Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: PKK ū “benīžtź” yekītīya neteweyī

 


Hoženg OSÊ
 
Rojek derbas nabe ku PKK yan jî berpirsekî vê partîyê daxwûyanîyekê derdixe û banga yekîtîya neteweyî li partî û rêxistinên kurdan dike. Dema mirov li van bang û daxûyanîyan dinere, hestek li cem mirov peyda dibe ku êdî tenê PKK bûye bav û dîya yekîtîya neteweyî ya kurdan û hemû rêxistinên din yên kurdan tev li dijî vê yekîtîyê ne!. Lê dema mirov li rojev û dîroka PKKê vedigere, baž têdigihêje bê heta çi radeyê bi navê banga “yekîtîya neteweyî” PKKê zîyan gihandîye doza kurd û Kurdistanê.


“PDK destekê dide dijminatîya kurdan” ev “žirove” di ajansa nûçeyan a firatê ANFê de ku ya PKKê, di roja 26/2/2017an de hatîye wežandin. (http://anfkurdi.com/rojane/ pdk-desteke-dide-dijminatîya-kurdan). Çîye? Ne çîye?! Çima Serokê Herêma Kurdistanê M. Barzanî diçe Tirkîyê?! Jiber ku dewleta Tirkîyê û AKPê zilm û zordarî liser gelê kurd dimežîne. Ev jî rast e. Lê van camêran zû ji bîr dikin ku berî 2 salan serokê PYDê Salih Muslim, du caran hate Tirkîyê û bi MITê re rûnižt. Wê çaxê jî dewleta tirk û AKPê çewisandin û zilm liser kurdan û HDPê dikir! Li gorî nirxandina ANFê dêmek serokê PYDê jî destekê dide AKPê dema qebûl kir were Tirkîye. Ji wisa zêdetir û dûrtir, Ocalan nêzîkî 20 salan di himbêza rêjîma Hafiz Esed (BAAS) de ma. Qey wê çaxê H. Esed bav û brayê kurdan bû!? Qey rêjîma BAAS zilm û zordarî liser 3 milyon kurd nedikir!? Ne tenê wisa jî, Ocalan hingî pesnê H. Esed dida, hindik mabû helbestan liser qencî û bažî û qehremanîya Esed binivîsîne!
Li gorî dîroka vê rêxistinê, PKKê hîna berî ku xwe bi žêweyeke fermî di kongreya xwe ya 1ê de sala 1978an bi naskirin, žerê êl û ežîrên kurdan li Hîlwan û Sîweregê kir. Wê çaxê M. Karasungur berpirsê ležkerî yê PKKê bû. Pižtre di salên 1979-1980 PKKê žerê partî û rêxistinên kurdan kir, mîna (DDKD) û (KUK). Her wiha mirov dikare bêje ku derba 12ê Eylûlê žerê di navbera PKKê û partîyên din yên kurdan bi dawî anî û eger ne ev derbeya bûya dibe ku PKKê koka partîyên din bianîya.
Rojnameya fermî û navendî ya PKKê “Serxwebûn” di rûpela 16an ji hijmara 20, tebaxa 1983an de xal û bendên peymana ku di navbera PKKê û PDK de hatibû morkirin, belavkirîye. Ew peymana ku ji 11 xalan pêktê, ji alîyê serokên herdû partîya A. Ocalan û M. Barzanî ve hatîye morkirin. Di peymanê de gelek xalên girîng û xwež û baž ku xizmeta yekîtîya netewî dikin hene. Lê xalên herî balkêž ev in:
 7 - Rizgarîya neteweya Kurdistan, li her bežî bi hêzên gelê wî bežî bête rêvebirin....
8 - Bi binaxeyî her rêxiraw, partî, xebatê li bežê xwe rêve bibe, li bežên din komek û hêzên bi xwe ve girêday çêneke, belê bîr û bawerîya hevkarîyê û tufaqê bi xurtî li nav hêzên rizgarîya netewî li her bežî bê xwestin...
9 - Têkožîna îdeolojîk ku di navbera wan partî û rêxrawên de ku li Kurdistanê hene tê kirin , divê ne bi terzekî ku peywendîyên wan têk bidin û nekevin xizmeta dijmin. Divê em bîrûbawerîyên rizagrîya netewî bi vê yekê girêdin û gîr û griftên ku di nav rêxrawan de hene, yan jî nû derdikevin divê ne bi çek, bi giftugo rakin...
10 - Destdirêjî nebin di karê rêxrawan de. Divê layangirên wan karan nebin ku zîyanê bigihîne yekîtîya partîyan, rûmet û rêzgirtina serxwebûna îdeolojîk, polîtîk.. divê were girtin.
11 - Di kiryara pêkanîna van dîtin û bendên ku li jorî me dîyarkirin, eger žažtî û xeletî rûdan, divêt berpirsên herdû alîyan hev agahdar û hižyar bikin, û eger agahdarî û hižyarî berçav neyê girtin, hingî her yek di xebata xwe de serbest û azad e.
Dema mirov têkilîyên di vanbera PKKê û PDKê de ji sala 1983an ta 1992an binirxîne, helbet dê bizane ka bê kî û ta çi radeyê peymana di navbera herdû partîyan de binpê kirîye. Di kongreya xwe ya 4an, sala 1990î de PKKê biryara hukûmeta žer li “Botan-Behdînan” stend û ji vê biryarê re gelek propagede kir. Ango PKKê herêma Bahdînan ku bežeke ji bažûrê Kurdistanê ye, weke herêma žer girêdayî xwe îlankir!.
Di sala 1991ê de, PKKê li Bažûr partîyeke girêdayî xwe ku navê wê Partîya Azadîya Kurdistan - PAK demezrand. Di sala 1994an de PAK bû Yekîtîya Neteweyîya Demokratîk a Kurdistanê YNDK. Ev partî perçe bû. Pižtre PKKê, partîyeke nû girêdayî xwe bi navê Partîya çareserîya demokratîk yan Kurdistan - PÇDK çêkir ku niha bi žêweyeke fermî li Kurdisan û Iraqê kar dike.
Tim hêzên PKKê li Bažûr 10 qatî hêzên PKKê ku li Bakur in. Baž tê zanîn ku herêmên Qendîl, Heftanîn, Xwakurk, Metîna, Zap, Garê..., û niha jî navber 1500 heta 2000 žervanên PKKê li herêma Žengal û Mexmûr hene. Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku PKK  dike Kurdistana Federel  ya Iraqê têxe bin destê xwe. Ev jî rast e ku PDK di payiza 1992an de digel artêža Tirkîyê žerê PKKê kir û PDKê û M. Barzanî gelek caran rexneyên tund li rewža rež kir û sozda ku ew rûpelên rež dubare nebe.
Baž e yabo, dema PKKê bi roj û žev û bi vê dilgermîyê û dilsozîyê bangên yekîtîya netewî dike çima žerê “dewleta neteweyî” dike!? Ango, li ser vê yekîtîya neteweyî ma PKKê dê çi ava bike? Eger ne dewleteke neteweyî be dê çi be!? Dê “xweserîya demokratîk” be, gelo? yan jî dê “konferderalîsma demokratîk a Rojhiltata Navîn” be?! Bi gotineke din; çawa PKKê digel yekîtîya neteweyî ye û li dij dewleta neteweyî ye!? Çawa PKKê banga yekîtîya neteweyî dike û di eynî demê de, li dij bîrûboçûnên netewî ye û bîrdozîya netewayî weke tižteke žûndemayî û kevneperest dibîne!?
Di encamê de û li gorî rewž û rojev û dîroka PKKê, ev partî tenê bang û daxwazên yekîtîya neteweyî êdî weke “benîžt” bi kar tîne û hina gelek kesên reben hene ji qirçeqirça vî “benîžtî” bawer dikin.
----------
Jêder: heftenameya BasNews (BasNûçe) 6-12 Adarê 2017
 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark