Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Raste

 


Brahîm Mehmûd
 
Raste
Tu welatekî li paþmayî
Tu welatekî bi neqiþ nebûyî
Tu weletekî xwedî hezar birîn û birînek
Tu welatekî di devê hezar gur û gurek de yî
Lê tu ayineya dil hemî dadigire
Ku ez çawa dizîvirim tu ber çavên minî
Ku neqþa te di giyanên pêncî milyon kurd de þewq dide, xwe li baa dike
Neqþeyek bi serê xwe ye, yek neqþe
Ku çi diranê hingiviye sîbera te xwediyê xwe bi xwe re aniye xwar
Û tu weke katijmêra demê berdewam dikî
Çik çik çik bê rawestan
Gur di guritiya xwe re derdikevin


**
Raste
Gelek kêr li te  civiyane, gelek  kêr li te tisûdibin, gelek kêr li stûwê te tûj dibin
Lê hemî tevî destên zingargirtî diweþin
Tu tenê dimîne weku tu xwe dinasî
**
Raste
Bazirganî bi navê te bûne, dibin, wê bibin û hey wê bibin, çiku tu xwediyê navê xweyî,
Bazirganên bi gelek zimanan, ku hene yên bi navê te jî sûnd dixun
Lê tu ji dervî bazirganiyane, tu nayê girtin, tu nayê baskokirin
Hêlîna te roje
Sînorên te steyrik in
**
Raste
Çiyan ji çiyayên te bilintir hene, pantir hene, bi sawtir hene
Lê çiyayên te di hembêza rokê ragirtî ne
Xwe li ser te dikin te radikin û ji kesî danaxun
Bi serê zerdeþt û pîroziya Avista ev rastiyek bi serê xwe ye
**
Raste
Çem ji çemên te : Xurtir, kûrtir, dirêjtir,jihevbelavtir, firehtir hene
Lê Dicla û Ferat du cotên çemane ku steyerik xwe di ava wan de diþon. Ku xewnên mêrgan li ber kenarên wan geþ dibin, ku afrandin di kûrahiya wan de xwe dinase
**
Raste
Gelî ji geliyên te bê binîtir, asêtir, bi dengtir hene
Lê geliyên te ew tenê dizanin bi çend pakrewan hembêzî xwe kirine
**
Raste
Deþt ji deþtên te berhemtir hene
Lê deþtên te bi bêhna pakrewanên te rûnahîtir dibin
**
Raste
Ez ne evîndarê rengê zer im, ne dengbêjê rengê keskkim, ne hezkirê rengê so rim
Lê çiko ev reng ji jiyana te ne,bi  navê te ne, dengvedana te ne, ala te ne,
Ez neþêm dilê xwe dagerînim ji van rengên lihevhatî
Neþêm xwe di nîv wan de nevegizînim
Neþêm ji kûraya canê xwe dubare nekim:
Kurdistan
Duhok
10-9-2017
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark