Ebdulezîz Qasim
Her ji yekemîn roja cejna qurbanê ve û heta niha ev çar rojin endamên
xwecihiya ENKSê li bajarê Qamiþlo taxa rojhilat berdewam in li ser girava xwe
ya birçîbûnê ji bo serbestberdana girtiyên siyasî di girtîgehên PYDê de û di
nav wan de serkirdeyên PDKSê.
Mixabin; dewleta Tirkiyê di rojên Cejinê de rê da bo malbeta berêz Ocilan
biçin serdana wî, lê çekdarên PYDê yên nav li xwe dikin partiya demokratîk û
nav li xwe dikin hêzên Sûriya demokratîk û nav li xwe dikin netewa demokratîk,
rê nedan zarokan bavên xwe bibînin?
Di bin navê netewa Demokratîk
de, netewa kurdî tepeser û winda dikin?
Tevî wisa jî heta niha hîç aliyekî ji aliyên PYDê serdana giravgirtiyan nekiriye û wê serdana wan nekin jî û dibe wan siberojê di heps û girtîgehên (demokratîk) bikin û dibe êrîþ li ser wan bibe û dibe, ji ber ku ew aliyê rêzê negire ji Þehîdê pêþmerge re dikare her tiþtî bike....! Herçende ku girav ketiye di çaremîn roja xwe de û hêjî girav berdewam e, lê mixabin heta niha medaya kurdî bi temamî bi rola xwe ranebûye û herwiha ya pêwîst e kurd bi hemû aliyên xwe yên siyasî û civakî piþtgiriya vê giravê bikin ji bo PYD dest ji reftar û kiryarên dijminkarî berde...
Silav li giravgirtiyan re