Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rewşa rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê: Ronahiya di nav tariyê de

 


Besam Mistefa

Her sal li her çar parçeyên Kurdistanê roja 22 Nîsanê salvegera rojamegeriya kurdî tête lidarxistin û şahî û seyran û semînar û lêkolîn têne kirin bi vê boneya pîroz.


Sala 1898an, mîr Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîrê paytexta Misirê yekemîn rojnameya Kurdî bi navê-Kurdistan-di roja navhatî de derxist ku bû mîna roja zayîna rojnamegeriya Kurdî .Dîroka-Kurdistan-ê hindek rastiyan derheqê rojnamegeriya Kurdî bi giştî de dide xuya kirin angu rojnamegeriya me li mişextiyê û dûrî welêt ji dayik bû û ji deverekê diçû deverekê ji ber astengiyên gelek û bêdawî, lê serhişkiya mîr ê Bedirxanî û hezkirina wî ya bêhempa ji tore û zimanê Kurdî re hişt ku rojname demeka dirêj berdewam be û erkên xwe ta radeyeka mezin pêkbîne.Her wisa,-Kurdistan-ê kartêkirineka xwe ya herî mezin li rojnamegeriya Kurdî li rojavayê Kurdistanê kir.
Di vî biyavî de, pêwîste em rewşên dijwar yên ku milletê Kurd di wan de derbas dibe û bandora wan li ser tevahiya beşên jiyana Kurdan di nav de rojnamegerî jibîr nekin, ji qedexkirin û girtin û astnegîçêkirin..htd!Lê tevî van rewş û astengiyan hemiyan, rojnamegeriya Kurdî her û her liberxwe daye û li ser piyan maye.Weke me di despêkê de jî got, yekem rojnameya Kurdî-Kurdistan-pitir bandora xwe li ser Kurdên rojava hişt ji ber ku wê çaxê paytexta Sûriyê şam bûbû mîna wargehê Bedirxaniyan piştî ku ew ji cihê bav û kalan hatine sirgûnkirin û derbeder bûn.Ev bandor û kartêkirina ku bû sedemê destpêkirina rojnamegeriya Kurdî li Sûriyê û dîsa li ser destê Bedirxaniyan angu Mîr.Celadet Bedirxan bavê zimanê Kurdî yê bi pîtên Latînî.Her wesa, em dişin li vir rojeva rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li ser sê qonaxan dabeş bikin:

Qonaxa 1''''''''''''''''ê–Qonaxa Hawarê-:

Destpêka rojnamgeriya Kurdî li Rojavayê welêt bi derketina kovara  Hawar ê bû.Mîr Celadet Bedirxan bi alefbaya xwe ya Latînî Hawar derxist, di sala 1932an de li şamê paytexta Sûriyê û bi pîtên Latînî.Bê guman, kovara Hawarê mîna şoreşekê bû di warê rojnamevaniyê de û her wesa di hemî waran de jî wekî tore, ziman, kelepor, çand..htd.Di warê zimên de, Hawar ê zimanê Kurdî bi pîtên Latînî vejand û ew xiste rojevê de tev li vekolîn û lêkolînên di warê zimanê Kurdî de, eger em nêrînekê li hijmarên wê binerin em dê babetên wesa bibînin:Elfabeya Kurdî–Ferhengok–Hevxistina zimanan-Zarê Kurdmancî–şêraniya zimanê Kurdmancî..htd.Ji bilî Hawar ê û piştî rawestandina wê di vê qonaxê de hindek kovar û rojnameyên dîtir jî derketin weke:Ronahî ya ku mîr Celadet Bedirxan bi xwe ew derdixist di sala 1941ê de û bi pîtên Latînî.

Roja Nû ya ku ji layê Kamîran Bedirxan ve li Bêrûtê derdiket.Hêjî gotinê ye ku, ev çaxa ku em behs dikin angu destpêkên salên sihî 30 î di heman demê de destpêka şiyarbûna hesta neteweyî Kurdî li rojavayê Kurdistanê bû ku pêşengên pêşî û şorşger di orta avakirina avahiyeke mezin û bilind de bûn wekî Osman Sebrî û mîr Celadet û Cegerxwîn û Qedrî Can..htd.

Qonaxa Didiwan:

Ev qonax ji dema damezrandina yekemîn partiya siyasî Kurdî li Sûriyê destpêkir angu Partiya Demoqrata Kurdistanê–Sûrî-di sala 1957an de.Partî cihekî xwe yê berz û taybet di hiş û mêjî û wijdanên gelê Kurd de girt û destpêkir bi weşandina rojnameya xwe ya bi navê Dengê Kurd.Lê dema ku Partî parçe bû di sala 1966an de, rojnameke dî jî hate weşandin bi navê Demoqratî.Helbet, herdû rojnameyan raman û konevaniya partiyên xwe derdibirrîn û di vî biyavî de Dengê Kurd bû berdevka ramanên çepger bi serokatiya Osman Sebrî û Selah Bedredîn û li milê dî Demoqratî rahişte barê belavkirin û weşandina ramanên rastger bi serkirdayetiya Hemîdê Derwîş û Reşîd Hemo.Nuka, li rojavayê Kurdistanê gelek rojname ji aliyê partiyan derdiçin angu her partiyek rojnameyekê yan didiwan derdixe lê mixabin piraniya wan bi zimanê Erebî ne ku ne mijara vekolîna me ye.Her wesa, çend rojname bi zimanê Kurdî jî derdiçin û em dê di qonaxa sisêyan de wan, destnîşan bikin.

Qonaxa Sisêyan:Dema Niho

Bi derbasbûna demê re û pêşketina teknolojiya ragihandinê û guherînên li ser asta cîhanê re, rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî derbasî pêvajoyeke nuh bû.Enternêt û ragihandina eliktronî şoreşek di vî warî de peyde kir–em dê vê mijarê bihêlin ji gotareke serbixwe re–û bi dehan malper hatine avakirin.Her wesa, rojname û kovar û belavok roj bi roj hatine zêde kirin da ku ji vê şoreşa navbirî nemîn in û rojnamegeriya Kurdî di asteke baş de bihêlin tevî hemî astengî û dijwariyan.Li vir, em dişin kovar û rojnameyên ku di vê qonaxa nuh de derketin angu piştî pêvajoya Bedirxaniyan ya dewlemend û damizrêner, wesa destnîşan bikin :

Kovara Gulistan
:
Di sala 1968an de, Gulistanê dest bi weşana xwe kir. Paş ku mîr Celadet çû ser heqiya xwe, seydayê Cegerxwîn biryar sitend ku rêça wan bişopîne û kovara Gulistanê dexîne. Naveroka Gulistanê pitir hunerî û torevanî bû .

Kovara Rohilat
:
Li Bêrûtê paytexta Lubnanê ji sala 1978-1982an dihate weşandin û bi piranî li ser rewşa milletê Kurd û cîhanê bi tevahî disekinî. Bi dagîrkirina Lubnanê ji aliyê Israilê de, kovara Rohilat ê hate girtin û hew derket.

Kovara Gelawêj
:
Di sala 1979an de kovarê dest bi weşana xwe kir û wekî piraniya kovar û rojnameyên Kurdî ku têne rawestandin ji ber gelek sedemên diyar û naskirî, di şala 1997an de hijmra wê ya dawîn derçû. Berpirsê Gelawêjê birêz Nesredîn Ibrahîm bû, û wê babetên cuda cuda dihewandin: kulturî, zanistî, troreyî, zimanzanî û keleporî.

Kovara Stêr:
Di sala 1983an de hijmara wê ya yekê derket. Stêr kovareka çandî, zimanzanî, wêjeyî, zargotinî, folklorî bû û pitir bala xwe dida zimanê kurdî û pisrgirêkên wê. Herweha, beşek taybet ji bo hevpeyivînan amade kir û gelek hevpeyivînên giranbuha lidar xist bi wêjevan û kesayetiyên Kurd re weke: Mihemmed Emîn Bozerselan–Konê Reş–Rewşen Bedirxan û Celîlê Celîl..htd. Di biyavê wergerandinê, rola jina kurd, û belavkirina gotarên bi qîmet û watedar û vejandina foliklorê kurdî de,   Stêr ê xebateke mezin pêkanî.

Kovara Xunav:
Berpirsiyarê wê nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mehmûd Sebrî bû. Hijmara Xunavê ya yekê di Tebaxa 1986an de derket. Kovarê di warê zimanê Kurdî–welatparêzî–zanistî–torevanî–keleporî û civakî derbarê hişyarkirina jin û xort û gencên Kurd de, xebat dikir.

Kovara Gurzek Gul:
Sernûser û berpisiyarê wê mamoste Konê Reş bû. Ji sedemên derxistina kovarê weke ku Konê Reş bi xwe şîrove dike:-Hezkirina zimanê zikmakî –şoreşa Barzaniyê nemir(êlûn û Gulan) û çûna Barzaniyê nemir ser heqiya xwe–hatina Celîlê Celîl…htd. Kovara Gurzek Gul keleporî û çandî bû lê mixabin ji ber sedemên nakokiyên tevgera Kurdî li Rojava mîna piraniya kovarên Kurdî di sala 1992an de, ewjî hate rawestandin !!

Kovara Zanîn:
Sala 1991ê Ebdil Baqî Huseynî û Ferhad Çelebî kovara zanînê damezrandin. Kovara Zanînê kovareke wêjeyî, keleporî û hunerî bû û cihê xwe di nav jîngeha rewşenbîrên rojava de bi tundî girt û bi hezaran hijmarên wê dihatine kirîn û xwendin…ewjî mîna xeynî xwe para wê rawestandin bû.

Kovara Roj:
Berpirsiyarê kovara Roj nivîskarê Kurd Fewaz Kano bû. Di sala 1991an de dest bi weşana xwe kir. Babetên kovarê yên serek ev bûn: Helbesta kilasîkiya Kurdî–helbesta nûjen–çîrok–kurte-çîrok–rexne û dîrok.

Kovara Pirs:
Di sala 1993an de, dest bi weşana xwe kir. Pirs bi çand û werger û helbesta Kurdî û gotarên siyasî û edebî mijûl dibû. Her wesa, (Pirs) heta niha karê xwe berdewam dike.

Kovara Bihar:
Di sala 1994an de, Biharê hijmara xwe ya yekê weşand. Bihar kovar a–Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê-ye. Bihar kovarek e zanistî û torevanî ye.

Kovara Aso:
Di sala 1992an de, ji layê nivîskarê Kurd Siyamend Ibrahîm ve dihate weşandin. Cihê wê yê bingehînî li Lubnanê bû û niha jî hîn berdewam e.
***
Niha em dê hindekî di derheqê rojnameyên Kurdî–helbet yên bi zimanê erebî li derveyî mijara me ne-de biaxivin û çend rojnameyekê ku li Kurdistana Rojava deridiçe bi kurtî, destnîşan bikin:

Rojnameya Deng:
Di sala 1995an de hijmara yekê ya rojnameya Deng derket. Deng–dengê bêdengan-guh dida mijarên çand û rewşenbîriya Kurdî tev li kelepor û helbest û wêjeya Kurdî. Rojnameya Deng rojnameyeka mihane ji weşanên Partiya Hevgirtina Gelêrî Kurdî li Sûriyê ye û heta niha berdewam e, ji aliyê partiya Azadî ve tête weşandin.

Rojnameya Rewşenbîr:
Di sala 1995an de hate weşandin. Mijarên wê yên sereke çand û wêjeya Kurdî bû û di sala 1997an, de hate rawestandin û hew berdewam kir.

Rojnameya Xwendevan:
Ji layê xwendekarên Kurd li zanîngehên şam û Helebê ve bi herdû zimanên kurdî û Erebî dihate weşandin. 3 hijmarên wê di nav destan de hene û hêjî berdewam e.

Rojnameya Newroz:
Rojnameya Newroz di sala 1995an de hate weşandin ji layê Partiya Yekîtî ve. Heta niha jî Newroz berdewame di weşandina xwe de û gelek babet û mijarên giring pêşkêşî xwênerên xwe meh bi meh, dike.

Rojnameya Delav:
Delav rojnameyeka çandî û toreyî bû di sala 1995an derket û piştî salekê hijmara wê ya dawî-16-derket û hate rawestin.

Rojnameya Hêvî:
Hêvî rojnameyeke xwenedekarî serbixwe bû. Li ser mijarên ramanî û çandî mijûl dibû. Hêvî bi gotina nemir Barzanî ve dihate xemilandin: "xwendekar serê rimê ne di hemî şoreş û serhildanan de ". Hijmarê wê gihştine 7 hijmaran û di sala 1994an de rawestiya û hew derket.
Bê guman, mijara rojnamegeriya Kurdî mijareke fireh û dûrdirêj e. Me jî ji aliyê xwe ve ev hewildan pêşkêş kir bo êxistina ronahiyê ser rojnamegeriya Kurdî li parçê Rojava yê Kurdistanê, ya ku tevî hemî astengî û dijwariyan liberxwe dide û hebûna xwe bi çi şêweyekî be diçesipîne, û rêya ku kurê malbata Bedirxanî ya hêja û sefiraz Miqdad Midhet Bedirxan di roja 22ê Nîsana sala 1898an despêkiribû, berdewam dike bi mebesta bipêşxistina rojnamegeriya Kurdî û gihandina wê bi asteke cihanî.Di dawiyê de:
109 saliya rojnamegeriya Kurdî pîroz be!
   ............................................................
Çavkanî:
-Panoramek li ser rêveçûna rojnamegeriya Kurdî li (parçê Rojava)-Sûrî-Ebdilqadir Bedredîn-Kombenda Kawa bo Çand Kurdî-çapa didiwan-2000.
-Hawar hejmar1-23, ji weşanên Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî–çapa yekem Hewlêr, Kurdistana Iraqê-2001.
-Derbarê Rojnamegeriya Kurdî–Izedîn Mistefa Resûl–çapa didiwan–Bêrût–Lubnan, 1996.

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark