Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ji çevên te re

 


Mamas Emrîr
werger ji erebî û pêþgotin: Brahîm Mehmûd

 " Bo Sedîm"

Tiþtê ku dizanim ew e ku Mamas Emrîr helbestvaneke emazîgiye, ku niha li Urdinê dijî.Xwedî nêrînek vekirî, berfireh,ronîdayî, îindayî,bi coþ û goþe di malbenda xweyî mirovayî. Min hinek helbest, bexþ, û gengeþiyên wê xwendine di malperan de. Mirovek, jinek, xwedî giyan zelal,dilgerm, û hênike. Ev helbesta han " " Ji çevên te re ", di navbera wê û wê de ye, di navbera  wê û yeka ji tuxm, hest, û asoya wê de ye. Bi xwe re diaxive, bi yeka ne weke xwe diaxive daku berfirehî di samanên jiyana xweke. Ev, ew çav ku ji der û hundir dighîne hev, ku mirovê xwe diberde jianê bi jiyan dike, weku di diyariya xwe de " bo Sedîm " wateyan nîþan dike, çiku " Sedîm " bi gellek wateyan bi navdibe: ewre, mije, ava diherike, steyrikên ji dûr duxyane, ew þer e û aþîtiye… lewra min veguhestiye ji zimanê erebî bo zimanê kurdî, bo hejkirinek bê tixûp.


Têbîn: Min ev werger di malpera " Entolojiya "de  weþndiye lê bi pêþgotinek din, ku bi zimanê erebî hatiye nivîsîn.


" Bo Sedîm"
 
Ji çavên te re
Çirûsandinek bêcir
Rêyekê
Di valayê de diveke
Ji êþa te re
Sîber in dilovan
Evîn pestgeha te ye
Dema te hej xwedayekî kirî ku ewr dirajêyê
Tu mendaleke bêcir bû
Ku þînê asîmanî li ser kirasên wê þîn dibe
Û sibehên wê
Û keziyên þahiya wê pêlmêl dibin
Bi her rabûna bayekê
Welat serjêgeha bêgunehan bû


Û dilê te hilmdana efsaneyan bû
Û  pestgeha birînkirinan bû
Bîrkirinên te
Yên jihevçirandî bi dûv êvarek westiyayî dibeze
Û sermilên xewnê rêzdike
Di welatekî ku miriye
Wê gavên wê giyakî dilbijyayî diyarî te bike hey asîman
De li tilyên wê xweþ binêre
Û bi destê min bigre
Piþta ewrekê jê re mehrek  bik
Û bijankên wê yên avêtî ne li ser dara xemgîniyê ramîse
Û benda bersiva min be
Ku ez destê xwe meþiq dikim…" Çawa guleyan biavêje !"



ماماس أمرير – لعينيك " شعر "- ترجمة من العربية إلى الكردية مع التقديم: ابراهيم محمود



 "إلى سديم"

لعَينيكِ
بَريقٌ شقيٌ
يَفتحُ في المَدى
طَريقا
لِوجَعِك
ظِلالٌ حانِيَةْ
الحُبّ مَعبدك
حينَ أحَببت إلهاً يَحمِلهُ الغمامْ
كنت طِفلةً شقية
يَنمو الفرَحُ اللازورْدي عَلى فساتينِها
وَصَباحاتِها
وَتَموجُ خُصلاتِ فرحها
مَعَ كُلّ هُبوب
كان الوطنُ مذبحُ الأبرياء
وقلبكِ بُحّةُ الأساطير
وَمعبد الطعنات
أشواقكِ
المُمزّقة تَركضُ وَراءَ مَساءٍ مُتعَبْ
وتُرتّبُ شالاتِ الحُلم
في وطنٍ قد مات
ستَمنَحكِ خُطواتُها عشبا شهيا أيتها السَماء
فتأملي أصابعَها جَيداً
وَخذي بِيَدي
اسرِجي لها ظَهرَ غَيمَةْ
وَتَقبّلي أهْدابَها المُلقاةَ عَلى شَجرِ الحزن
وانتَظري جوابي
فأنا أدربُ يَدي.." كيفَ تُطلق الرَصاص"..!
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark