Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ZIMAN HÎMÊ SEREKEYE

 


MISLIM ÞÊX HESEN 

Bêguman dîrokê dansîn ku ziman hîmê serkeye ji gelan re, parçeyek ji jiyan û çanda mirove. Ji dayîk,bav û xizmên nêz tê giritn, û pê netewe ji hev têtin çûdakirin, lewra hemû neteweyên ku li ser gogzemînê jiyan dikin girîngiyeke bê sînor bi zimanê xweyî zikmakî kirin û bi hemî þêweyan bervanî di berde kirin da ku ew ziman ji hole ranebe, çimkî têgihîþtin û naskirin çi wata windabûna ziman ango windabûna netewe ye  .


Vêça zimanzan, rewþenbîr û zimanhezên kurd jî weke CELADET BEDIRXAN, CEGERXÎN, OSMAN SEBRÎ, EHMED PALO, REÞÎDÊ KURD û hin hêjayên dîtir rewþa gelê kurd û zimanê wî ji hemû aliyan ve xwendin û her wiha niyazên dagirkerên Kurdistanê jî dîtin ku hewildan têtin kirin ku zimanê kurdî  ji holê rakin, bo ku karibin netewa kurd ji ser zemînê hilînin, lewra di roja 15 ê Gulana 1932 an de li paytexta Sûriyê nemir Celadet Alî Bedirxan Kovara HAWAR bi zimanê kurdî û bi tîpên latînî weþand, lewra jî Kovara HAWAR bi wan tîpan  balgêþ û dengdar bû, çimkî berî wê gelek rojname û kovar hebûn, mina rojnama Kurdistan ya ku li ser destên mîr Mîqdad Midhet Bedirxan li paytexta Misrê Qahîra di sala 1898 an de hat weþandin û her wiha rojnama roja kurd li Silêmaniyê di sala 1913 an, rojnama jîn 1919, banga kurdistanê sal 1922 an de hatin weþandin lê mixabin hemû rojname yên wê demê bi tîpên Erebî hatibûn nivîsandin loma gelê kurd li her çar parçeyên kurdistanê roja weþana Kovara HAWAR  kirin roja Zimanê Kurdî. 
Lê ji aliyekî din ve dîroknasan cesipandiye ku di rojhilata navîn de zimanê kurdî yê herî kevnar  û dewlemende bi kok û reh û dîroka xwe bihtirî 8000 sale û her wiha tekez dikin ku di dîrokê de rastî gelek pirojeyên herfandin û windakirinê  hatiye, lê vîna gelê kurd ya bêhempa li pêþiya wan pirojeyên kirêt rawestiya bû û ew daxwazên Þofenist û nejadperestan têkbirin .
Vêça dibe gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî rasteqîn xwedî li zimanê zikmakî derkeve û biparêze, çimkî di destpêkê de jî me anî ziman ku roleke zimêne girîng heye di jiyan gelan de, ji ber ku ziman raman e, hebûne, nasnameye û neteweye, de ka em bi hev re bi xebitin  ku roja 15 Gulanê bikin sambol ji bo nivîsandina bi zimanê kurdî û xwestek û armanca wan têkoþeran li ser zemînê nehêlin û li wan gotinên Celadet xwedî derkevin: 
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. 
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweþiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiþtî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.
Lewma ko ziman þerta heyînê a pêþîn e.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark