Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tźror

 


Cankurd

Peyva (Têror) ji zimanê Latînî hatiye û bi wateya Tirsandinê ye (Berê Kurdan jê re „Saw“ digotin). Thomas Hobbes di (Leviathan) de bi firehî li ser mijara Têrorê radiweste û bi kar anîna wê wekî sizayekî rêbazî (Legal punishment) ji bo parastina mirovatiyê an zagonên civakê dibîne.
 
Li gor biryara UNO, jimare 1566, ku 8. Oktober 2004 derketî ye, hemî neteweyên endametiya wan di UNO de heye, pêwîste, xwe bi xwe û giž bi hev re li dij (Têrorê) derkevin, bi rêya sizayên giran jî li hember wan kesan, komikan û dewletan jî rawestin, ku têrorê bi kar tînin, ji çi reng û çi rewžê be, olî, ramanî, nijadî an bi awayekî dî be.


Karên têrorî ewin, ku bi kužtin, ležwûrankirin, an jî bi revandina mirovan û binzorkirina wan ji bo armancin xwe yên diravî an ramiyarî bi cîh bînin. Têrorkar jî ewe, yê ku bi sawkirinê „tirsandinê“ bizava xwe dike ji bo bi cîh anîna armancên xwe yên  diravî, aobrî, siyasî an olî.

Fîlosof û Nivîskarê mezin François-Marie Arouet, yê naskirî ye bi navê Voltaire (1694-1778) di sala 1769ê de gotibû, ku îžkencekirinan kužtina mirovan li meydanên vekirî, ji aliyê fermî ve, wekî pêkariyeke „aceteke“ têrorî ye.

Sala 1789ê, li Firansa, deselata padižahî, ya li wir hebû, ji aliyê žorižgêran ve, wekî deselateke têrorî hatibû nasdan.

Robespierre, ku navdartirîn žorižvanê wê demê ye, digot ku Têror ne karekî demokart e, hema ji bo parastina demokratiyê bi kar anîna têrorê, debanekî „sîlahekî“ pir giring e. Van gotinên Robespierre îro bûne duružm û nîžan ji bo „Cenga li ser têrorê)

Pižt re, gava serî yê wî žorižvanî bi xwe (Robespierre) li Parisê, li meydaneke vekirî hatiye birrîn, ev kar wekî „Bi dawîkirina têrorê“ hatiye bi navkirin.
Em dibnin, ku her kesekî li gor ramanên xwe an ji bo bercewendiyên xwe, peyva „Têror“ bi kar anî ye, bêguman deselata padižahî ya Firansa jî di wê demê de žorižvan mîna „Têrorkar“ dîtine û ji gel xwestibûn, ku dij „Têrorê“ bixebite.                 
Di dema „Hežažîn“ de, wan ziyaneke mezin gihandibûn dewleta Selahdînê Eyûbî, û gihan wê pileyê, ku li Ezazê, li bakurê Sûriyê, hêriž  ser Selahdîn jî kirin, bi armanca kužtina wî, û ne ji peyrewêd wî yên wêrek ba, ew diket ber žûr û xencerêd wan. Wan karêd têrorî dikirin û carina jî xwe didan kužtin bo kesekî, ku ji xwe re wekî neyar dibînin, bidine kužtin. Wilo Hesen Elsebbah tevgereke xûnî ya mezin û bi saw pêda kiribû, lê belê Selahdînê Kurdî ji wan zanatir bû, zanî bû ku ewana çeka „Ol – Dîn“ bi kar tînin, ji bo xapandina peyrewêd xwe, wekî tevgerêd Sofîtiyê baweriyeke korçav bi žeyx ê xwe di mejiyê mirîdan de pêda dikin, lew re Selahdîn xebateke mezin û fireh kir, ku wan têrorîstan bi rêya olzana û žeyx û melayên pak, di camiyan û dibistanan de rût û tazî bike û tenha bi wê yekê kanî bû teska Hežažîn bižkîne.
Mixabin, ê me Kurdên ku siyasetê niha dikin, tew hemî oldaran wekî hev dibînin, hêriža teviya olê „Dîn“ dikin, lê li ba wan çi cîgir dî ji olê re nînin, ewana ne dikanin baweiya bi olê ji ortê rakin, ne jî dikanin tižtekî ku tîbûna mirov ji bo baweriyê bidin ber gelê me. Ji xwe komonîzim paž 70 an 80 salî ji binî ve têkçû, û niha gelek zana F. I. Lenîn, wekî Têrorkarekî dibînin, ji ber ku malbata qeyserê Rûsî bi tevayî, çi mêr û jin û çi zarok, giž bi fermana wî žorižvanî hatibûn qirkirin. Ma „Têror“ çî ye?
‏02‏ آب‏، 2018     
facebook: gulakurdaxi                   kurdaxi@live.com                      

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark