîrêjên ronahiyê
dûr bikin
sirûda orkestra dilxweşiyê
di rayên dîroka genî de
bigerînin
werin
êşa bîranînên cemidî
di zikê şevistanên xewle de
bihelînin
xemgîniya salên gunehkar
bi duaya peşkên baranê
binixumînin
dilê min
bi awazên stranên Șakîro haş bikin
ji nûdemê
bêhna beybûnên zozanan
bifûrînin
li vê zivistana hişk
germa havînê li bejna min
bipêçin
werin
ji min re bilûra serşivanan
bilorînin
da ez
bextewariyên xwe li gulîstanan
biçêrînim
meya kêfxweşiyê ji min re
dagirin
da dil di serxweşiya xwe de
mest bibe
werin
çîroka egîd û mêrxasan
vebêjin
da ez
xem û xeyalên hesretkêş
ji dil derînim
ala serkeftinê li ba bikin
da ez
bi tililiyan dansa ferişteyan
bibînim
werin
werin…

2018-01-24
Stockholm


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark