Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Koçkirina Xelefê Zêbarî, Nesrîna wî û Mihemed Þêxo û «Ga dimre Çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne»

 


Konê Reþ

  Di roja 25/5/2018 an de helbestvan, bêjerê Þoreþa Êlûnê, (Yê ku yekem car di þoreþa Kurdistanê de, bi serokatiya Barzaniyê Nemir, got: "Vêre dengê Kurdistan e”), xwediyê gotinên strana Nesrîn (Ya ku Mihemed Þêxo dibêje) û bêjerê Dengê Amerîkam beþê Kurdî li Washingtonê Xelefê Zêbarî ji nav me bar kir.. Û sibeha 26/5/2018 an li Amerîka, bajarê Washingtonê hat veþartin û xweziya wî pê re çû gorê:
 Nesrîn xwezî te bibînim.. To þîn dibî careka dî.. Ne ji wê binê ji bineka dî.. Ne ji wî warî ji warekê dî.. Xwezî çi car nehête cî.. Eger bêtin bi rengê dî..


25-27/5/2018an ve, rêûresmê behiya wî li bajarê Akrê, ji layê kes û karêt wî ve, li mizgefta (Þehîd A. Qado) tê birêvekirin..
  Xelefê Zêbarî! Erê Xelefê Zêbarî ji nav me bar kir.. Kî wî nasnakî? Kê li gotinên wî guhdarî nekiriye, dema Mihemed Þêxo bi dengê xwe yê henûn, þêrîn û zîz strana (Nesrîn û Kewê Xortê Serê Çiya Me) dibêje. Ji bilî Mihemed Þêxo jî gelekan ji hunermendên Kurdistanê helbestên wî kirine stran wek Mehabad Zaxoyî, Mihemed Teyib Tahir û gelekên din..
  Xelefê Zêbarî; helbestvan û pêþmergeyek ji pêþmergeyên þoreþa Êlûnê bû, berî likumandina þoreþê, bêjerê Dengê Kurdistana Îraqê bû. Ew bû yê ku nav di pêþmergeyan de dida û digot: Pêþkevin pêþmergeyên qehreman.. Ta ku digel hevalê xwe Mihemed Þêxo di Îranê re derketin.. Ji 27 salan ve Xelefê Zêbarî jiyana xwe li Washngtonê û karê bêjertiyê di Dengê Amerîka, beþê Kurdî de dikir.. Qenciya wî li gelek rewþenbîrên Kurd heye ku wî di programê xwe (Ferheng û Toreya Kurdî) de hevpeyvîn bi wan kiriye û ew dane naskirin, ez yek ji wan im..
  Di axaftinek telefonî de, berî 7 salan, wiha ji min re got: "Ez fexir û iitîzazê dikim ku min xizmeta miletê xwe kiriye û ev 20 sal in ku ez li Washngtonê me, wek bêjer di Dengê Amerîka, beþê Kurdî de, min xizmet ji bo ferheng û toreya gelê xwe kiriye.." û got: "Ez xweþ bawerim wê Kurdistan ava bibe û wê ji pêþketîtirîn dewletên rojhilata navîn be.."
Dawî dibêjim, wek ku bav û kalên me gotine: "Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne".

Li dor çîroka Nesrîna xwe û Mihemed Þîxo wiha gotiye:
- Li sala 1973 ji bo yêkemîn car min ev helbeste dav Mihemed Þêxo li Nawpirdan li Çomanê, demê bi seredan hatîye wêrê, her wesa Sebrî Botanî jî helbesta ez bûme pîrê xem civîn û Mistefa Etroþî helbestek dabûyê.
- Piþtî çend rojeka Mihemed Sêxo çend rêzek ji helbesta min û ya Sebrî Botanî di hevpeyvînekê de li radyoya Kurdî li Bexda gotin.
- Sala 1975 li meha Avdarê Mihemed Sêxo vegeryav Çomanê û serheldana Kurdan bi dûmahî hat piþtî rêkkeftina Cezayirê. Mihemed Þêxo ço ordagayê Rebetê li Îranê.
- Piþtî hingî penaberêt Kurd bi ser bajêrêt Îranê da belave kirin û Mihemed Þêxo bire Gumbet Kawis li bakora Îranê.
- Di wan du sal û nîvêt ku ez li Îranê bûm, Mihemed Þêxo du helbestêt min kirin sitran ew jî Nesrîn û Kewê xurtê serê çîya bûm. Her wesa gelek helbestêt Mistefa Etroþî jî kirin sitran.


Nesrîn
Demê min to dîtî Nesrîn
herdû çavêt direþ digrîn
ewan çavan digote min
careka dî to min nabîn
dil û can li min bibîne xwîn

Ji hemî la min vebîn birîn
ji ber þenga didan zêrîn
ji ber þoxa bejin þirîn
te dêm têkel befir û xwîn
to ji gula bûy gula Nesrîn

Behar behî Nesrîn werya
kevne nêrî li ser çerya
heyfa min têt Nesrîn birya
rundik weriya ser wan rûya
ew çavêt reþ gelek girya

Nesrîn xwezî te bibînim
to þîn dibî careka dî
ne ji wê binê ji bineka dî
ne ji wî warî ji warekê dî
xwezî çi car nehête cî
eger bêtin bi rengê dî.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark