Lazgîn dêrûnî
Bi boneya cejna 119 saliya Rojnamegeriya kurdî,em cejna hemî rojnamevan,nivîskar,rewþenbîrên
Kurd ji dil û can pîroz dikin li gel serkeftin û pêþveçûnê.Em bi hêvîn e ku
rojnamevanên kurd bi erkên xwe rabin wek tê xwestin û bi taybetî di vê qûnaxa
awarte û hestiyar de,karibin pirsgirêk û armancên miletê xwe bi þêweyekî rast û
durist bighînin Cîhanê û zelal bikin .
Em bi hêvîn e ku pênsûa rewþenbîrê kurd azad be,di xizmeta gel de be,ne keve xizmeta berjewendiyên partîtiya teng de û nebe alî di nakokiyên wan de .Divê ku Rojnamevan cihê baweriyê be,babet û mijara ku jê ne piþtras be belav neke,ji rojnamevan tê xwestin berevaniyê di ber rastiyê de bike û alîgirê wê be .
Bi vê boneyê banga me ji hemî desthelatên kurdistanê re heye ku Rojnamegeriya kurdî azad û serbest be li ba wan û mafê rojnamevan û nivîskar werê parastin û piþtgirtin .Em kuþtin û girtina rojnamevan û rewþenbîrên kurd ji aliyên yên ku xwe dibînin desthelat ji bo gotina rastiyê û nerînên cuda bi tundî þermezar dikin,û em daxwaza berdan û azadiya wan dikin .