Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

çalakiyên Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya kurd

 


Bi boneya salvegera bîranîna (cejna mamostayên zimanê kurdî) , Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya kurdî , di 26 - 4 - 2007 an de , şevbuhêrkek toreyî li darxist ji mamosta (Rêwî)* re


û bi vê helkeftinê mamosta Rêwî cejna hemû mamostayên zimanê kurdî li her derê pîroz kir û gotarek dûdirêj xwend li ser dîroka çapemeniyê li cîhanê û li dewleta Osmanî û di pişt re li ser rewşa çapemeniyê li Kurdistanê bi taybetî axivî:
-li başûrê mezin..ji dema hikûmeta (Mehmûd ê Hefîd) despêdike ji ber çend govarên hêja derketine wek (Bangî Kurdistan 1922-Bangî Heq 1923-Omîdî Kurdistan 1924-Pêşkewtin-Jiyanewa….) û di wê çaxê de çend nivîskarên mezin derketin holê mîna (Tewfîq Wehbî-Refîq Hilmî-Pîre Merd..) evana pêşketinek xistin ziman û toreya kurdî û vejînek durist çêkirne.
-li başûrê biçûk ..di 15-5-1932 an de dema ku govara (Hawar) hat belavkirin ji lay mîr Celadet Alî Bedirxan , çend nivîskar û helbestvanên mezin mîna (D.Kamîran Bedirxan-D.Nûridîn Zaza-Osman Sebrî-Cegerxwîn-Qedrî Can serkêşê helbesta nûjen sala 1936 an..)
-li Kurdistana rojhilat:vejîna çapemeniyê û toreyê û çandeyê dema komara Mehabad hat damezirandin û çend govar derketin (Niştiman-Kerkolî Mendalan-şanoya Dayikî Niştiman…).
-li bakurî welêt:vejîna wan gelekî derengtir hatiye çimkî Kemal Etaturk û Ismet Inûnû bi destekî ji agir û hesin li kurdan dixistin û ne dihiştin tiştek di hêla xwendin û nivîsandinê derkeve .
Hêjî gotinê ye ku Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya kurdî ji salekê û virde , ev şevbuhêrkên toreyî ji nivîskar û helbestvanan re li darxistiye:
1- Cejna mamostayên zimanê kurdî 26-4-2006.
2- şevbuhêrkek li ser zimanê kurdî ji mamosta (Deham Ebdul Fetah)re 4-5-2006.
3- şevbuhêrkek li ser wergerandinê ji mamosta (Xalid Cemîl Mihemed)re11-5-2006.
4- şevbuhêrkek li ser rênivîsa peyva kurdî ji mamosta (Berzo Mehmûd)re 18-5-2006.
5- şevbuhêrkek jîngêrî ji mamosta (Yûsif ê Berazî-Bêbuhar)re 25-5-2006.
6- şevbuhêrkek imzeyî ji bo dîwana mamosta (Yûsif ê Berazî-Bêbuhar) ya çaran (Serxwebûn)10-6-2006.
     7-şevbuhêrkek ji helbestvan (Dildarê Aştî û Silêman Azer)re 1-12-2006.
    8- şevbuhêrkek ji helbestvan (Ibrahîm Ebdî -Xalid Umer-Hisên Meemê)re 21-12-2006.        
    9- şevbuhêrkek li ser tirazûya rista kurdî ji mamosta (Mehmûd ê Sebrî) re 8-1-2007.
  10- şevbuhêrkek bîranîna komara Mehabad ji mamosta (Ibrahîm Ebdî)re 22-1-2007.
  11- şevbuhêrkek ji helbestvan (Mehmûd Badilî)re 24-2-2007.
  12- şevbuhêrkek bîranîna hunermend (Mihemed şêxo) 9-3-2007.
--------------------
*(Rêwî) navê wî Mihemed ê Xelefe , sala 1955 an de li gundê (Xirbê Kejê) ji dayik bûye ,
Xwendina xwe ya seretayî li gund xwendiye ,paşê rêza hefta li (Amûdê) xwendiye ,xwendina Xwe ya navîn û dibistana bilind li bajarê Hesekê xwendiye ,xwendina xwe ya zanîngehê li Gulîca Asayî (Hiqûq) li bajarê (Helebê) bi dawî kiriye.çend salekî mamostayî kiriye .
Despêka guhdana wî ji zimanê kurdî re vedgere salên xwendina seretayî.
Nuha parêzere li bajarê Hesekê.
Berhemên wî yên çapkirî:
1- Paytexta derdan    (helbest) 1987.
2- Salar û Mîdiya    (weger) 1992-bi alîkariya şêx Tewfîq Huseynî.
3- Dîroka toreya kurdî li Sûrya beşê(1) 1994.
4- Revandina Ocelan û asaya navnetewî 1999.
5- Pend û metelokên Dicle û Xabûr 2003.
6- Nazê û Diyar (helbestên zarokan) 2003.
7- dîroka çapmeniya kurdî 2003.
8- Baxê gulan (çend gotar) 2004.

Destnivîs:
1- Ferhenga (Rêwî) bi alîkariya şêx Tewfîq Huseynî.
2- Ola êzîdiya.
3- Têkêlîya Kurd û Ermenan.
4- dîwanek helbestên kilasîk.
mishelosman@hotmail.com
keser971@hotmail.com
 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark