Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Yek , hew yek

 


 Brahîm Mehmûd
 
-1-
Yek xwe dike weke zarokan, xwe dike zarok zarokê zarok
Lê tucar nabe zarok, ew ne zaroke
Ew ji kêm mirovayetî dikeve rêza zarokan
Lê ew ne zaroke..Ne zaroke, helbet wê ne zarok be
Zarok hêviyekê dide mirov, ew hêviya jiyanê ye
Lê ew hêviyê dibire,dimeciqîne ,  jiyanê dike kerafî li mirov…


-2-
Yek bi xwedikeve
Bi xwe re pevdiçe
Ditirpile. Dilikume, dikulmiþe, difirfite þev5 û roj
Ev çi zaroke yaw!Ev ne zaroke wey!
Na ezbenî, ezê ji te re dubarebikim, eger tu rê bide min
Ew ne zaroke, ne zaroke di hizra min de, vêya qenc binase
Ew ji terazûya huþmendiyê, ji ..Ji xwenasiya xwe ketiye, ji dest xwe çû ye û her çû ye
Ku dixwaze her tiþtî bispêre xwe, ev ya jî karê zarokan e
Lê, teqez, zarok ji vî karî dore
Ew di hundirê xwe de rizyaye, ji derb ketiye
Vêca xwe dike zarok, çiko ew rê tenê li ber divebe, ew jî wîna ser û bin dike di ancamê de
Dibe tekane bigrî, û digrî jî, di hundirekî sar weke belengaziya wî, hundirek ku jê sar bû ye, ku li xwe bûye bele, lê ne zaroke
-3-
Yek bi serê xwe ye, lê ne bi serê xwe ye
Bi xwe re dide û distîne, ku ji sîbera xwe ditirse, ji daran ditirse, ji avê ditirse, ji bayê hênik ditirse, ji mirovê mirov ditirse, ji neçarî berê xwe dide rêyekê ku bikaribe xwe bi nav bike
Gotinên wî lotik in, kenê wî têkçûye, gavên wî ji ber wî direvin, ma îca ev zaroke?
Ezê her guhekî xwe deh piþkulan pêve dalkiqînim eger ku ev mirov ji xwe bê hîvî ne bûye, mirovek li bajarekî beyeban li xwe diqelibe bi xwe re pevdiçine, bi neyenika xwe re þer dike, çiku rwê wî weke wî diyar dike, ma gunehê neynekê eger bi xwe re rast be?
-4-
Yek mirov, ne mirov
Dibe zarok be lê hîç ne zaroke
Nêzî me ye
Di nav me de ye
Bi ser û bine weke gewd, qewar
Lê ya rast bê seriye
Ji xwe dertê û li xwe divegere, ji xwe pêve tu kesî din nabîne, dilek keviz girtî, dîwarek herifî, navek derzîdayî, li ser ttayek xav û zirav digrî û hey digrî û maye
Daku kirasekî xwe pê binxumîne û têkeve civatek saxî saxlem bibe weke zilamek" peyawek" li gorî temen û bejna xwe
Lê zaroktî dev jê naberde, li bayê wî lêdixe û ew jî bi dûv de ye
Lê ew yek ku ne yeke, ne zaroke…Ne zaroke..Ne?
duhok
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 16


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark