Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin/ 111: Mirtib û dengbêjan zimanê me parastin

 


Konê Reþ
 
  Di destpêka çerxê 20an û vir de, civaka xelkên beriya Mêrdînê civakek koçerî bû. Hêj þaristaniya akincîbûnê cihê xwe di nav xelkên wê de ne girtibû, ji bilî wan çend gundên dora rêka hevirmêþ (Ipek Yul), yên ku ji sedê salan ve bi rûniþtvanên xwe dagirtî bûn. Havînan xelkên beriya Mêrdînê bi dûv çêra sewal û tariþê xwe de diçûn bakur, zozanan û vedigeriyan warê xwe. Zivistanan jî xelkên bakur ji zozanan dihatin beriya Mêrdînê, germiyanên xwe lê derbas dikirn..


  Di wan çûn û hatinan de gelek bûyerên evînê cihê xwe di dilê evîndaran de digirt, gelek þerên êlitiyê li ser çêra pez û zêdegaviyan di nav wan koçeran de diqewimî û di encam de dengbêjan ew bûyer dikirin stran, di civakan de digotin û dibilandin wek vê strana evînî:
Were domam, tuyî serê gazin û loman!
Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek þîr tê yek þekir tê..
Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eþq û dil tê..
Dilketina min û vê zalimê, mektûbreþê ji nav gawir tê..
  Erê ezbenî! Tevî asteng û problemên ku di civaka xelkên beriya Mêrdînê de hebûn; ji berberî, þerê êlitî, þerê netewên cîran û xweparastinê, wan xelkan karîbû li gor xweristiya beriya xwe amûrên muzîkê wek def û zirnê, kemaçe û tembûrê ji xwe re bibijêrin, li ber deng û jenên wan kul û xem, kêf û þahiya xwe bînim ziman û pêre biraqisin.. ji mêj ve, muzîk, stran û semayê rola xwe di civaka wê de listiye û akama xwe di derûna mirovên wê de kola ye. Ta pileyekê ku mirovên wê nikarin dûrî stran û muzîkê bijîn..!
  Bi wateyeke din, wek ku mirovê kurd hez xaka Kurdistanê kiriye wiha jî hez muzîk, stran û govend û dîlana kurdî kiriye û di encam de rêzgirtin ji mirovên muzîkjen û dengbêj re girtiye. Ewên ku muzîk bi liva destên wan hatiye jenandin û gotin ji gewriya wan hatiye der û herdu bi hev re hunandine..
  Ji wan muzîkjen, dengbêj an aþiqan re hatiye gotin (Mirtib). Ew mirtib, ji eynî êlê bûn, xwedî giyanekî sivik yê kêfê bûn. Karê wan yê sereke, þahiyên þokirin û kirîvantiyê bi amûrên mûzîkê wek def û zirnê û kemaçê xweþ dikirin û cemawerên beþdar li ber dengê wan û amûrên wan direqisîn û sema dikirin. Hem jî, stranên di pesnê axayê êlê û eþîrên êlê de himberî êlên din re pesin didan.
Belê, tevî qedexebûna zimanê me ji rex dewletên desthilatdar ve, mirtib, dengbêj û stranbêjên me karîbûn zimanê me biparêzin û bihêlin em li yek stranê guhdarî bikin...

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark