Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Konê Reþ û Pirtûkek Nû

 


  Di van rojan de pirtûkek nû li berhemên mamoste Konê Reþ zêde bû. Ev pirtûk bi navê (Ji Geþt û Serdanên Min) e. Konê Reþ di vê pirtûkê de geþtên xwe an gerên xwe yên dervî Rojava û Sûriyê bi firehî þirove kirine; çima çûye? Çi dîtiye, kî dîtiye û çi kiriye bi zelalî nivîsandiye..
  Di pêþgotina xwe de jî wiha dibêje: (Li gor ku ez serwextî toreya ereba me, nexasim a ku ew binav dikin; Toreya Gerê an Toreya Geþtê, min jî xwest ku ez van her heft gerên xwe an geþtên xwe wek pirtûkekê ji xwendevanên zimanê kurdî re amade bikim ji çapê re..).


  Mamoste Hejar Îbrahîm jî, di pêþgotna vê berhema Konê Reþ de wiha dibêje: (Li gorî ku min dîroka toreya fransî bi berfirehî xwendiye û ez niha li zanîngeha Feratê jî ji þagirtan re þirove dikim, ez bi kurtî dibêjim ku di çerxê 15 û 16an de toreya geþtê bi pesnê dîtinên mezin yên Shristopher Columbus û James Cook destpê kiriye, di çerxê 17an û 18an de jî, ev tore bi rengekî perwerdeyî û rewþenbîrî geþbûye û ev yek di nameyên Montesquieu, berhemên Voltaire û Francis Bacon de xweþ diyare û di serdema romantizmê de, çerxê 19an, torevanan berê xwe dane rojhilata bedew û bi dîmenên wê helbestên xwe xemilandine mîna Nerval, Lamartine û Gustave Flaubert.. Vêca dema ku gerokekî mîna Konê Reþ; torevan be, lêkolîner be û berî her tiþtî aþiqê ziman, wêje û kevnetora gelê xwe be, bêguman ew ê çirayekê di tariyê de vêxîne. li gor ku ez Konê Reþ ji nêz ve nas dikim, wî tev jiyana xwe ji ferhenga kurdî re terxan kiriye û ev yek xweþ diyar û belû ye, di gerên wî/ an geþtên wî yên ku hin ji wan dûrî kurdewariyê ne, lê wî bi zîrekbûn ta bi wan geran jî, xistiye xizmeta kurdewariyê de, wek geþta wî a 20 rojan li Beyrûtê… Ez nebawerim ku pêdiviya mamoste Konê Reþ bi pesnê min hebe, pirtûka di nav destê we de, xweþ dîdevan e ji pesnê wî re û xweþ nimûne ye ji toreya geþtê re di nav kurdan de.).
Pirtûk ji 164 rûpelan pêk tê, mamoste Hejar Îbrahîm pêþgotinek jêre nivîsandiye, li Qamiþlo hatiye çapkirin / 2017.
Qamiþlo 30ê gulanê 2017
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.11
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark