Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurdistana Biçûk ava dibe

 


Salar Salih
 
Şerê mezin yê ku li Rojhilata Navîn dibe, û bi taybetî li Sûriyê û Iraqê bingeha guherîna nexşeya herêmê datîne, niha sînorên herdû dewletên Erebî Sûrî û Iraq diherifin, bi encama şerê navxweyî û tîreyî yê ku li van herdû welatan dibe, û şerê navnetewî li dijî rêxistina Daişê ya tîrorî, ku Kurd xwedî roleke serekî ne di vî şerî de , bi taybet hêzên pêşmerge.


Li Iraqê sînorên cudabûnê di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqî de bêtir diyar dibin, herweha di demeke nêzîk de piştî rizgarkirina Mûsilê dê danûstandinên serxwebûnê destpê bikin, nexşeya Herêma Kurdistanê diyar dibe û sînorên wê tên danîn, herweha li Rojavayê Kurdistanê li tev ku rewş aloztir û dijwartir e, û tu çareseriyên siyasî di asoyên nêzîk de ne diyar in, lê projeyekî Amerîkî ji bo herdû herêman diyar dibe ku bibin dewletek kurdî serbixwe li ser cuxrafiyeke yekbûyî ji Xaneqîn ta rojhilatî çemê Feratê.
Ev projeyê Amerîkî ji bo herdû parçeyên Kurdistanî ( Başûr û Rojava ) di hevpeyvîneke Rîtşard Has de hate eşkerekirin, di wê gotina xwe de Has dibêje, (( ku Amerîka piştgiriya avakirina Kurdistana biçûk dike li Kurdistana Iraqê û Kurdistana Sûriyê jiber ku herdû dewlet berve parçebûnê de diçin, lewre ew piştgiriya roleke leşkerî mestir dike ku Kurdên Iraqê û Sûriyê di şerê li dijî rêxistina Daiş ê ya terorêstî de bilîzin, li hember bidawî kirina hebûna leşkerî ya PKK li Tirkiyê )).
Bi nerîneke din ji temezê şerê çekdarî re li Sûriyê û Iraqê, diyar dibe, ku li Sûriyê şerekî tund di navber Rêjîma Sûrî de û hêzên Rikberiyê de dibe , di dema ku tu çareseriya siyasî ji vê qeyranê re tune ye, lewre tê pêşbînî kirin ku xaka Sûriyê ji bo sê parçeyan bê dabeşkirin, herêma beravê û Şamê di bin desthilatdariya Rêjîma Sûrî, û herêma Kurdî ji rojhilatî çemê Feratê û ta Dêrikê wê bi ser herêma Kurdistana Iraqê ve vebe, û herêma Sunnî wê bimîne cihê şerekî berdewam di navbera rêxistina Daişê û rêxistinên Islamî yên radîkalî ji aliyekî ve û êlên Erebî bi piştgiriya dewletên hevpeyman ji aliyekî din ve.
Li aliyê di , Iraqê , herêma Kurdistanê bi gavin tebût berve serxwebûnê ve diçe û bi piştgiriya piraniya dewletên navnetewî û hin dewletên sunnî , bi taybetî dewletên Kendava Erebî, ku xwedî berjewendî ne di serxwebûna Herêma Kurdistanê de , bi mebesta lawazkirina Îranê, û rêgirtina li ber ku Îran Iraqê bi tevayî daqurtîne.
Renge ku pirojeyekî Amerîkî ji bo avakirina dewleteke Kurdî li Sûriyê û Iraqê di rojevê de ye, lê hîn gelek pirsgirêk û asteng di riya vî projeyî de hene, di pêşî de rewşa siyasî di hundirê başûr û rojavayê Kurdistanê de û nakokiyên partiyan, û nebûna navenda biryara Kurdî û Istratîciyeke netewî, di dema ku guherînên mezin li navçeyê rû didin, û sînorên dewletan diherifin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark